Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Rêberiya Rast û Nerast: Rêberiya ku Karê Tîne

Rêberiya Rast û Nerast: Rêberiya ku Karê Tîne

Dîna xwe bidinê, ku çawa şîretên Kitêba Pîroz bona çar derecên emirva girêdayî, alî bi mîlyona meriva kirin, û ewana îzbat bûn wekî şîretên Kitêba Pîroz bi îtbar in.

1. Zewac

Nihêrandina meriv ser zewacê û ser vê yekê ku çi gerekê bikin wekî zewac bextewar be, ji hev cude dibe.

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “Ji we her kes jî bira jina xwe hiz bike çawa xwe û jin jî qedirê mêrê xwe bigire” (Efesî 5:33, DT).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Xwedê zewac saz kiriye, lema jî ew rind zane cotên zewicîra çi lazim e, seva ku bextewar bin (Markos 10:6-9). Cotên zewicî hingê bextewar in, gava ewana dîna xwe didine ne ser vê yekê, çi ku yek ji wan dikare bistîne, lê çi her kes ji wan dikare bike, wekî zewaca wan qewî be. Malxê ku kulfeta xwe hez dike, evê yekê wê bi xemkirinê eyan ke. Û kulfeta ku qedirê malxê xwe digire, evê yekê wê bi xeberdan û kirên xwe eyan ke.

ŞÎRETA KITÊBA PÎROZ KARÊ TÎNE: Kûang û kulfeta wî Tî, yên ku ji Viyetnamê ne, bawer bûn ku zewaca wan wê îda tu car bextewar nîbe. Kûang hindava kulfeta xwe gelek car heyf nîbû. Ew dibêje: “Min hestên kulfeta xwe qe hilnedida hesab û gelek car dilê wê dêşand”. Kulfeta wî dibêje: “Min dixwest ku em ji hev biqetin, çimkî min îda nikaribû ne qedirê wî bigirta û ne jî îtbariya xwe wî bianiya”.

Axiriyê, Kûang û Tî pêhesiyan ku Kitêba Pîroz çi hîn dike û ça ewana dikarin Efesî 5:33 bidine xebatê. Kûang dibêje: “Ev rêz alî min kir fem kim, ku çiqas ferz e heyf bim û usa bikim, wekî kulfeta min hezkirinê texmîn ke, û usa jî aliyê matêriyalî, fîzîkî û êmosiyalîda bona wê xem bikim. Min dît ku çaxê ez usa dikim, kulfeta min hezkirinê û qedir hindava min dide kifşê”. Kulfeta wî dibêje: “Min têderxist ku çiqas hê zêde ez Efesî 5:33 didime xebatê û qedirê malxê xwe digirim, haqas hê zêde ez hezkirina wî û piştgiriya wî texmîn dikim, usa edilayî dikeve dilê min”.

Seva ku hê zêde înformasiya derheqa zewacê pêbihesin, bixûnin jûrnala Hişyar bin! № 2 ya sala 2018, bi navê “12 Gavên Kêrhatî Bona Bextewariya Malbetê” ser jw.org.

2. Çawa Xwe Hindava Meriva Bidine Kifşê

Meriv gelek car firqiyê dikine nava meriva ji bo milet, berek, bejn-bal, rêlîgiya yan jî oriyêntasiya sêksûalî.

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “Qedirê hemûya bigirin” (1 Petrûs 2:17).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Kitêba Pîroz hîn nake ku meriva nefret kin ji bo milet, berek yan jî ji bo homosêksûaliyê. Dewsê ev hêlan dike ku hindava hemû merivada qedir bidine kifşê, firqî tune ewana ji çi miletî ne, ji çi berekî ne, dewletî ne yan kesîb in (Karên Şandiya 10:34). Wî çaxî jî hergê em qayîl nînin tevî bawerî yan kirên meriva, em dîsa ji qenciyê û qedir didine kifşê (Metta 7:12).

ŞÎRETA KITÊBA PÎROZ KARÊ TÎNE: Daniyêl usa hatibû hînkirinê, wekî ser merivên ji Asyayê usa binihêre ça ser merivên xof bona welatê xwe. Ewî her merivên ji miletê Asyayê nefret dikir û gelek car ber merivên din wana bêhurmet dikir. Ew dibêje: “Ez difikirîm, ku bi vî cûreyî min welatê xwe diparast. Ez ne jî serva diçûm, ku fikir û kirên min nerast bûn”.

Axiriyê Daniyêl pêhesiya, ku Kitêba Pîroz çi hîn dike. Ew giliyên usa dibêje: “Min gerekê bi temamî nihêrandina xwe biguhasta. Min gerekê ser meriva usa binihêriya ça Xwedê dinihêre, çimkî em hemû jî yek in û firqî tune em ji kîderê ne”. Daniyêl dibêje: “Niha çaxê ez tevî meriva dibime nas, gelek car ez ne jî difikirim ewana ji kîderê ne. Ez merivên ji hemû mileta hez dikim û hevalên min ji cûre-cûre welata ne”.

