Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 01

Kitêba Pîroz Ça Dikare Alî Te Bike?

Kitêba Pîroz Ça Dikare Alî Te Bike?

Her kes ji me dixwaze hê zêde derheqa jîyîn, tengasî, mirin û axiriyê pêbihese. Xêncî wê yekê mera usa jî alîkarî lazim e, ku pirsên usa safî kin, çawa mesele ebûra xwe bikin, bona hewcên xwe xem bikin û malbeta xwe bextewar kin. Kitêba Pîroz alî gelek meriva kiriye, wekî ne tenê cabên pirsên xweye jîyînêva girêdayî bistînin, lê usa jî şîretên kêrhatî bona jîyîna her rojî. Lê bi texmîna te Kitêba Pîroz dikare alî wan meriva bike, kîjana tu nas dikî?

1. Kitêba Pîroz caba kîjan pirsa dide?

Kitêba Pîroz caba wan pirsên ferz dide: Jîyîn çawa pêşda hatiye? Nêta jîyînê çi ye? Çima merivên neneheq diçerçirin? Paşî mirinê çi diqewime? Hergê her kes hizreta edilayê ye, lê çima haqas şer hene? Axiriyêda çi hîviya me ye? Kitêba Pîroz me hêlan dike cabên wan pirsa bigerin, û bi mîlyona meriva îda cabên pirsên xwe standine.

2. Kitêba Pîroz ça dikare alî me bike, ku ji jîyîna xweye herrojî lezetê bistînin?

Kitêba Pîroz şîretên kêrhatî dide me. Mesele, ew hîn dike, ku çawa malbet dikarin bi rastî bextewar bin. Ew usa jî şîretê dide, ku çawa ber strêsê teyax kin û ji xebata xwe şabûnê bistînin. Tuyê derheqa wan têma û gelek têmên din jî, hê zêde pêbihesî. Û dibe ku tu qayîl bî, wekî “temamiya nivîsarê [her tiştên ku Kitêba Pîrozda nivîsar e] ... kêrhatî ye” (2 Tîmotêyo 3:16).

Ev edebyet dewsa Kitêba Pîroz nagire, lê ev te hêlan dike, wekî xwexa Kitêba Pîroz lêkolîn kî. Lema jî em te hêlan dikin, wekî rêzên ji Kitêba Pîroz, kîjan ku her dersên kifşkirîda hene, bixûnî û wana beramberî wê yekê bikî, çi ku hîn dibî.

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese, ku Kitêba Pîroz çawa alî meriva kiriye, tu çawa dikarî ji xwendina vê kitêbê şabûnê bistînî û çima baş e alîkariyê bixwazî, wekî evê kitêbê fem bikî.

3. Kitêba Pîroz dikare rêberiyê me bike

Kitêba Pîroz mîna şewqa qewî ye. Em gerekê Kitêba Pîroz bidine xebatê, çimkî ew mera nîşan dike, ku çawa safîkirinên baş bikin û bivînin çi pêşiya me ye.

Bixûne Zebûr 119:105, û paşê wan pirsa şêwir ke:

  • Nivîskarê vê zebûrê derheqa Xebera Xwedê çi difikirî?

  • Tu derheqa Kitêba Pîroz çi difikirî?

4. Kitêba Pîroz dikare cabên pirsên me bide

Kulfetekê bi saya Kitêba Pîroz caba wan pirsên xwe stand, yên ku nava gelek salada dixwest pêbihesiya. Vêxe VÎDÊO, û paşê wan pirsa şêwir ke:

  • Çawa ji vîdêoyê hate kifşê, kîjan pirsên kulfetê hebûn?

  • Hînbûna Kitêba Pîroz ça alî wê kir?

Kitêba Pîroz me hêlan dike, ku pirsa bidin. Bixûne Metta 7:7, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Bifikire çi pirsên te hene, caba kîjana ku Kitêba Pîroz dikare bide?

5. Tu dikarî ji xwendina Kitêba Pîroz şabûnê bistînî

Gelek meriv ji xwendina Kitêba Pîroz şabûn û kara mezin distînin. Vêxe VÎDÊO, û paşê wan pirsa şêwir ke:

  • Çawa ji vîdêoyê hate kifşê, yên cahil derheqa xwendinê çi difikirin?

  • Rast e hine ji wan cahila xwendinê hiz nakin, lê çima xwendina Kitêba Pîroz wana xweş tê?

Ji Kitêba Pîroz tê kifşê, wekî ew dikare rêberiyê me bike, çi ku wê dilbînî û hêviyê bide me. Bixûne Romayî 15:4, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Tu dixwazî pêbihesî, ku Kitêba Pîroz çi soz dide derheqa dilbînî û hêviyê?

6. Merivên din dikarin alî me bikin, ku Kitêba Pîroz fem bikin

Xêncî wê yekê, gelek meriv ne tenê ji xwendina Kitêba Pîroz şabûnê distînin, lê usa jî çaxê tevî kesekî şêwir dikin. Bixûne Karên Şandiya 8:26-​31, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Em ça dikarin Kitêba Pîroz fem bikin? (Binihêre rêzên 30 û 31).

Merivê Etyopîra alîkarî lazim bû, ku Nivîsarên Pîroz fem bike. Îro jî bona gelek meriya kêrhatî ye, çaxê kesek tevî wana Kitêba Pîroz şêwir dike

HINE MERIV DIBÊJIN: “Hînbûna Kitêba Pîroz badîhewa wede ji te distîne.”

  • Tuyê çi bêjî û çima?

TEMAMKIRIN:

Kitêba Pîroz şîretên bona jîyîna her rojî, cabên pirsên ferz, dilbîniyê û hêviyê dide.

Wekilandin

  • Çi şîreta em dikarin Kitêba Pîrozda bivînin?

  • Kitêba Pîroz caba kîjan pirsa dide?

  • Tu çi dixwazî ji Kitêba Pîroz pêbihesî?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pêbihese, ku şîretên ji Kitêba Pîroz çida kêrhatî ne.

“Hînkirinên Kitêba Pîroz; Serwaxtî Wextda” (“Birca Qerewiliyê” № 1, 2018)

Pêbihese, wekî çawa Kitêba Pîroz alî merivekî kiriye, kîjan ku ji zarotiya xwe rastî problêmên êmosiyalî dihat.

“Ça Jîyîna Min Bextewar bû” (2:53)

Pêbihese, ku çawa şîretên ji Kitêba Pîroz dikarin malbeta te bextewar kin.

“12 Gavên Kêrhatî Bona Bextewariya Malbetê” (“Hişyar Bin!” №2, 2018)

Pêbihese, wekî çawa Kitêba Pîroz zelal dike, ku serwêrê vê dinyayê bi rastî kî ye?

“Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?”; Bi Temamî (3:14)