Derbazî serecemê

Şedên Yehowa Perê Qurbankirî ser Çi Xerc Dikin?

Şedên Yehowa Perê Qurbankirî ser Çi Xerc Dikin?

Bi saya perê qurbankirî şixulên teşkîleta me yên rêlîgî û hûmanîtarî têne kirinê. Em wan tişta dikin ji bo nêtekê, dêmek ku alî meriva bikin bibine şagirtên Îsa Mesîh (Metta 28:19, 20).

Em tu car perê qurbankirî nadin xebatê wekî kesekî dewletî kin. Em rûspiyara yan jî xizmetkarên mayînra pera nadin. Usa jî Şedên Yehowa pera nastînin ku mal bi mal xizmet dikin. Ewên ku fîlîalên meda û ofîsa serekeda xizmet dikin, dêmek usa jî endemên Koma Rêberiyê, bona xizmeta xwe pera nastînin.

Mesele, Perên Qurbankirî Têne Xerckirinê ser:

  • Neşirkirina Edebyeta: Em bi mîlyona Kitêbên Pîroz û edebyeta weldigerînin, çap dikin, dişînin cûre-cûre welata û bê pere bela dikin. Xêncî vê yekê, li ser malpera me jw.org û “JW Library” app, edebyetên meye elektronîk hene ku dikarin bêpere û bêyî rêklam xwera bikişînin.

  • Avakirin û Xweykirina Avaya: Em ava dikin avayên ku bona hebandinê didine xebatê, û gava lazim e wana teze dikin. Xêncî vê yekê, em fîlîala û ofîsa ava dikin. Wêderê heçî zef şixul xizmetkar bi rezedilî dikin, û bi saya vê yekê perên qurbankirî kêm têne xerckirinê.

  • Şixulê Rêberîkirinê: Hemû xercên şixulê ofîsa sereke, fîlîal û ofîsên welgerandinê, û usa jî xercên şixulê berpirsiyarên rêvî, pê perê qurbankirî têne dadanê, yên ku bona şixulê hemdinyayê têne qurbankirinê.

  • Şixulê Belakirina Mizgînê: Şedên Yehowa bona belakirina mizgînê û hînkirina “xebera Xwedê” pera nastînin (2 Korintî 2:17). Îro jî mîna Mesîhiyên qirna yekê hine xizmetkarên hînkirî yên ku heçî zef wedê xwe xizmetiyêda xerc dikin, hine pera distînin seva kiriya xwe û hewcên mayîn (Fîlîpî 4:16, 17; 1 Tîmotêyo 5:17, 18).

  • Şixulê Hînkirinê: Civatên meyî mezin pê perê qurbankirî têne sazkirinê. Xêncî vê yekê, em programên aûdîo û vîdêo derdixin ku ser hîmê Kitêba Pîroz in. Em usa jî mektebên bona rûspiya û xizmetkarên hertim derbaz dikin, wekî ewana kifşkirina xweda hê cêribandî û pêşdaçûyî bin.

  • Alîkarî Wedê Xezeba: Gava teşqelên tebiyetê yan xezebên mayîn diqewimin, em xem dikin bona vê yekê ku xwarin, av, û cî-sitara wan hebe, yên ku ziyan standine. Alîkariya vî cûreyî em ne tenê didine bawermendên xwe, lê usa jî merivên mayîn (Galatî 6:10).