Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 03

Tu Îtbariya Xwe Kitêba Pîroz Tînî?

Tu Îtbariya Xwe Kitêba Pîroz Tînî?

Kitêba Pîrozda gelek soz û şîret hene. Dibeke tera hewas e ku pêbihesî Kitêba Pîroz çi hîn dike, lê tu xwe ji vê yekê dûr digirî. Gelo hêja ye tu îtbariya xwe soz û şîretên vê kitêba kevin bînî? Tu dikarî wê yekê bawer bikî, çi ku Kitêba Pîroz derheqa jîyîna bextewar dibêje? Bi mîlyona meriva îtbariya xwe vê kitêbê anîne. Tu jî dikarî vê yekêda îzbat bî.

1. Gelo Kitêba Pîroz, kitêba çîroka ye yan rastiyê dibêje?

Kitêba Pîroz rastiyê dibêje (Waîz 12:10). Ew derheqa meriv û qewimandinên rêalî gilî dike (Bixûne Lûqa 1:3; 3:1, 2.) Gelek terîxzan û arxêoloj îzbat bûne, wekî wede, meriv, cî û hine qewimandin, derheqa kîjana Kitêba Pîrozda tê gotinê, rast in.

2. Em çima dikarin bêjin, wekî Kitêba Pîroz îro jî kêrhatî ye?

Kitêba Pîrozda gelek tiştên usa hatine nivîsarê, derheqa kîjana hê tu kesî nizanibû. Mesele, ew derheqa tiştên zandariyê dibêje û tiştên usa, çi ku wî çaxî qe bawer nedikirin. Çi jî hebe, zandariya îroyîn îzbat dike, wekî Kitêba Pîroz rast e. Giliyê vê kitêbê timê “hîmgirtî ne” û “ser rastîyê” ne (Zebûr 111:8).

3. Em çima dikarin bawer bikin, wekî çi ku Kitêba Pîroz derheqa axiriyê dibêje, rast e?

Kitêba Pîrozda tê pêxembertîkirinê a derheqa wan qewimandina, “çi ku hê nebûye” (Îşaya 46:10). Evê kitêbê derheqa gelek qewimandinên terîxiyê, yên ku hingê hê nehatibûn sêrî, rast pêxembertî kiriye. Ev kitêb usa jî hûr bi hûr halê dinya îroyîn şirovedike. Vê dersêda emê çend pêxembertiyên Kitêba Pîroz şêwir kin. Gelek ecêbmayî ye, ku ev pêxembertî çawa rast û hûr bi hûr hatine sêrî!

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese ku çawa zandarî îzbat dike, wekî Kitêba Pîroz rast e, û çend pêxembertiyên mexsûs lêkolîn ke.

4. Zandarî îzbat dike, wekî Kitêba Pîroz rast e

Wedê berê gelek meriv bawer dikirin, wekî erd ser tiştekî sekiniye. Vêxe VÎDÊO.

Dîna xwe bidinê, wekî 3 500 sal pêşda kitêba Îboda çi hatiye nivîsarê. Bixûne Îbo 26:7, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çima ev yek ku erd ser tu tiştî dardakirî nîne, ecêbmayî ye?

Weke 200 sal pêşda derheqa ziviroka avê gelek tişt nizanibûn. Lê dîna xwe bidê, wekî bi hezara sal pêşda Xebera Xwedêda derheqa vê yekê çi hatiye nivîsarê. Bixûne Îbo 36:27, 28, û paşê wan pirsa şêwir ke:

  • Tu çi difikirî derheqa wê yekê, ku Kitêba Pîroz ziviroka avê çawa şirovedike?

  • Ew rêzên ku te niha xwend, baweriya te hindava Kitêba Pîroz qewî dikin?

5. Kitêba Pîroz derheqa qewimandinên ferz pêxembertî kiriye

Bixûne Îşaya 44:27–45:2, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Weke 200 sal pêşda Kitêba Pîrozda derheqa wêrankirina Babîlonê çi hatibû pêxembertîkirinê?

Terîxî dibêje, wekî sala 539 B.D.M. b Koreş Padşê Farisê tevî ordiya xwe Babîlon zeft kir. Wana riya çemê ku bajar diparast, guhastin û ava dora bajêr miçiqî. Hingê dergên bajêr vekirî mabûn û esker bê şer ketine bajêr û zeft kirin. Îda 2 500 sal zêdetir derbaz bûye û heta îro dewsa Babîlonê tenê kevir-kuçik in. Dîna xwe bidê hela Kitêba Pîroz çi pêxembertî kiriye.

Bixûne Îşaya 13:19, 20, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Ev pêxembertiya derheqa Babîlonê ça hate sêrî?

Babîlona wêrankirî Îraqêda (roja îroyîn)

6. Kitêba Pîroz derheqa wedê me jî pêxembertî kiriye

Kitêba Pîroz dibêje, wekî em “rojêd axiriyêda” dijîn (2 Tîmotêyo 3:1). Dîna xwe bidê Kitêba Pîroz derheqa wî wedeyî çi pêxembertî kiriye:

Bixûne Metta 24:6, 7, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Kitêba Pîroz derheqa rojên axiriyê çi pêxembertî kiriye?

Bixûne 2 Tîmotêyo 3:1-5, û paşê wan pirsa şêwir ke:

  • Li gora pêxembertiya Kitêba Pîroz, rojên axiriyêda meriv wê çi cûreyî bin?

  • Li gora van rêza, tu îro kîjan xeyset-hunura nava merivada divînî?

HINE MERIV DIBÊJIN: “Kitêba Pîroz kitêba çîroka ye.”

  • Diha zef çi te dide bawerkirinê, wekî Kitêba Pîroz rastiyê dibêje?

TEMAMKIRIN:

Terîxî, zandarî û pêxembertî îzbat dikin, ku Kitêba Pîroz rastiyê dibêje, lema jî tu dikarî îtbariya xwe vê kitêbê bînî.

Wekilandin

  • Gelo Kitêba Pîroz, kitêba çîroka ye yan rastiyê dibêje?

  • Kitêba Pîroz kîjan tiştada li gora zandariyê rast e?

  • Bi texmîna te Kitêba Pîroz derheqa axiriyê pêxembertiyê dike? Şiroveke.

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Gelo Kitêba Pîrozda aliyê zandariyêda şaşî hene?

“Gelo li gora Zandariyê, Kitêba Pîroz Rast e?” (Gotara ji malperê)

Pêbihese ku pêxembertiya Kitêba Pîroz derheqa Împêriya Yûnanî çawa hate sêrî.

“Gotinên Pêxembertiyêda Em Dudilî Nabin” (5:22)

Pêbihese, ku çawa pêxembertiyên Kitêba Pîroz nihêrandina merivekî ser Kitêba Pîroz guhast.

“Bona Min Xwedê Tune bû” (“Birca Qerewiliyê” № 5, 2017)

a Pêxembertî ew hene elametiyên ji Xwedê derheqa qewimandinên axiriyê.

b B.D.M. tê hesabê “Berî Dewrana Me”, lê D.M. tê hesabê “Dewrana Me”.