Derbazî serecemê

Gelo bi rastî Şedên Yehowa, Malbeta Hildişînin?

Gelo bi rastî Şedên Yehowa, Malbeta Hildişînin?

 Em Şedên Yehowa her tiştî dikin ku malbeta xwe û malbetên merivê xwe qewî kin. Em hesab dikin ku Xwedê heye Sazkarê malbetê (Destpêbûn 2:21-24; Efesî 3:14, 15). Bi saya Prînsîpên Kitêba Pîroz, Xwedê alî gelek meriva dike ku ewana malbetên qewî, û bextewar saz kin.

Çi cûre Şedên Yehowa malbetên xwe qewî dikin?

 Em her tiştî dikin ku şîretên Kitêba Pîroz malbeta xweda bidine xebatê, ew yek alî me dike çawa mêr, jin û dê-bav, ça lazime cabdariya xwe malbetêda bînin sêrî (Metelok 31:10-31; Efesî 5:22–6:4; 1 Tîmotêyo 5:8). Şîretên Kitêba Pîroz, aliyê malbetên usa jî dikin, neferên kîjana cûre-cûre rêlîgiyada nin (1 Petrûs 3:1, 2). Werên em dîna xwe bidin, çi dibêjin hine meriv jin yan mêrê kîjana bûne Şedê Yehowa:

  •   “Şeş salên pêşin, malbeta meda timê şer û dew bûn. Lê çaxê Îvêtî bû Şeda Yehowa, ewê destpêkir diha hizkirinê û sebirê bide kifşê. Bi saya wê yekê malbeta me hate xweykirinê” (Klaûêr, Brazîlya).

  •   “Çaxê mêrê min Çansa destpêkir tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn be, ez miqabilî wê yekê bûm, çimkî ez difikirîm ku ewana malbetê hildişînin. Lê paşê min fem kir ku Kitêba Pîroz alî me kir, zewaca xwe qewî kin” (Agnês, Zambiya).

 Xizmetiyêda em nîşanî meriva dikin ku çawa şîretên Kitêba Pîroz dikarin alî wan bikin

Gelo qebûlkirina rêlîgiyeke din, malbetê ji hevdu diqedîne?

 Sed heyf lê cara usa diqewime. Mesele, sala 1998 ser hîmê lêkolîna kampaniya sosyalî Sofres, ji 20 zewaca 1, rastî problêma dihat, çimkî mêr yan jin dibû Şedê Yehowa.

 Îsa pêşda got ku şagirtên wî wê malbetêda rastî şer-dewa bên (Metta 10:32-36). Terîxzan, Wîl Diûrant dibêje “wekî di împêriya Romêda, Mesîhîtî dihate hesabê sebebê hilşandina malbetê” a, û îro jî Şedên Yehowa wê yekêda neheq dikin. Lê bi rastî Şedên Yehowa wê yekêda neheq in?

Dîwana Mafên Meriva ya Ewropayê

 Çaxê Dîwana Mafên Meriva ya Ewropayê pirsa Şedên Yehowa ku yan çi ewana malbeta hildişînin, şêwir dikir, got “wekî gelek car meniya şer-dewên malbetê ew e, ku neferên wî naxwazin ku ew rêlîgiya xwe qebûl bike û ser hîmê baweriya xwe bijî”. Dîwan berdewam kir got ku: “Ew problêma hemû malbeta ne, li kîjanada neferên malê cûre-cûre rêlîgiya qebûl dikin”. b Lê hela hê derecên usada jî Şedên Yehowa her tiştî dikin ku li gora wê temiya Kitêba Pîroz bijîn: “Ji ber xirabiyêva xirabiyê li tu kesî nekin. . . . Çiqas ji dest we tê, tevî hemû meriva edilayiyêda bin.” (Romayî 12:17, 18).

Çira Şedên Yehowa safî dikin, ku tenê bawermendên xwe bistînin?

 Şedên Yehowa wê temiya Kitêba Pîroz hildidin hesab li kîderê tê gotinê wekî hevalzewac gerekê “bawermendê Xudan be”, dêmek endemê ji rêlîgiya wî be (1 Korintî 7:39). Ew şîreta Kitêba Pîroz bi bîlanî ye. Mesela di Jûrnala derheqa Malbet û Zewacê ya sala 2010 dihate gotinê, wekî “mêr û jinên, rêlîgiya edet û baweriya kîjanî yeke”, diha baş hevdu fem dikin. c

 Lê Şedên Yehowa, endemên teşkîleta xwe hêlan nakin ku ji jin yan mêrê xwe biqetin yên ku ne Şedên Yehowa ne. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Heger jina birakî nebawer be û bixwaze tevî wî bimîne, bira wê bernede. Û jineke ku mêrê wê nebawer be û ew bixwaze tevî wê bimîne, bira ji wî neqete.” (1 Korintî 7:12, 13). Şedê Yehowa pey rêberiya wê şîretê diçin.

a Binihêre “Qeyser û Mesîh” rûpêla 647.

b Dîna xwe bidin safîkirina Dîwana Ewropayê bi navê “Civaka Rêlîgî Ya Şedên Yehowa li şeherê Moskowê û yên mayîn miqabilî Rûsyayê”, rûpêla 26-27, abazasa 11.

c Binihêre “Jûrnala Zewac û Malbet”, Para 72 (Tebax 2010), rûpêla 963.