Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo ev yek ku em îtbariya xwe nihêrandina xwe tînin, wê hertim alî me bike safîkirinên rast bikin?

Rêberiya Rast û Nerast: Gelek Meriv ser Hîmê Çi Safîkirina Dikin

Rêberiya Rast û Nerast: Gelek Meriv ser Hîmê Çi Safîkirina Dikin

Bona geleka kirên hine meriva dikarin rast bêne kifşê, lê kirên hineka nerast. Mesele kuştin, rûreşkirin û xirabkirina zara tê sûcdarkirinê, lê heqî, qencî û dilşewatî tê qîmetkirinê. Lê gelek meriv difikirin, ku ewana xwexa dikarin safî kin çi rast e çi na, çaxê xeberdan diçe derheqa heleqetiya sêksûaliyê, helaliyê û mezinkirina zara. Ewana difikirin wekî hemû safîkirinên ku ewana dikin rast in. Gelek car meriv li gora nihêrandina xwe, yan jî nihêrandina merivên din safîkirina dikin. Gelo ew yek timê rast e?

NIHÊRANDINA ME

Em gelek car safîkirina ser hîmê hestên xwe, yan jî ser hîmê îsafa xwe dikin (Romayî 2:14, 15). Hela hê zarên biçûk jî dikarin cudebûna orta kirên heq û neheq bivînin. Wede pey wedera îsafa me ser hîmê vê yekê tê hînkirinê, çi ku em ji malbeta xwe hîn dibin, ji hevalên xwe, ji dersdarên xwe, ji merivên dor-berî xwe, ji rêlîgiyayê û ji kûltûra xwe. Çaxê em safîkirina dikin, îsafa me mera dide kifşê safîkirina me rast e yan na.

Îsafa me dikare me hêlan ke, wekî em heqiyê, dilşewatiyê û razîbûnê hindava merivên din bidine kifşê. Ew yek usa jî dikare ji vê yekê me xwey ke, ku dilê wan meriva neêşînin yên ku bona me qîmet in, yan jî ji wan tişta me xwey ke, çi ku dikare me bide şermê, yan jî dilteng ke.

Gelo em dikarin timê îtbariya xwe nihêrandina xwe bînin? Cahiltiya xweda Garîk bi emirekî usa dijît derheqa kîjanî ew dibêje, “Min xwexa safî dikir çi ez dixwazim bikim, lê çi na”. Lê ewî dît ku ev yek çi ku ewî rast hesab dikir, berên baş nedianî. Cûrê emirê wî bi bênamûsiyê, narkotîkayê, îçkê û zulmiyê tije bû.

NIHÊRANDINA MERIVÊN DIN

Xêncî hestên me, gelek car nihêrandina meriva ser safîkirinên me hukum dikin. Ev yek dikare alî me bike karê ji zanebûn û bîlaniya wan bistînin. Çaxê em vê yekê dikin çi ku malbeta me, hevalên me, merivên dor-berî me difikirin ku rast e, wî çaxî ewana qedirê me digirin.

Gelo em dikarin timê îtbariya xwe nihêrandina merivên din bînin? Cahiltiya xweda Prîsîla kete heleqetiya sêksûalî, ew tişt gelek belabûyî bû nav hevalên wêda. Paşê ewê fem kir, wekî tiştên ku meriv hesab dikin rast, bi rastî lê bextewar nekirin. Ew dibêje: “Ew yek min bire berbi vê yekê ku min tiştên xof û nerast kir”.

GELO HEYE SAFÎKIRINA DIHA BAŞ?

Çaxê em safî dikin çi ye rast û nerast, hestên me û hestên merivên din vê yekêda roleke mezin dilîzin. Lê gelek car ew safîkirin ne hertim dibe berbi axiriya baş. Em dikarin xwexa ji safîkirina xwe ziyanê bistînin û bivînin ça bijartina me dikare ser me û merivên din hukum ke (Metelok 14:12). Wî çaxî jî hergê em yan jî merivên din difikirin, wekî filan tişt rast e, dîsa jî ew yek dikare ziyanê bîne. Diqewime wedekî rabûn-rûniştandina konkrêt nerast dihate hesabê, lê niha rast tê hesabê. Dikare cûrekî mayîn jî biqewime, wekî rabûn-rûniştandina kîjan berê rast dihate hesabê, niha dikare nerast bê hesabê.

Gelo ev yek ku em îtbariya xwe nihêrandina merivên din tînin, wê hertim alî me bike safîkirinên rast bikin?

Gelo heye diha rêberiya baş, ya ku wê alî me bike safî kin çi rast e û çi nerast e? Gelo em dikarin xwe kîjan rêberiyê bigirin, ji bo çi emê ça niha usa jî axiriyê dilteng nebin?

Çiqas baş e ku heye rêberiya bi îtbar, ya ku her kes dikare bide xebatê. Gotara dinda emê pêbihesin, ku kîderê em dikarin rêberiya bi îtbar bivînin, seva ku fem kin çi rast e û çi nerast e.