Derbazî serecemê

ALÎKARÎ BONA MALBETÊ | ROLA DÊ-BAVA

Çawa Tevî Zarên Xwe Derheqa Rasîzmê Xeber din

Çawa Tevî Zarên Xwe Derheqa Rasîzmê Xeber din

 Dibeke zara we îda biçûktayêda texmîn dike, ku hine meriv firqiyê dikine orta hev ji bo rengên çermê wan, yan jî ji bo miletê wan. Çawa alî zara xwe bikin, wekî ev nihêrandina nerast, ser wan hukum nebe? Usa jî hûn çi dikarin bikin, hergê hine meriv tevî zara we nebaş in çimkî ew ji miletê wan nîne?

Vê gotarêda

 Çawa tevî zara xwe derheqa cûre-cûre mileta xeber din

 Hûn çi dikarin şirovekin. Ser temamiya dinyayê, meriv ji hev cude dibin bi reng-rûyê xwe, bi qeyd-edeta, û ew yek bi rastî jî hewas e. Ji cudebûna usa meriv hindava hevda xwe nebaş didine kifşê.

 Lê li gora Kitêba Pîroz, hemû meriv ji merivekî pêşda hatine. Dêmek em dikarin bêjin, wekî hemû meriv yek in.

[Xwedê] hemû miletên dinyayê ji xûnekî xuliqand” (Karên Şandiya 17:26).

 “Me fem kir ku çaxê zarên me tevî cûre-cûre merivên ji miletên din xeber didin, ewana fem dikin wekî her meriv hêjayî hezkirin û qedir e”.—Karan.

 Çawa zara xwera şirovekin ku rasîzm çi ye

 Zû yan dereng zarên we wê nûçeyada derheqa tiştên nebaş bibihên ku ji bo rasîzmê qewimîne. Lê ça hûn dikarin zara xwera şirovekin, ku çira ew yek diqewime? Hûn gerekê hildin hesab, ku zara we çend salî ye.

  •   Zarên biçûk. Jûrnalekêda bi navê Parents, giliyên psîxoloj Elîson Brîsko-Smît nivîsar in: “Zarên biçûk rind texmîn dikin ku çi heq e çi na. Ev yek mecaleke baş e, wekî tevî wan derheqa neheqiyê xeber din”.

Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta. Lê ji nav her miletîda, yê ku ji wî xof dike û rastiyê dike li wî qebûl e” (Karên Şandiya 10:34, 35).

  •   Mektebvanên biçûk. Zarên ji 6 heta 12 salî, timê pirsên gelek çetin didin. Her tiştî bikin wekî caba pirsên wan bidin. Tevî zara xeber din derheqa wan tişta, çi ku ewana mektebêda, têlêvîziyonêda û întêrnêtêda pêdihesin. Wedê xeberdanê, tevî wan şêwir kin, wekî firqîkirina orta miletada, ew tiştekî nerast e.

“Ser nêtekê bin, ser hev şewat bin, hev hiz bikin, rem û şkestî bin” (1 Petrûs 3:8).

  •   Mektebvanên mezin. Çaxê zar mezin dibin, ewana dikarin tiştên hê çetin fem bikin. Lema jî, mecala weye baş heye, wekî tevî zarên xwe wê yekê şêwir kin, çi ku hûn derheqa firqîkirina orta mileta, nûçeyada dibihên.

“Merivên gihîştî . . . yên ku sewdayê xweda ketî-rabûyî ne, qencî û xirabiyê ji hev derdixin” (Îbranî 5:14).

 Em tevî zarên xwe derheqa rasîzmê xeber didin, çimkî zû yan dereng ewana jî wê rastî wê yekê bên. Hergê em derheqa vê yekê xeber nedin, nihêrandina zarên me wê bibe mîna nihêrandina merivên din. Meriv wê gelek înformasiya nerast bidine zarên me, û wê wanra bêjin, wekî ew rast e”.—Tanya.

