Here Naverokê

Ezman Çi ye?

Ezman Çi ye?

Bersiva Kitêba Pîroz

 Peyva “ezman” di Kitêba Pîroz de sê wateyên sereke di nav xwe de digire: (1) ezmanên fîzîkî, (2) alema ruhî û (3) sembola otorîteyê. Di her rewşê de, kontekst xuya dike ku maneya rast ya vê peyvê çi ye. a

  1.   Ezmanên fîzîkî. Di vê wateyê de, peyva “ezman” ji bo atmosfera erdê tê bikaranîn. Li wê derê ba digerin, teyr difirin, ji ewran berf û baran çêdibin, û birûsk diçirisin (Zebûr 78:26; Methelokên Silêman 30:19; Îşaya 55:10; Lûqa 17:24). Wekî din, ev peyv dikare bê maneya fezayê, cihê “roj û heyv” û stêrkan (5. Mûsa 4:19; 1. Mûsa 1:1).

  2.   Alema ruhî. Peyva “ezman” carinan ji bo ezmanên ruhî yan alema ruhî jî tê gotin. Ezmanên ruhî derveyî gerdûna fîzîkî ne û warê hebûnên ruhî ne (1. Qiralan 8:27; Yûhena 6:38). Ev ezmanên ruhî hem warê Yehowa Xwedê ne, yê ku “ruh e”, hem jî warê melekan e, yên ku Xwedê ew afirandine (Yûhena 4:24; Meta 24:36). Car caran, peyva “ezman” melekên dilsoz, yên ku “civata ezmaniyan” in, temsîl dike (Zebûr 89:5-7).

     Wekî din, Kitêba Pîroz peyva “ezman” carinan bi taybetî ji bo warê ruhî, yê ku Yehowa lê dimîne, bi kar tîne (1. Qiralan 8:43, 49; Îbranî 9:24; Peyxam 13:6). Mesela, Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku Şeytan û cinên wî wê ji ezmanan bên avêtin der. Ji wê demê û vir ve, êdî destûra wan tune bû ku derbasî warê Yehowa bibin. Lê belê, wan dikaribû li alema ruhî bimînin (Peyxam 12:7-9, 12).

  3.   Sembola otorîteyê. Nivîsarên Pîroz peyva “ezman” carinan ji bo mertebeyeke bilind, ya ku bi piranî bi otorîteya hukimdariyê ve girêdayî ye, bi kar tînin. Gelo kî dikare vê otorîteyê bi dest bixe? Ka bala xwe bide van mînakan:

    •   Yehowa Xwedê, yê ku Serwerê herî mezin e (2. Dîrokan 32:20; Lûqa 15:21).

    •   Padîşahiya Xwedê, hukimdariya ku wê bikeve şûna hukimdariyên mirovî. Kitêba Pîroz vê Padîşahiyê wek “ezmanên nû” bi nav dike (Îşaya 65:17; 66:22; 2. Petrûs 3:13). b

    •   Şagirtên Îsa Mesîh, yên ku xwediyê hêviya jiyana li ezmanan in (Efesî 2:6).

    •   Hukûmetên mirovî, yên ku xwe li ser welatiyên xwe bilind kirine (Îşaya 14:12-14; Danîêl 4:20-22; 2. Petrûs 3:7).

    •   Cinên ku niha li ser dinyayê hukim dikin (Efesî 6:12; 1. Yûhena 5:19).

Li ezmanan çi heye?

 Li alema ruhî bi sedan milyon mexlûqên ruhî hene. Ew her tim ji Yehowa Xwedê re xizmetê dikin û “daxwaza wî tînin cih” (Zebûr 103:20, 21; Danîêl 7:10).

 Kitêba Pîroz ezmanan wekî ronahiya ku dibiriqe bi nav dike (1. Tîmotêyos 6:15, 16). Hêzekîêl pêxember di dîtiniyeke ezmanî de dît ku ezman dibiriqî. Û Danîêl pêxember jî dît ku li ezmanan “çemekî ji agir diherikî” (Hêzekîêl 1:26-28; Danîêl 7:9, 10). Ezman pîroz, yanî paqij û xweşik e (Zebûr 96:6; Îşaya 63:15; Peyxam 4:2, 3).

 Tiştên ku Kitêba Pîroz der heqê ezmanan de eşkere dike bêemsal û bêhempa ne (Hêzekîêl 43:2, 3). Dîsa jî, ji ber ku alema ruhî ji hêza fikir û ramanên me mezintir e, em nikarin bi temamî fehm bikin ku ezman çi ye.

a Peyva Îbranî, ya ku wek “ezman” hatiye wergerandin bi îhtimaleke mezin ji koka peyva “bilind” yan “bilindahî” tê (Methelokên Silêman 25:3). Binêre ferhenga The New Brown, Driver, and Briggs Hebrew and English Lexicon of the Old Testament, rûpel 1029.

b Çavkaniyek dibêje ku ezmanên nû, yên ku Îşaya 65:17 behsa wan dike, tên wateya “hukûmeteke nû, padîşahiyeke nû” (McClintock and Strong’s Cyclopedia, cîld IV, rûpel 122).