Here Naverokê

Ma Em Dikarin ji Kesên Muqedes re Dua Bikin?

Ma Em Dikarin ji Kesên Muqedes re Dua Bikin?

Cewaba Kitêba Pîroz

 Na. Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em tenê ji Xwedê re bi navê Îsa Mesîh dua bikin. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got: “Hûn bi vî awayî dua bikin: Bavê me yê li ezmanan, navê te pîroz be” (Metta 6:9). Wî qet ji şagirtên xwe re negot ku ji xeynî Xwedê ew dikarin ji kesên muqedes, melek, yan ji hin kesên din re dua bikin.

 Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re tiştekî din jî got: “Rê, rastî û jiyan ez im. Heta ku ne bi destê min be, tu kes nayê ba Bav” (Yûhenna 14:6). Tenê Îsa pêxember ji aliyê Xwedê ve hatiye tayînkirin ku ji bo xêra me mehderê bike, yanî çawa ku ebûqatek li ber hakim dipeyive, wisa jî Îsa Mesîh bi Yehowa re ji bo xêra me dipeyive (Îbranî 7:25).

Gelo ez dikarim hem ji Xwedê hem ji kesên muqedes re dua bikim?

 Wekî ku Îsa pêxember ji Îblîs re gotibû: “Ji min dûr keve, Îblîs! Çimkî hatiye nivîsîn: ‘Biperize Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike’” (Metta 4:10). Xwedê ji me dixwaze ku em bi hal û hereketên xwe tam dilsoz bin. Gerek em tenê ji Xwedê re îbadet û dua bikin (Îşaya 48:11).

 Eger em ji xeynî Xwedê ji kesên din re, heta ji kesên wekî melek yan muqedes re dua bikin, emê dilê Xwedê biêşînin. Gava ku Yûhennayê şandî dixwest ji melekekî re dua bikira, melek ji wî re got: “Nebe ku tu vê yekê bikî! Ez xizmet-hevalê te û xizmet-hevalê birayên te me, yên ku şahidiya Îsa bi wan re ye. Biperize Xwedê” (Peyxam 19:10).