Here Naverokê

Gelo Xwedê Tenê Enerjî ye?

Gelo Xwedê Tenê Enerjî ye?

Cewaba Kitêba Pîroz

 Hêza Xwedê bêsînor e. Xwedê bi milyaran stêrk çêkirine, û ji bo vê, helbet hêz yan enerjiyeke mezin lazim bû (Îşaya 40:25, 26).

 Lê belê, Xwedê ne tenê enerjiyeke bêşexsiyet e. Li gor Kitêba Pîroz, hîsên Xwedê hene. Mesela, ew ji hin tiştan hez dike yan nefret dike (Zebûr 11:5; Yûhenna 3:16). Wekî din, Kitêba Pîroz rêyî me dide ku kirinên însanan dikarin dilê Xwedê şa bikin yan biêşînin (Zebûr 78:40, 41).