Derbazî serecemê

Gelo Şedên Yehowa ser Hevqetandinê Ça Dinihêrin?

Gelo Şedên Yehowa ser Hevqetandinê Ça Dinihêrin?

Derheqa zewacê û hevqetandinê, em nihêrandina Kitêba Pîroz hildidin hesab. Xwedê usa zewac saz kiriye, ku jin û mêr tu car ji hev neqetin. Li gora Kitêba Pîroz bona hevqetandinê tenê menîk heye, ew heye qavî (Metta 19:5, 6, 9).

Gelo Şedên Yehowa alîkariyê didine wan jin-mêra, yên ku zewacêda hevdu fem nakin?

Belê. Ewana alîkarî didin bi saya:

  • Edebyata. Ew edebyet jin-mêra hêlan dikin ku nava problêmada jî zewaca xwe xwey kin û qewî kin. Mesele, binihêrin gotar “Zewacêda Aminî Xwey ke”, “Çawa Hîn bin Bibaxşînin?”, û “Çawa Zewacêda Îtbarî Vegerînin?

  • Civata. Ser civîn û civatên meyî mezin, em hertim şîretên kêrhatî distînin, yên ku alî jin-mêra dikin heleqetiya xwe baş kin.

  • Rûspiya. Rûspiyên civatê bi vê yekê alî jin-mêra dikin, ku şîretên ji Kitêba Pîroz wanra dixûnin, mesele yên usa ku Efesî 5:22-25-da nivîsar in.

Heger Şedêkî Yehowa dixwaze ji jin yan mêrê xwe biqete, gelo lazim e ku pêşiyê ew îzinê ji rûspiya bixwaze?

Na. Hela hê vî çaxî jî gava jin-mêr derheqa problêmên xwe rûspiyara gilî dikin û alîkariyê dixwazin, îzina rûspiya tune dewsa wan tiştekî safî kin (Galatî 6:5). Lê çaxê kesek nihêrandina Kitêba Pîroz hilnade hesab û safî dike ji hevalzewacê xwe biqete, dîsa jî ser hîmê Kitêba Pîroz îzna wî kesî tune yekî dinra bizewice (1 Tîmotêyo 3:1, 5, 12).

Şedên Yehowa ser başqejîtinê ça dinihêrin?

Kitêba Pîroz yên zewicî hêlan dike ku vî çaxî jî ji hev dûr nekevin, çaxê gelek problêmên wan hene (1 Korintî 7:10-16). Heger ewana duada alîkariyê ji Xwedê bixwazin, prînsîpên Kitêba Pîroz bidine xebatê û hindava hevda hizkirinê bidine kifşê, hingê ewana dikarin hêsa gelek problêma safî kin (1 Korintî 13:4-8; Galatî 5:22).

Lê van derecên giranda ku jêrê têne gotinê, hine Şedên Yehowa safî kirine wekî ji hevalzewacê xwe başqe bin:

  • Gava ew înkar dike malbeta xwe xwey ke (1 Tîmotêyo 5:8).

  • Aliyê fîzîkîda ziyanê dide malbeta xwe (Zebûr 11:5).

  • Aliyê ruhanîda ziyanê dide. Mesele, çaxê hevalzewac zorê dike, ku ew qanûnên Xwedê pêpes ke. Van derecada Şedê Yehowa dikare safî ke ji hevalzewacê xwe dûr keve, wekî “gura Xwedê” bike, ne ku meriva (Karên Şandiya 5:29).