Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çaxê Hevalzewac Neamin e

Çaxê Hevalzewac Neamin e

“Çaxê mêrê min got, wekî ew min dihêle, ku bigihîje yeke cahil, min nedixwest bijîm. Dilê min gelek dêşiya, xût çaxê min dikire bîra xwe, ku seva xatirê wî, min çiqas tişt qurban kir”. -Marya ji Îspanyayê.

“Çaxê jina min nişkêva ez hîştim, qey tê bêjî nîvê bedena min mir. Hemû xwestin, nêt û hêviya me teribîn. Hebûn rojên usa, çaxê min dixwest hinekî bême ser hişê xwe û problêmên xwe bidime alîkî, lê ez dîsa jî diketime mitala”. -Bîl ji Îspanyayê.

NEAMINÎ zewacêda tişteke gelek çetin e. Lê hineka safî kirine bibaxşînine hevalzewacê xwe û dîsa heleqetiya xwe baş kin. * Çaxê bende pêdihese derheqa neaminiya hevalzewacê xwe, firqî tune ew zewaca xwe xwey dike yan na, yeke ev gelek wext dilteng dimîne. Gelo çi dikare alî wî bendeyî bike, ku berdiliyê bistîne?

BERDILIYA JI KITÊBA PÎROZ

Rast e neaminiya hevalzewac êşeke qayîm tîne, lê dîsa ewên ku vê derecêda zirarê ketine, dilbînî ji Nivîsarên Pîroz standine. Ewana pêhesiyane, wekî Xwedê hêsir û êşa dilê wan divîne û bona wan xem dike (Malaxî 2:13-16).

“Dema xem hundirê min bigirin, xemrevînên te dilê min kêfxweş dikin” (Zebûr 94:19).

Bîl dibêje: “Çaxê min ew rêz dixwandin, min texmîn dikir çawa Yehowa mîna bavekî bi hizkirinê tije, êşa dilê min sivik dike”.

“Tu aminara amin î” (Zebûr 18:25).

Karmên mêrê kîjanê ku neaminiya xwe bi meha vedişart, dibêje: “Mêrê min, minra neamin bû. Lê ez îzbat bûm wekî Yehowa timê amin e. Ewê tu car nehêle ez bikevim”.

“Bona tu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be. Û edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we yektiya Mesîh Îsada xwey ke” (Fîlîpî 4:6, 7).

Maşa dibêje: “Min her car ev rêz dixwandin. Û çiqas hê zêde min Xwedêra dua dikir, haqas hê zef Xwedê edilaya dil dida min”.

Ew hemû meriv derheqa kîjana ku jorê hatiye gotinê, qudûm ketibûn. Lê wana îtbariya xwe Yehowa Xwedê anîn û ji Xebera Wî berdilî distandin. Bîl dibêje: “Çaxê jîyîna min paşopê çû, baweriya min, nêta jîyîna min zêde kir. Rast e ez ber devê mirinê bûm, lê dîsa jî Xwedê ‘tevî min’ bû” (Zebûr 23:4).

^ Seva hê zêde elametî, derheqa wê yekê bibaxşînin yan na, binihêrin jûrnala “Hişyar Bin!” sala 1999, 22 Nîsanê, gotara “Çaxê Hevalzewac Neamin e”.