Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Bê Dest Min Rastî Hemêz kir

Bê Dest Min Rastî Hemêz kir

Çaxê meriv nişkêva ditirsin, ewana xwe li tiştekî digirin. Lê ez evê yekê nikarim bikim, çimkî dest-milên min tunê. Ez heft salî bûm çaxê hekîma milên min birîn, seva ku ez xilaz bim.

Ez sala 1960-da hatime bûyînê, û hingê diya min 17 salî bû. Bavê min hê pêşiya bûyîna min, em hîştin. Min diya xweva mala kalik-pîrka xweda li Magdeburgêda dijît. Ew bajarekî biçûk bû di Almanîyaya Rohilatê. Heçî zef ji meriya wê derê Atêîst bûn û maltbeta min jî. Me Xwedê înkar dikir.

Biçûktayêda min timê tevî kalikê xwe wede derbaz dikir. Ewî cûre-cûre şixulên biçûk dida min, mesele ez hildikşiyame ser baxa û min çiqilên wan dibirî. Mira hewas bû wan şixula bikim. Ew wedekî şa û bê xem bû.

JI BO QEZIYÊ JÎYÎNA MIN HATE GUHASTINÊ

Çaxê ez heft salî bûm û koma dudada bûm, ez ketime qeziyake giran. Gava ez ji mektebê wedigeriyame mal, min xwest hilkşim ser stûna elektrîkiyê kîderê ku têlên tokê pêva bûn. Çaxê ez 8 mêtra hilkşiyame jorê, nişkêva tokê qayim min xist û ez xeriqîm. Ez nexweşxanêda hişyar bûm û min dest-milên xwe texmîn nedikir. Ji bo tokê dest-milên min gelek şewitî bûn, û lema jî seva ku înfêksîya derbazî xûnê nebe hekîma herdu milên min birîn. Dê û kalik-pîrka min ji bo vê yeke gelek berxweketin. Wî çaxî min heta xilaziyê fem nedikir, ku jîyîna bê dest wê çiqas çetin be.

Çaxê ez ji nexweşxanê derketim, çend wext derbaz bû û ez dîsa wegeriyam mektebê. Zara qerf min dikirin, min dev didan û tişt davîtne min, çimki min nikaribû xwe xweykira. Ji bo vê yekê ez gelek dilteng dibûm. Axiriya-axriyê min şandin Mekteba Bêrkinwêrdir, ya ku seva wan zara bû cem kîjana ku kêmasiyên fîzîkî hebûn. Ev mektêb ji mala min dûr bû, lema jî diya min û kalik-pîrka min nikaribûn timê bihatana û min bidîtana. Min wana tenê wedê tatîlê didît, dêmek wedê hêsabûna mektebê. Nava deha salada ez bê dê û kalik-pîrkê mezin bûm.

BÊ DEST MEZIN DIBIM

Ez hîn bûm hemû şixulên her rojî bi cûrekî teze bikim, dêmek pê nigên xwe. Mesele min pê nigên xwe çengel û kevçî digirt seva ku xwarinê bixum. Ev gelek çetin bû, lê min karibû çar pê bikira. Ez usa jî hîn bûm pê nigên xwe diranê xwe bişom û porê xwe şe kim. Bi tebyetî, meriv wedê xeberdanê destê xwe dibin tînin, lê ez nigên xwe dibim tînim. Dêmek nigên min ça bêjî minra bûne dest.

Cahiltiya xweda min gelek hiz dikir kitêbên fantastîkî bixûnim. Carna min dida ber çevê xwe ku destên min hene, bi saya çi jî ez dikaribûm hemû tiştî bikim. 14 saliya xweda min destpêkir cîxarê bikişînim, çimkî ez difikirîm ku usa ezê mîna hemû meriya bim. Û min xwera digot: “De binihêrin, ez jî dikarim evê yekê bikim. Ewên ku cîxarê dikişînin mêr in û firqî tune ewana bi dest yan bê dest in”.

