Derbazî serecemê

KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE

Ez Bêy Qirme Nediçûme Tu Cî

Ez Bêy Qirme Nediçûme Tu Cî
  • SALA BÛYÎNÊ; 1958

  • WELAT; ÎTALYA

  • BERÊ; QAÇAX

JÎYÎNA MINE BERÊ:

Ez hatime bûyînê û mezin bûm herêmekêda ku ji Romê der e, kîderê heçî zef xebatçiyên kesîb dijîtin. Jîyîna min bi zemet û keder tije bû. Min tu car diya xwe nedîtiye, lê tevî bavê xwe yole nediçûm. Ez bi qeydê kûçê mezin bûme.

Deh saliyên xweda min îda diziyê dikir, lê gava ez 12 salî bûm, cara pêşin ez ji mal revîm. Bavê min çend cara ji polîsxanê min derdixist. Ez timê diketime şer-dewa, gelek sert bûm û ser temamiya dinyayê hêrs bûm. Gava ez 14 salî bûm, min serê xwe hilda û îda bi temamî ji mal çûm. Min destpêkir narkotîka bidime xebatê û derva dijîtim. Şev ciyê min tune bû ku serê xwe daynim, lema jî min şûşên avta dişikênand û ez têda radizam, paşê sibetirê min kaniya avê digeriya ku serçevê xwe bişom.

Diztiyêda û qaçaxtiyêda ez bûme hoste. Min îda ne tenê diztiya biçûk dikir, lê min mal û xaniyên mezin dişêland. Nava qaçaxada navê min bilind bû, û axiriyêda min koma qaçaxên nav û dengda qebûl kirin. Bi saya vê yekê, mecala min vebû ku şêlandinên mezin bikim, mesele şêlandina banka. Ji bo xeysetê mine hêrs, nava wan qaçaxada ez bûme xweyîqedir. Ez bêy qirme nediçûme tu cî, min ev hela hê dikire bin belgiyê xwe jî. Zorbetî, narkotîk, qaçaxtî, çêr û bênamûsî jîyîna min bû. Polîs timê dixwest ez bigirtama. Çend cara wana ez digirtim û dikirime kelê.

KITÊBA PÎROZ ÇA JÎYÎNA MIN GUHAST:

Carekê çaxê ez aza bûm, ez çûme cem xatiya xwe. Wî çaxî ew tevî du zarên xwe îda Şedên Yehowa bûn. Wana ez teglîfî civatê kirim. Ez tenê bona vê yekê çûm, ku bivînim hela wêderê çi diqewime. Oda Civatêda, min ya xwe kir ku ber derî rûnêm, wekî hemûşka ku kê dikete odê, bivînim. Ça her gav, min qirme jî tevî xwe biribû.

Ew civîn emirê min bi temamî guhast. Tê bîra min ez xwera fikirîm, ku qey ez ketime planêteke mayîn! Min bi beşera xweş silav dikirin. Heta îro bîra min naçe ew qencî û helalî ku min çevên wanda dît. Rastî jî usa bû, tê bêjî ez ketime dinyake din.

Min tevî Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Çiqas hê zêde ez hîn dibûm, haqas min diha zelal fem dikir ku gerekê ez bi temamî emirê xwe biguhêzim. Min şîreta ji Metelok 13:20 dixwest bidime xebatê: “Hevalê serwaxta serwaxt dertê, hevalê axmaxa xirab dertê”. Min fem kir wekî ez gerekê heleqetiya xwe tevî koma qaçaxa biqetînim. Ew yek nehêsa bû, lê pê alîkariya Yehowa min ew yek kir.

Cara pêşin emirê xweda, min destpêkir kirên xwe kontrol kim

Min xwera qirar kir ku her tiştîda paqij bim. Ez ser xwe dixebitîm, wekî terka cixarê û narkotîka bidim. Min porên xweye dirêj birî, guhar ji guhê xwe derxist, û îda çêra nedikir. Cara pêşin emirê xweda, min destpêkir kirên xwe kontrol kim.

Min xwendinê û lêkolînkirinê tu car hiz nedikir. Lema jî wedê lêkolîna Kitêba Pîroz, minra çetin bû hiş-aqilê xwe bidim ser. Lê min aliyê xweda her tiştî dikir ku vê yekêda pêşda herim. Hêdî-hêdî hizkirina min hindava Yehowa diha mezin dibû, û dilê minda tiştek hate guhastinê, belê îsafa min hişyar bû. Ez gelek car ji bo xwe dilteng dibûm, û diketime şikê ku gelo Yehowa bona hemû zulmiya min hindava meriva, wê bikaribe bibaxşîne min. Wî wedeyî, min derheqa Dawid dixwend, ku Yehowa gunên wîyî giran baxşand, û dilê min rihet dibû (2 Samûyêl 11:1–12:13).

Çetinayîke din bona min ew bû, ku minra çetin bû mal bi mal xizmet kim (Metta 28:19, 20). Çaxê ez difikirîm derheqa vê yekê ku xizmetiyêda ez dikarim rastî wan bêm, hindava kêda min xirabî kiribû, tirs dikete dilê min. Lê ez ser xwe gelek dixebitîm û hêdî-hêdî ew tirsa min çû. Min îda şabûneke mezin distand ji vê yekê, ku alî meriva dikir derheqa Bavê meyî ezmana pêbihesin, yê ku bi dil û can dibaxşîne.

ÇI KAR MIN STAND:

Ez sax mam, çimkî derheqa Yehowa pêhesiyam. Heçî zef ji hevalên mine berê yan mirî ne, yan jî kelêda nin, lê ez bi jîyîneke bextewar dijîm û gumana min bona axiriyê heye. Ez hîn bûm milûk, guhdar, û xwegirtî bim û hêrsa xwe kontrol kim. Û min kareke mezin ji vê yekê stand. Ez îda hindava merivada heyf im. Hin jî ez zewacêda bextewar im, navê jina mine delal Karmên e. Em tevayî alî meriva dikin ku Kitêba Pîroz hîn bin û ji vê yekê em şabûnê distînin.

Ez îro bi helalî dixebitim. Cara xebata min bankêva girêdayî ye, lê ez îda ne ku bona şêlandinê diçim wêderê, lê bona temizkirinê!