Seva ku hê zêde înformasiya pêbihesin, bixûnin Hişyar bin! № 3 ya sala 2020, bi navê “Tu ser Merivên Din Çawa Dinihêrî?” ser jw.org.

3. Pere

Gelek meriv pey hebûkê dikevin, seva ku bextewar bin û axiriyê bi jîyîneke baş bijîn.

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “Şehrezayî sitar e, pere jî sitar e, lê feydeya zanabûnê ev e ku şehrezayî jiyana xweyê xwe diparêze” (Waîz 7:12).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Pere mera lazim e, lê ev yek nikare bextewariya rast û axiriya baş mera bîne (Metelok 18:11; 23:4, 5). Bextewariya rast û axiriya bêxof, em dikarin bistînin tenê bi saya vê yekê, hergê bîlaniya ji Kitêba Pîroz ya ku ji Xwedê ye bistînin (1 Tîmotêyo 6:17-19).

ŞÎRETA KITÊBA PÎROZ KARÊ TÎNE: Kardo yê ku ji Endonezyayê ye, pey hebûkê ketibû. Ew dibêje: “Cem min her tişt hebû, çi ku meriv hizret bûn. Ez diçûm cûre-cûre welata û min tiştên biha dikirî, ereba û mala”. Lê ev yek dirêj nekişand. Ew berdewam dike: “Ez hatime xapandinê, perê ku min nava haqas salada qazanc kiribû derbekêra unda bûn. Temamiya emirê xwe ez pey hebûkê ketibûm, lê axiriyê ez bê tu tişt mam, lema jî min xwe dilteng û bêkêr texmîn dikir”.

Kardo destpêkir şîreta ji Kitêba Pîroz derheqa pera emirê xweda bide xebatê. Ewî îda dîna xwe nedida ser hebûkê, lê destpêkir bi emirekî hêsa bijî. Ew dibêje: “Hebûka herheyî ev heye heleqetiya te tevî Xwedê. Niha ez şev rihet radizêm û ez bi rastî bextewar im”.

Seva ku hê zêde înformasiya derheqa nihêrandina Kitêba Pîroz ser pere pêbihesin, bixûnin gotara bi navê “Gelo Xwendina Bilind û Hebûk Axiriya Baş Tînin?Birca Qerewiliyêda № 3 ya sala 2021, ser jw.org.

4. Sêks

Nihêrandina meriva ser sêksê ji hev cude dibe.

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “Ji qaviyê dûr bin. Bira ji we her kes jî zanibe qalibê xwe helal û bi namûsî xwey ke, ne bi xwestina temê xirab, mîna pûtparista, yên ku Xwedê nas nakin” (1 Têsalonîkî 4:3-5).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Kitêba Pîroz sînora ser xwestinên sêksûalî datîne. Xebera qavî, usa jî tê hesabê bênamûsî, pûtparistî, heleqetiya sêksûalî orta merivên nezewicî, homosêksûalî û herimandina tevî heywana (1 Korintî 6:9, 10). Heleqetiya sêksûalî ev pêşkêşa ji Xwedê ye, ya ku tenê bona wan kesa ye, kê zewacêda nin (Metelok 5:18, 19).

ŞÎRETA KITÊBA PÎROZ KARÊ TÎNE: Kulfeteke bi navê Kaylî, ya ku ji Avstralyayê ye, dibêje: “Çaxê ez nemêrkirî bûm, ez difikirîm ku hergê ez tevî kesekî bikevime heleqetiya sêksûalî, ezê bêxof û hezkirî xwe texmîn kim. Lê bi rastî, min xwe dilteng û xofêda texmîn dikir”.

Wede şûnda, Kaylî şîreta derheqa nav-namûsiyê ji Kitêba Pîroz pêhesiya û emirê xweda da xebatê. Ew dibêje: “Ez divînim ku normên Yehowa alî min dikin dilteng nebim û êşê texmîn nekim. Niha ez diha xwe bêxof û hezkirî texmîn dikim, çimkî wan tişta dikim, çi ku Yehowa ji me dewa dike. Çaxê min destpêkir rêberiya ji Kitêba Pîroz bidime xebatê, ev yek min ji xemên zêde xilaz kir!”

Seva ku hê zêde înformasiya pêbihesin, bixûnin gotara bi navê “Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Jîyîna Tevaye bê Zewac?” ser jw.org.

Efirandarê me alî me dike bizanibin çi rast e û çi nerast e. Erê, timê hêsa nîne guh bidine normên wî, lê dîsa jî hêjaye qewatê bona vê yekê bidine xebatê. Em dikarin bawer bin, ku ev yek wê şabûna herheyî mera bîne.