Ez cûre-cûre şixulava mijûl dibûm û ketime nav şixulên sosiyalî. Û ez bûme endamê Teşkîleteke Almanî ya seva Cahila (FDJ). Dewletê pê pera piştgiriya vê teşkîletê dikir. Ez usa jî ketime nava koma stiranbêja, min şêrên poêtîk digotin û usa jî sportêda kar dikir, yên ku sazkirî bû seva merivên seqet û cem kîjana ku kêmasiyên fîzîkî hebûn. Paşî wê yekê, min destpêkir di kompaniyekêda bixebitim. Wî çaxî min zef cara protêz li xwe dikirin, çimkî min dixwest merivekî tam bim.

RASTIYÊ HEMÊZ DIKIM

Rojekê çaxê ez hîviya trênê bûm seva herime xebatê, mêrekî nêzîkî min bû. Ewî pirs da min: “Dikarî bawer bikî ku Xwedê dikare te qenc ke, wekî destên te dîsa hebin”. Ez gelek ecêbmayî mam. Hemikî min dixwest ku destên min hebin, lê ev yek mira tiştekî nerêalî hate kifşê! Çawa atêîst, ez bawer bûm ku Xwedê tune. Min da kifşê ku mira hewas nîne tevî wî berdewam kim xeber dim.

Hine wede şûnda, hevalxebatkara min ez teglîfî malbeta xwe kirim. Çaxê me qahve wedixwer, dê-bavê wê destpêkirin derheqa Yehowa Xwedê xeber din. Hingê min cara pêşin derheqa navê Xwedê bihîst (Zebûr 83:18). Min dilê xweda got: “Firqî tune navê Xwedê çi ye, çimkî bi rastî Xwedê tune. Ezê îzbat kim, ku ew meriv xwe şaş dikin”. Ez gelek xweda bawer bûm, lema jî qayîl bûm derheqa Kitêba Pîroz tevî wana şêwir kim. Lê ez gelek ecêbmayî mam ku min nikaribû wanara îzbat kim, wekî Xwedê tune.

Çaxê me derheqa pêxembertiyên Kitêba Pîroz şêwir dikir, hêdî-hêdî nihêrandina mine atêîstî, dihate guhastinê. Gelek pêxembertiyên Kitêba Pîroz hatine sêrî, hela hê ev pêxembertî jî yên ku bi seda û hezara sal pêşda hatibûn elam kirinê. Wedê şêwirkirineke me, me halê dinyaye îroyîn beramberî pêxembertiya ji Metta serê 24, rêza 21 kir, û 2 Tîmotêyo serê 3 dikir. Anegorî wê yekê, çawa ku hekîm bi alîkariya hine nîşana dikare têderxe nexweşiya meriva, usa jî ev derecên derheqa kîjanî ku di wan pêxembertiyada tê gotinê, alî min kirin têderxim ku em “zemanêd xirabda” dijîn, çawa ku Kitêba Pîroz nav dike. * Ev yek gelek li ser min hukum kir. Ew pêxembertî ber çevên min têne sêrî.

Hêdî-hêdî min bawer dikir wekî hemû tiştên ku ez pêdihesim, rast in. Min destpêkir Yehowa Xwedêra dua bikim. Rast e min gelek sala cixare dikişand, lê min karibû terka vê yekê bidim. Ez weke salekê Kitêba Pîroz hîn dibûm. Di sala 1986-da, 27 Nîsanê, ez dizîkava di hewzêda hatime nixumandinê.

ALÎKARIYÊ DIDIME YÊN DINÊNA

Ji bo wê yekê ku wî wedeyîda şixulê Şedên Yehowa di Almanyayêda qedexekirî bû, em bi komên biçûk di malada top dibûn. Û min tenê çend xûşk-bira nas dikir. Nişkêva, hukumeta Dewletê îzin da min ku ez derbazî Almanyaya Roavayê bim, kîderê ku şixulên Şedên Yehowa qedexekirî nîbû. Cara pêşin jîyîna xweda, min karibû hazir bim li ser civatên mezine Şedên Yehowa û bi hezara xûşk-bira bivînim. Ev bi rastî jî tişteke mexsûs bû.

