Derbazî serecemê

Çawa Xercên Şixulê Şedên Yehowa Têne Dadanê?

Çawa Xercên Şixulê Şedên Yehowa Têne Dadanê?

Xercên şixulê meye hemdinyayê heçî zef têne dadanê pê qurbankirinên bi rezedilî, ku Şedên Yehowa dikin. a Civatên meda qutiyên qurbankirinê hene, û usa jî malpera me jw.org-da, ser rûpêla “Qurbankirin”, cûrê perequrbankirinên mayîn rêzkirî ne. Her kes xwexa safî dike ku bona şixulê hemdinyayê, hewcên civatê, yan bona herdu jî pera qurban ke.

Ji Şedên Yehowa nayê dewakirinê dehek, yan jî pareke ji hebûkê qurban bikin (2 Korintî 9:7). Em ser civatên xwe pera top nakin, û em pera hilnadin bona hatinê, nixumandinê, çelkirinê, dewata yan jî bona qeydên mayîne rêlîgî. Em tu car pê tiştên firotanê, fêstîvala, cejina, xwarina yan jî qewimandinên mayîn, pera top nakin û ne jî dewa dikin. Navên wan ku pera qurban dikin nayêne eyankirinê (Metta 6:2-4). Ser malper û edebyetên me rêklam tune ne.

Her civateke Şedên Yehowa mehê carekê derheqa xerc û hesabên civatê elam dike, û her kes dikare haş ji wan hesaba hebe. Pere û xercên civata her gav têne hesabkirinê, wekî bawer bin ku perê qurbankirî rast têne xerckirinê (2 Korintî 8:20, 21).

Mêtodên Qurbankirinê

  • Qutiyên bona qurbankirinê: Hûn dikarin Odên Civatada, civatên mezinda, yan jî ser civînên mayîn, xût pera yan çêkên pera bavêjine qutiyên bona qurbankirinê.

  • Onlayn perequrbankirin: Gelek welatada hûn dikarin rûpêla “Perequrbankirin bona Şedên Yehowa” bidine xebatê, wekî pê kartên krêdîtê yan dêbîtê, pê bankê yan jî pê mêtodên elektronîkêye mayîn pera qurban kin. b Gelek Şedên Yehowa xwera her meh başqe pere top dikin, wekî pê mêtodeke ku jorê hatibûn dayînê, her gav pera qurban kin (1 Korintî 16:2).

  • Qurbankirinên pêşda safîkirî: Hine mêtodên qurbankirinê lazim e pêşda safî bikin, û/yan jî tevî qanûnzana şêwir kin. Bi saya vê yekê, dibe ku hûnê bikaribin xercên welatê xwe bidine xebatê. Hinekara înformasiya derheqa dokûmêntên mal û milk pêşkêşkirinê û wesîyetname, kêrhatî bû. Ji kerema xwe tevî fîlîala Şedên Yehowa têklî bin, hergê hûn dixwazin pê wan mêtodên jêrê pera qurban bikin:

    • hesabên bankê

    • kontraktên garantî û pênsiyayê

    • mal û milk

    • aksiya û dokûmêntên qîmet

    • wesîyetname

Hergê hûn dixwazin hê zêde derheqa mêtodên perequrbankirinê yên mihala xweda pêbihesin, binihêrin rûpêla “Perequrbankirin bona Şedên Yehowa”.

a Kesên ne Şedên Yehowa jî, yên ku dixwazin piştgiriya şixulê me bikin, bi şabûnê qurbana dikin.

b Ça vê yekê bikin, binihêrin vîdêo bi navê “Çawa bi saya Malperê Qurbana Bikin”.