Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çaxê Giran Nexweş Dikevin

Çaxê Giran Nexweş Dikevin

“Çaxê ez pêhesiyam ku pişik û rûviyê minda nexweşiya kanserê heye, min zanibû îda îlac tune”. Lê çaxê ez ji nexwaşxanê vegeriyame mal, min xwera got: ‘Rast e ez hîviya vê yekê nîbûm, lê ez gerekê rêkê bivînim, wekî evê yekê teyax kim’”. -Lînda, 71 salî.

“Ez diçerçirim ji nexaşiya giran, kîjan ku hukum dike ser nêrvên sifetê min aliyê çepê. Carna ji bo êşa qayîm ez dikevime dêprêsiyayê. Gelek car min xwe tenê texmîn dikir û difikirîm, wekî xwe bikujim”. -Êlîs 49 salî.

HERGÊ merivê teyî hizkirî, giran nexweş ketiye û ber mirinê ye, tu zanî ku ev yek derdekî çiqas giran e. Xencî wê yekê tera çetin e vê derecêda êmosiyên xwe kontrol kî. Tirs û xem dikarin hê pêşda bên, xût çaxê zehmet dibe qenckirina baş û pera bona vê yekê bivînî, yan jî çaxê derman xirab hukum dikin. Ji bo nexweşiya giran, aliyê êmosiyalîda halê benda hê xirab dibe.

Gelo, kîderê em dikarin alîkariyê bivînin? Gelek meriva têderxistine, wekî ewana hingê berdiliya mezin distînin, çaxê Xwedêra dua dikin û rêzên hêlanî ji Kitêba Pîroz dixûnin. Alîkarîk jî dikarin bistînin ji hizkirin û piştgirya neferên malê û hevala.

ÇA HINEKA TEYAX KIRIN

Robêrtê 58 salî dibêje: “Baweriya xwe Xwedê bîne û ew wê alî te bike ber nexweşiyê teyax kî. Yehowara dua bike. Wîra gilî ke çi dilê teda ne. Ruhê pîroz û qewatê ji wî bixwaze, wekî bikaribî vê halê xweda qudûm nekevî û rihetiya dil xwey kî. Xwedê wê alî te bike, wekî hela hê neferên mala xwe jî bişidînî.

“Çaxê malbeta te aliyê êmosiyalîda piştgiriya te dike, ev alîkarîke gelek mezin e. Tune bû roj, wekî kesekî minra têlê nexista û derheqa halê min nepirsiya. Hevalên min ji cûre-cûre ciya piştgiriya min dikirin. Wana alî min dikir, wekî xwe baş texmîn kim, çi ku bi rastî qewatê dide min”.

Hergê kesek ji hevalên te giran nexweş e, dîna xwe bidê Lînda çi dibêje: “Merivê nexweş dixwaze usa bijî ça hergav û diqewime wê nexwaz be derheqa nexweşiya xwe xeber de. Lema jî tevî wî derheqa wan tişta xeber de, ser çi jî we her roj xeber dida”.

Qewata Xwedê, berdiliya ji Nivîsarên Pîroz, piştigiriya malbetê û hevala, dikare alî me bike bawer bin, wekî hêja ye berdewam kin bijîn, hela hingê jî gava em giran nexweş in.