Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

CreativeDesignArt/DigitalVision Vectors via Getty Images

HIŞYAR BIMÎNIN!

Gelo Dinya Bê Rasîzmê Rêalî ye?—Kitêba Pîroz Derheqa Vê Yekê Çi Dibêje?

Gelo Dinya Bê Rasîzmê Rêalî ye?—Kitêba Pîroz Derheqa Vê Yekê Çi Dibêje?

 Gelek meriv difikirin, wekî dinya bê rasîzmê tişteke nerêalî ye.

  •   “Rasîzm mîna jerê ye, ew berdewam dike ziyanê bide hemû teşkîleta, komên sosyalî û hemû merivên din. Ji bo rasîzmê heta roja îro meriv firqiyê dikine orta mileta”.—Antonyo Gutêrrês, Sêkrêtarê Sereke yê Miletên Yekbûyî.

 Gelo wê bê ew wede ku rasîzm tune be? Kitêba Pîroz derheqa vê yekê çi dibêje?

Nihêrandina Xwedê ser rasîzmê

 Kitêba Pîroz zelal mera dide kifşê, ku Xwedê ça dinihêre ser merivên ji cûre-cûre mileta.

  •   “[Xwedê] hemû miletên dinyayê ji xûnekî xuliqand, ku ser rûyê temamiya dinyayê bijîn” (Karên Şandiya 17:26).

  •   “Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta. Lê ji nav her miletîda, yê ku ji wî xof dike û rastiyê dike li wî qebûl e” (Karên Şandiya 10:34, 35).

 Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku hemû meriv çawa malbetek in û wekî Xwedê merivên ji cûre-cûre mileta qebûl dike.

Çawa rasîzm wê bê hildanê

 Rasîzm bi saya Padşatiya Xwedêye ezmanî wê bê hildanê. Ew wê me hîn ke, ku çawa rast xwe dibine kifşê hindava merivên ji cûre-cûre mileta. Meriv wê hîn bin hestên usa nav xweda pêşda bînin, yên ku wê alî wan bikin, firqiyê nekin nav merivên ji miletên din.

  •   “Wê rûniştiyên erdê hînî rastiyê bin” (Îşaya 26:9, ÎM).

  •   “Û wê karê rastiyê bibe selamet û wê bera rastiyê hişbûna abadîn û ewlebûn be” (Îşaya 32:17).

 Îro bi mîlyona meriv ji Kitêba Pîroz pêdihesin, ku çawa qedirê merivên ji miletên din bigirin û wana qîmet kin.