Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ji Qurbanbûna Îsa Mesîh Karê Bistîne

Ji Qurbanbûna Îsa Mesîh Karê Bistîne

 Her sal ser temamiya dinyayê Şedên Yehowa û bi mîlyona mêvanên din tevayî top dibin, wekî Bîranîna Mirina Îsa Mesîh derbaz kin, çawa ku temî hatiye dayînê (Lûqa 22:19). Ev cejin alî me dike fem kin û bişêkirînin, ku Îsa bona însanetê emirê xwe berva daye. Ev usa jî nîşanî me dike, ku qurbana Îsa bona me niha çi tê hesabê, û axiriyêda wê çi karê mera bîne (Yûhenna 3:16).

 Tu îsal çûyî ser Êvara Bîranînê yan na? Tu çawa dikarî ji qurbana Îsa karê bistînî? Îsa em hîn kirin, ku em gerekê wan du tiştên ferz bikin:

  1.  1. Derheqa Xwedê û Îsa Pêbihese. Çaxê Îsa bavê xweyî Ezmanara dua kir, ewî got: “Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye” (Yûhenna 17:3).

  2.  2. Li gora vê yekê bijî, çi ku pêhesiyayî. Îsa got ku em gerekê hînkirinên wî jîyîna xweda bidine xebatê. Mesele, ewî wedê Xizmetiya ser Çiyê giliyên xwe xilaz kir bi vê yekê, ku payê wan meriva da, kî ku “gotinên [wî] dibihê û diqedîne” (Lûqa 6:46-48). Û dereceke dinda jî ewî got: “Heger hûn vê yekê zanin, hûnê xwezilî bin gava biqedînin” (Yûhenna 13:17).

 Tu dixwazî derheqa Xwedê û Îsa hê zêde pêbihesî? Tu dixwazî pêbihesî ku ça jîyîna xweda bidî xebatê çi ku pêhesiyayî? Vira hine înformasiya hatine dayînê ku çawa vê yekê bikî.

Kûrsa hînbûna Kitêba Pîroz

 Kûrsa hînbûna Kitêba Pîroze bêpere, îda alî gelek meriva kiriye ku Kitêba Pîroz lêkolîn kin û çi ku pêhesiyane, emirê xweda bidine xebatê.

  •   Bikeve ser rûpêla Kûrsa Hînbûna Kitêba Pîroz, ku hê zêde derheqa vê bernamê pêbihesî.

  •   Binihêre vîdêo Ji Hînbûna Xweye Kitêba Pîroz Şabûnê Bistîne, ku bivînin Şedên Yehowa çawa hînbûnê derbaz dikin.

Civatên Şedên Yehowa

 Şedên Yehowa heftê du cara ser civata top dibin, ev cî têne navkirinê Odên Civata. Ser civata em Kitêba Pîroz şêwir dikin û hîn dibin, ku ça van hînkirina emirê xweda bidine xebatê.

 Derê Odên Civata bona gişka vekirî ne, eseyî nîne ku tu Şedê Yehowa bî wekî bêyî wêderê. Ji derecên vî mihalîva girêdayî ye, hela tu dikarî herî odê, yan pê vîdêokonfêrênsiyayê têklî bî.

  •   Binihêre vîdêo Çi Diqewime Oda Civatêda?, seva ku haş pê hebî ku wêderê çi diqewime.

Gotar û vîdêoyên bi onlayn

 Bi saya gotar û vîdêoyên ser vê malperê, hûnê bikaribin diha zêde derheqa hînkirinên Îsa û kara qurbanbûna wî pêbihesin.

 Mesele, seva ku pêbihesin, ku çawa mirina merivekî bi mîlyona merivara kar aniye, bixûnin gotar “Çi Cûre Îsa Xilazkarê Me ye?” û “Seva Çi Îsa Çerçirî û Mir?” yan jî binihêre vîdêo Çima Îsa Mir?