Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Military equipment: Anton Petrus/Moment via Getty Images; money: Wara1982/iStock via Getty Images Plus

HIŞYAR BIMÎNIN!

Bi Trîlîona Pere bona Şer Hatiye Xerckirinê—Lê bi Rastî Zirara Vê Yekê Çiqas Mezin e?

Bi Trîlîona Pere bona Şer Hatiye Xerckirinê—Lê bi Rastî Zirara Vê Yekê Çiqas Mezin e?

 Zirara ji bo şer bê hesab mezin e.

  •    “Sala par, serwêrên dewletê weke $2.2 trîlîon pere bona çend şera xerc kirin. Ev hesaba lape mezin e, ku bona şer hatiye xerckirinê”.—The Washington Post, 13 Sibatê, sala 2024.

 Zirar ne tenê aliyê perada hatiye standinê. Were em dîna xwe bidine meselekê: Şerê Ûkraînayêda.

  •   Esker. Li gora hine hesaba, nava van du salên paşinda, weke 500 000 esker şerda hatine kuştinê yan jî birîndarkirinê.

  •   Bineliyên welat. Li gora hesaba Miletên Yekbûyî, zêdetirî 28 000 meriv hatine kuştinê yan jî birîndarkirinê. Lê merivekî xweyîhukum ji Miletên Yekbûyî, got: “Bineliyên welat ji bo vê şerê mezin zirareke gelek mezin standin”. a

 Kul-derdên meriva ser temamiya dinê, ji bo şer û problêmên orta welatada, gelek mezin in.

  •   114 mîlyon meriv ji bo şer û zulmiyê derbazî welatên din bûne.—Li gora hesabên Miletên Yekbûyî, bona meha Îlonê, sala 2023.

  •   783 mîlyon meriv ji bo têrnexwarinê û birçîbûnê diçerçirin. “Meniya vê yekê şer-dewên orta welatada ye, çimkî 70 selef merivên ku birçî dimînin, van ciya dijîn, kîderê ku şer û zulmî diqewimin”.—Programa Hemdinyayê ya Xwarinê.

 Gelo wê bê ew wede, ku îda şer tune bin? Gelo guman heye, ku ser erdê wê edilayî hebe? Gelo wê bê ev wede, ku hemû xureka ser erdê usa bê parevekirinê, wekî tu kes birçî nemîne û kesîb nîbe? Kitêba Pîroz çi dibêje?

Wedê şer

 Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê, ku ser temamiya erdê wê şer hebin. Derheqa şer bi sîmbolîk tê gotinê, ça siyarekî ser hespê.

  •   “Hingê hespekî dinêyî rengê zerda derket û siyarê wîra îzin hate dayînê, ku edilayiyê ji dinyayê hilde, wekî meriv hevdu bikujin. Şûrekî mezin wîra hate dayînê” (Eyantî 6:4).

 Pey wî siyarîra dîsa du siyar tên. Bi sîmbolîk ewana têne hesabê birçîbûn û mirin, ku ji bo nexweşiya û sebebên din pêşda tên (Eyantî 6:5-8). Hê zêde înformasiya derheqa vê pêxembertiyê û derheqa vê yekê, ku çira em dikarin bawer bin wekî ev rojên meda tê sêrî, hatiye dayînê vê gotarêda bi navê “Çar Siyar bi Rastî Kî ne?

Axiriya bi edilayê tije

 Zûtirekê rêsûrsên dinyayê wê îda bona şer neyêne xerckirinê. Lê ev yek wê bi qewata meriva neyê kirinê. Kitêba Pîroz dibêje:

  •   Xwedê “şera dide sekinandinê, her çar qulbên dinyayê” (Zebûr 46:9).

  •   Xwedê wê kul-derdên ji bo şer bi temamî bide hildanê. “Ewê ji çevên wan hemû hêsirên wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştên berê derbaz bûn” (Eyantî 21:4).

  •   Xwedê wê edilayê bîne ser erdê, û tu kes wê nikaribe vê edilayê xirab ke. “Wê gelê min li warê aştiyê, li avayên ewle û li derên rihet û bêxem rûnê” (Îşaya 32:18, ÎM).

 Li gora pêxembertiya Kitêba Pîroz, şer û nîşanên din, ku em îro divînin, îzbat dikin wekî ew wede, ku edilayî wê ser temamiya dinê hebe, îda gelek nêzîk e.

 Xwedê wê bi saya serwêrtiya xweye ser ezmana, dêmek Padşatiya xwe, edilayê bîne ser erdê (Metta 6:10). Seva ku pêbihesin, wekî Padşatiya Xwedê çi tê hesabê û ewê bona însanetê çi bike, binihêrin vîdêo bi navê Çi ye Padşatiya Xwedê?

a Giliyên Mîroslav Yênçî, 6 Kanûna Pêşin, sala 2023.