Here Naverokê

Here naverokê

Te Zanibû?

Te Zanibû?

Gelo îsbatên arkeolojîk hene ku Îsraêlî bi rastî li Misrê kole bûn?

Li gor Kitêba Pîroz, piştî ku Midyaniyan Ûsiv bir Misrê, bavê wî Aqûb û malbata wî ji welatê Kenanê koçberî Misrê bûn. Li wê derê, ew li herêma Goşenê cihwar bûn, nêzikî devê Çemê Nîlê (1. Mû. 47:1, 6). Îsraêlî her ku diçû “zêde bûn û bi zêdeyî xwurt bûn”. Ji tirsa wan, Misriyan ew kirin kole (2. Mû. 1:7-14).

Hin rexneker dibêjin ku ev qeyda Kitêba Pîroz tenê çîrok e. Lê belê, hin îsbat hene ku li Misira kevnar, koleyên Samî * hebûn.

Li Misira bakur, arkeologan hin jiyangehên kevnar dîtine. Mesela, Dr. John Bimson dibêje ku li vê herêma Misira kevnar, şopên zêdetirî 20 jiyangehên Samî hene. Wekî din, Misirnas James Hoffmeier wisa dibêje: “Di nav salên 1800 heta 1540î ya B.M. de, gelek mirovên ji Asyaya rojava koçberî Misrê dibûn.” Ew wisa zêde dike: “Ev dem, dema Birahîm, Îshaq û Aqûb bû, ya ku kitêba 1. Mûsa behsa wê dike.”

Li Misira başûr jî hin îsbat hatine dîtin. Papîrûseke ji Padîşahiya Navîn (weke 2000 heta 1600î ya B.M.) behsa navên koleyan dike, yên ku li maleke li Misira başûr dixebitîn. Zêdetirî 40 ji van navan, navên Samî ne. Ev kole yan xizmetkar wek aşpêj, tevnker û karker dixebitîn. Hoffmeier wisa dibêje: “Ev yek ku li maleke li Tebaîdê [Misira başûr] zêdetirî 40 Samî hebûn nîşan dide ku bi îhtimaleke mezin, ew li Misrê pir bûn, bi xisûsî li derdora devê çemê Nîlê.”

Arkeolog David Rohl dinivîse ku hin navên koleyan, ên ku li vê lîsteyê hene, “wekî ku rasterast ji Kitêba Pîroz hatine hildan”. Mesela, hin navên di van nivîsaran de dişibin navên wek Îsşakar, Aşer û Şîfrayê (2. Mû. 1:3, 4, 15). Li gor Rohl, “ev yek îsbat dike ku Îsraêlî li Misrê kole bûn”.

Dr. Bimson wisa dibêje: “Qeydên Kitêba Pîroz ên li ser koletiya li Misrê û li ser derketina ji Misrê xwe dispêrin esasekî tarîxî.”

^ par. 4 Navê “Samî” ji Sam tê, yê ku yek ji sê kurên Nûh bû. Wek Îbraniyan, wisa tê fehm kirin ku Elamî, Asûrî, Kildaniyên pêşîn, Sûrî û çend eşîrên Ereb jî zuriyeta Sam bûn.