 Çawa bona zara xwe meseleke baş bin

 Zar çev didine dê-bavê xwe, lema jî hûn gerekê dîna xwe bidine xeberdan û rabûn-rûniştina xwe. Mesele:

  •   Qe usa dibe wekî hûn ser merivên ji miletên din heneka dikin, yan jî wana nimiz dikin? “Zarên we rind dîna xwe didine we ku hûn çi dibêjin û çi dikin, û paşê ewana jî wan tiştada çev didine we” (American Academy of Child and Adolescent Psychiatry).

  •   Gelo we xweş tê tevî merivên ji cûre-cûre kûltûra û mileta wede derbaz kin? Hekîmekî bi navê Alana Nizoma dibêje: “Hergê hûn dixwazin wekî zarên we . . . hindava merivên ji miletên din [baş] bin, hûn xwexa jî gerekê vê pirsêda mesela baş bin”.

“Qedirê hemûya bigirin” (1 Petrûs 2:17).

 “Malbeta me bi sala, ji cûre-cûre welata, mêvan teglîfî malê dikirin. Em derheqa xwarin, miqam û kincxwekirina miletê wan pêdihesiyan. Çaxê me tevî zara derheqa cûre-cûre meriva xeber dida, me dîna xwe nedida ser rasa wan. Û me tu car kûltûra xwe jî ji yên din bilind hesab nedikir”.—Katarîna.

 Çaxê hindava zara weda neheqiyê didine kifşê

 Rast e îro dibêjin ku hemû meriv yek in, lê dîsa jî rasîzm dinêda belabûyî ye. Ev tê hesabê ku zara we jî dikare rastî vê yekê bê, îlahî hergê hindava miletê weda nebaş in. Hergê ev yek biqewime, hûn çi dikarin bikin?

 Îzbatiya pêbihesin. Ewê ku neheqî kiriye, hemdê xwe kiriye, yan ji bo bêfemtiya xwe şaşî kiriye? (Aqûb 3:2) Gelo gerekê ew meriv caba xwe bide, yan hûn dikarin çevê xwe ser vê derecê dadin?

 Ferz e serwaxtiyê bidine kifşê. Kitêba Pîrozda şîreta bîlan heye: “Tu zû nexeyîde” (Waîz 7:9, ÎM). Rast e, gerekê ser rasîzmê çevê xwe danedin, lê ne her bêhurmetkirin nefretî ye, yan jî firqîkirina orta mileta.

 Hemikî derecek cûrekî ye, lema jî heta hûn safî kin tiştekî bikin, pêbihesin ku bi rastî çi qewimî ye.

“Yê hê nebihîstî cabê dide, ew bêhiş û qara wî ye” (Metelok 18:13)

 Çaxê îzbatkirina pêbihesî, pirsên usa bide xwe:

  •   “Hergê zara min ji aliyê meriv tenê hîviya tiştên xirab be û her bêhurmetkirin hesab ke ça nefretkirina miletî, gelo ew yek wê jêra karê bîne?”

  •   “Gelo ev şîreta Kitêba Pîroz wê zara minra karê bîne: ‘Guh nede her tişta ku xelk dibêje’” (Waîz 7:21).

“Bira berbihêriya we hemû merivava eyan be” (Fîlîpî 4:5).

 Çi bikin hergê li zara we neheqî kirine? Alî zara xwe bikin wekî ew fem ke, ku rêaksiya wî ser bêhurmetkirinê dikare yan karê, yan jî zirarê bîne. Carna, ewê ku qerfê xwe merivên din dike yan jî wana bêhurmet dike, hîviyê ye wekî caba wî bidin. Derecên usada wê gelek baş be dîna xwe nedine wan.

“Ser agir ku dar tunebin, agirê vêse” (Metelok 26:20).

 Lê hene derecên usa, kîjanada zar dikare tevî wî merivî xeber de, yê ku ew daye xeydandinê, hemikî hergê ev yek bona zarê xof nîne. Mesele zara we dikare bi nermî usa bêje: “Zanî, bi rastî giliyên te (yan jî kirên te) hindava minda nebaş bûn”.

 Çi bikin, hergê nikarin çevê xwe ser derecê dadin? Hergê zara we bin xofêda ne, yan jî hergê ji bo menîke din hûn difikirin, ku ew derece gerekê bê safîkirinê, tevî mezinên mektebê xeber din, yan hergê lazim be, hela hê tevî polîsa jî xeber din.