Paşî wê yekê çawa ku Dîwarê Bêrlînê hate hilşandinê, qedexekirina şixulên Şedên Yehowa hate hildanê. Axir me îda karibû bi serbestî Yehowa Xwedêra xizmet kin. Min dixwest hê zêde mizgîniya xêrê bela kim, lê minra çetin bû tevî merivên xerîb xeberdanê destpêkim. Ez xweda dudilî bûm ji bo kêmasiya xwe, û ku temamiya zarotiya xwe min wê xaniyêda derbaz kir, yê ku seva merivên seqet bû. Lê di sala 1992-da, min destpêkir mehê 60 siheta mizgîniyê bela kim. Ev yek şabûneke mezin mira anî. Lema jî min safî kir her meh haqas xizmet kim û sê sala min usa dikir.

Ez timê bîra xweda xwey dikim gilî-gotinê ji Kitêba Pîroz: “Kî sist e, û ez jî pêra sist im” (2 Korintî 11:29). Rast e destên min tune, lê hiş û dengê min heye. Lema jî ez hemû tiştî dikim, seva ku alîkariyê bidime yên dinêna. Ez dikarim bi temamî fem bikim wan meriya cem kîjana ku hine kêmasî hene. Ez zanim çiqas çetin e, çaxê tu gelek dixwazî tiştekî bikî lê nikarî. Ez hêlan dikim wan meriya, yên ku ji bo hestên usa dilteng bûne. Çaxê ez bi vî cûreyî alîkariyê didime yên dinêna, ez pir bextewar dibim.

Çaxê ez mizgîniya xêrê merivara bela dikim, ji bo vê yekê ez bextewar dibim

YEHOWA HER ROJ ALÎKARIYÊ DIDE MIN

Hemikî carna ez jî dilteng dibim. Çimkî ez dixwazim merivekî tam bim. Rast e gelek şixulên her rojî ez dikarim xwexa bikim, lê seva vê yekê himberî merivên din, gelek wede û qewata min diçe. Ez her roj dikime bîra xwe ev gilî gotin: “Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min” (Fîlîpî 4:13). Her roj Yehowa qewatê dide min, seva ku bikaribim şixulên her rojî bikim. Ez li ser xwe texmîn dikim, ku çawa Yehowa timê alîkariyê dide min. Lema çi jî hebe, ez dixwazim bi dil û can wîra xizmet kim.

Yehowa ez kerem kirim û malbeteke baş da min, malbeta ku ji zarotiya xweda ez hizret bûm. Kulfeta mine baş heye, Êlkê, ya ku bi hizkirinê tije ye û dilrem e. Xêncî wê yekê, bi mîlyona Şedên Yehowa bûne xûşk-birên mine ruhanî û min malbeteke hemdinyayê qezanc kir.

Tevî kulfeta xweye hizkirî, Êlkê

Ez usa jî dilbîniyê distînim ji sozê Xwedê derheqa Cinetê, kîderê ku wê “her tiştî nû” çêke usa jî destên min (Eyantî 21:5). Çaxê ez difikirim derheqa wê yekê, ku Îsa çi dikir çaxê li ser erdê bû, ez hê rind fem dikim evî sozê Xwedê. Besa xeberê, Îsa yên seqet, şilûşet qenc dikirin û hela hê çaxê guhê merivekî jêkirin, Îsa ew qenc kir (Metta 12:13; Lûqa 22:50, 51). Sozên Yehowa û keremetên Îsa, min didine bawerkirinê ku zûtirekê ezê jî merivekî tam bim.

Lê kerema lape mezin ew e, ku min Yehowa Xwedê nas kir. Ew bûye bav û dostê min, yê ku timê ber dilê minda tê û min qewî dike. Ez ser xwe texmîn dikim giliyê Dawid Padşa yê ku got: “Yahowa hêz [qewat] û mertalê min e. . . . Min alîkarî dît. Dilê min, bi kêfê dicoşe” (Zebûr 28:7, DO). Ez dixwazim temamiya jîyîna xweda, xwe li vê rastiya qîmet bigirim. Û ez hela hê bê dest jî, evê rastiyê qayîm hemêz dikim.

^ abz. 17 Seva ku hê zêde pêbihesin derheqa nîşanên rojên axiriyê yanê zemanên xirab, binihêrin kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” serê 9 bi navê “Em Rastî li Axiriya vê Dinyayê Dijîn?”, yê ku Şedên Yehowa neşir kirine, usa jî hûn dikarin evê li ser malpera www.pr418.com bi onlayn binihêrin.