Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo Xwendina Bilind û Hebûk Axiriya Baş Tînin?

Gelo Xwendina Bilind û Hebûk Axiriya Baş Tînin?

Gelek meriv difikirin wekî ewên ku xwendina bilind standine û dewletî ne, bextewar û xweykirî ne. Ewana bawer dikin, wekî xwendina ûnîvêrsîtêtêda dikare alî meriv bike ku ew bibe xebatçiyê diha baş, diha kêrî malbetê bê, û bibe bajarvanê diha baş. Ewana usa jî diqewime difikirin, wekî bi saya xwendina bilind wê xebateke baş destxin û gelek pere çêkin, û usa bêderd bijîn.

BIJARTINA GELEKA

Dîna xwe bidine Zan Çên ku ji Çînê ye, çi dibêje: “Min tirê seva ku ez kesîbiyêda nejîm û bextewar bim, lazim e xwendina bilind bistînim û xebateke baş destxim”.

Seva axiriyêda pêşdaçûyî bin û bêxof bijîn, meriv her tiştî dikin, wekî ûnîvêrsîtêtên nav û dengda hîn bin, besa xeberê welatên dinda. Ev yek gelek belabûyî bû pêşiya pandemiya COVID-19, gava çûyîn-hatin orta welatada hebû. Li gora hesabekî ya sala 2012 “nav temamiya dinyayê 52% şagirtên ûnîvêrsîtêta, yên ku welatên xerîbda hîn dibûn, bineliyên Asyayê bûn” (The Organisation for Economic Co-operation and Development).

Dê-bav gelek cefa û zemetê dikişînin, seva ku zarên wan welatekî dinda xwendina bilind bistînin. Ksîang ji Teywanê gilî dike: “Dê-bavê min dewletî nîbûn, lê wana her çar zarên xwe şandine kolêca Dewletên Yekbûyî”. Seva ku perê hînbûna wan bidin, malbeta wî mîna malbetên din, gelek deyn kirine stûyê xwe.

GELO KARA VÊ YEKÊ HEYE?

Gelek merivên ku pey xwendina bilind û pera diketin, dilşkestî mane

Xwendina bilind dikare hine aliyava jîyînê baş ke, lê gelek car şagirtên ûnîvêrsîtêta nastînin vê yekê, hîviya çi jî bûn. Mesele, paşî haqas cefa û deynên mezin, gelek meriv nikarin xebateke usa bivînin ku wana dixwest. Li gora hesabeke Rêyçêl Mûî, rojnemeke Sîngapûrêda usa hate gotinê: “Hê zêde û zêde şagirtên ku ûnîvêrsîtêta xilaz dikin, nikarin xwera xebatê bivînin”. Cêncê ji Teywanê, ku xwendina lapî bilind standiye, dibêje: “Gelek meriv mecbûr in xebata usa qebûl kin, ku qe layîqî xwendina wanî bilind nîne”.

Lê yeke ewên ku xebatê xwera li gora pêşê xwe dîtine, dîsa jî divînin wekî jîyîna wan usa nehatiye guhastinê çawa ku wana dixwest. Nîran ji Taylandê, çaxê paşî hînbûna bilind Keyaniya Yekbûyîda vegeriya malê, xwera xebat li gora pêşê xwe dît. Ew dibêje: “Ça jî ez hîviyê bûm, bi saya xwendina bilind min xebateke usa dît, ku min gelek pere qazanc dikir. Lê çiqas hê zêde tu pera distînî, haqas hê zêde qewat û wede ji te tê dewakirinê. Axiriyêda, ev kompaniya kîderê ez dixebitîm, min û heçî zef xebatçî ji xebatê derxist. Hingê min fem kir wekî tu xebat jîyîna bêxof nayne”.

Hela hê merivên dewletî jî rastî çetinaya tên, mesele malbetêda, aliyê sihet-qewatêda û aliyê perada. Katsûtûşî ji Japonyayê, tîne ser xwe: “Perê min zef bû, tiştek min kêm nîbû, lê yeke ew yek minra şabûn nedianî, çimkî merivên din hevsûdiya min dikirin, minra diketine lecê û min bêhurmet dikirin”. Lam, jinikeke ji Viyetnamê, dibêje: “Ez divînim gelek meriv pey xebata baş dikevin, çimkî difikirin pere wê wanra jîyîna rihet û bêderd bîne, lê bi rastî cûrekî mayîn dibe, ewana bin tirsêda dijîn, sihet-qewata wan xirab dibe, êmosiyalîda hal dikevin û dikevine dêprêsiyê”.

Mîna Franklîn, gelek meriva têderxistine wekî ji xwendina bilind û pere tiştên diha ferz hene. Dewsa ku jîyîna xweda pey pera û hebûkê kevin, hinek difikirin heger ewana hindava meriva heyf bin, hingê jîyîna wan wê baş be. Lê gelo ew yek dikare mera axiriya baş bîne û me bi rastî bextewar ke? Gotara dinda emê caba vê pirsê pêbihesin.