Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE

Tenê Saleke Edilayê û Bextewariyê Bide Min

Tenê Saleke Edilayê û Bextewariyê Bide Min
  • SALA BÛYÎNÊ: 1971

  • WELAT: FRANSA

  • BERÊ: TEVÎ KRÎMÎNALA GIRÊDAYÎ BÛ, BÊNAMÛSÎ DIKIR, Û NARKOTÎKA DIDA XEBATÊ

JÎYÎNA MINE BERÊ:

Malbeta min dijît Têlankorêda, di gundê Fransayêda, li bakûra-rohilatê. Bavê min Frans bû, lê diya min Îtalyan e. Çaxê ez heyşt salî bûm, em derbazî Romê (Îtalya) bûn, li wê derê me mihaleke kesîbda dijît. Jîyîna di wêderê seva malbeta me gelek çetin bû, û dê-bavê min her roj ji bo kêmasiya pera şer dikirin.

Kengê ez 15 salî bûm, diya min ez hêlan dikirim, wekî derêm ji mal û xwera hevala bivînin. Lema jî ez ser gelek wext ji malê diçûm. Hine wede şûnda ez ketime nava komeke merivê xirab. Rojekê merivek nêzîkî min bû, ew dihata xanê gelek hevalhiz, û ewî narkotîk da min. Min narkotîk hilda, çimkî min dixwast bidime kifşê ku ez îda mezin im. Ez gelek zû ketime nav dinya ku bi narkotîkê û bênamûsiyê tije ye. Gelek car zorbetî min dikirin, û ez xirab dikirim. Bona min emir tu tişt nedihate hesabê, û minra yek bû ezê bimirim yan sax bimînin. Ez gelek dilteng bûm, û min xwe tenê texmîn dikir. Çaxê ez 16 salî bûm, min dixwast xwe bikujim. Min botlek vîskî vexwar û xwe avîte golê. Û ez sê roja ketime komê.

Paşî wê yekê min emir qîmet kir, lê ez bûme merivekî hêrs û qelp. Min usa dikir ku meriv razî bin, wekî tevî min bikevine heleqetiya sêksûalî, di mala wanda min narkotîk dida wan, û min tiştên wanî biha didizî. Merivên sereke di krîmînalêda ez didame xebatê, seva ez narkotîkê nav temamiya Îtalyayê bela kim. Gelek car problêmên min tevî polîsyayê hebûn. Nêta emirê min tune bû, min nikaribû emirê xwe kontrol kira, lê yeke min bawer dikir ku gerekê menî hebe ku çira ez dijîm. Min Xwedêra dua dikir ku tenê saleke edlayê û bextewariyê bide min.

KITÊBA PÎROZ ÇA JÎYÎNA MIN GUHAST:

Çaxê ez 24 salî bûm, min safî kir derbazî Înglîstanê bim. Çimkî ez tevî krîmînaliyê girêdayî bûm û ji bo wê yekê emirê min dikete bin xofê. Pêşiya ku ez biçûma min serîk diya xwe xist, û ez gelek ecêbmayî mam, çaxê min li wêderê dît merivekî, bi navê Anûnsêato Lûgara, yê ku tevî diya min derheqa Kitêba Pîroz xeber dida. * Min zanibû derheqa emirê wîyî krîmînal, lema jî ez tirsiyam û min ji wî pirsî ku çira ew li wir e. Ewî minra gilî kir derheqa guhastinên mezin, kîjan ku ewî di emirê xweda kiribû, seva ku bibe Şedê Yahowa. Û ewî xwest ku ez soz bidime wî, wekî ez çaxê herime Înglîstanê, rastî Şedên Yahowa bêm û xeberdim. Ez qayîl bûm ku evê yekê bikim. Lê çawa ku ez gihîştime cî, ez dîsa vegeriyame jîyîna xweye berê.

Carekê ez rastî Şedekî hatim, kîjan ku li meydana Londonê jûrnalên “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!” bela dikir. Sozê ku min dabû Anûnsêato kete bîra min, û min ji wî Şedeyî xwest ku tevî min hînbûnê destpêke.

Çi ku ez ji Kitêba Pîroz pêdihesiyam, ez ecêbmayî dikirim. Mesele, ser min gelek hukum bû rêza ji 1 Yûhenna 1:9, kîderêda ku derheqa Xwedê tê gotinê: “Lê heger em gunêd xwe bidine rûyê xwe, ew xweyê sozê xwe ye û heqiyê dike, wê gunêd me bibaxşîne û me ji hemû neheqiya paqij ke”. Ew rêz gelek dilê min girt û min fem kir, ku ez merivekî netemiz im, çimkî nerast dijîm. Min derbêra destpêkir herime ser her civatên Şedên Yahowa. Ewana bi şabûnê berbi min dihatin. Kengê min didît hevaltiya wane nêzîk tevî hev, dêmek ew yek çi ku min timê dixwast, min jî xwest bibime neferekî malbeta wane ruhanî.

Rast e minra çetin nîbû narkotîkê biterikînim û emirê xirab bihêlim, lê minra diha çetin bû xeysetê xwe rast kim. Min texmîn kir ku ez gerekê merîfet û qedir bim hindava meriva. Bi rastiyê ez heta niha şer dikim tevî hine xeysetên xweyî nebaş. Lê bi alîkariya Yahowa min îda gelek tişt nav xweda guhast. Weke şeş meh wedê hînbûna Kitêba Pîroz ez hatim nixumandinê ça Şedên Yahowa. Ew yek qewimî sala 1997 da.

ÇI KAR MIN STAND:

Paşî nixumandinê ez zewicîm tevî Barbarayê, ew jî teze bibû Şedê Yahowa. Çaxê hevalê minî berê dît ku ez ça hatime guhastinê, ewî jî destpêkir hînbûna Kitêba Pîroz. Axiriyêda ew û xûşka wî jî bûne Şedên Yahowa. Usa jî xûşka pîrika min kîjan 80 salî zêdetir bû, destpêkir hînbûna Kitêba Pîroz, û paşî nixumandinê wedek şûnda mir.

Niha di civata xweda ez xizmet dikim ça rûspî, û tevî jina xwe xizmet dikin ça pêşengê hertim, û hînbûna Kitêba Pîroz tevî merivên ku ser zimanê Îtalî di Londonêda xeberdidin. Carna ez dikevime dêprêsîê seva emirê xweyî berê, lê Barbara alîkarîke mezin e bona min. Û niha malbeteke mine usa heye kîjan ku min timê dixwest ku hebe, û Bavekî minî usa heye kîjan ku min timê dixwest ku hebe. Min ji Xwedê xwest ku tenê saleke edilayê û bextewariyê bide min, lê ewî ji wê zêdetir da min!

Niha malbeteke mine usa heye kîjan ku min timê dixwest ku hebe, û Bavekî minî usa heye, kîjan ku min timê dixwest ku hebe

^ abz. 10 Binihêre gotar “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze: Ez bê Qirme Tu Cîkîda Nediçûm”, gilî kir Anûnsêato Lûgara, di “Birca Qerewiliyêda” 1 Tîrmehê, sala 2014, rûpêla 8-9.