Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

We Zanibû?

We Zanibû?

Çira Îsa bona sondxwarinê Cihû sûcdar kirin?

LI GORA Qanûna Mûsa, hebûn derece çaxê sondxwarin layîq bû. Lê wedê Îsada, Cihû hînî sonda bibûn û dikarin bêjin ku wana her giliyên xwe pê sondxwarinê îzbat dikirin. Wana yançi dixwest wekî giliyên wan bawer kin, lê Îsa du cara ev kirê wan sûcdar kir. Îsa got: “Bira gotina we bibe ‘belê-belê’ yan jî ‘na-na’” (Met. 5:33-37; 23:16-22).

Ferhengek şirovedike wekî ji Talmûdê eşkere tê kifşê ku Cihû hînî sondxwarinê bibûn. Wana ser hemû gotinên xwe sond dixwarin seva rastiya xwe îzbat kin. Talmûdêda hûr bi hûr tê gotinê ku kîjan sond gelek ferz bûn, û kîjan na (Theological Dictionary of the New Testament).

Lê Îsa tenê nîbû ku Cihû sûcdar dikirin bona vî xeysetê nebaş. Mesele, terîxzan Ûsivê Flavîûs derheqa sêkteke Cihûya nivîsî, ku wana sond nedixwarin, çimkî hesab dikirin ku sondxwarin ji derewiyê xirabtir e. Wana digot ku hergê kesek sond dixwe tenê seva ku giliyên wî bawer kin, ew merivekî derewîn dertê. Kitêbeke Cihûda ku tê navkirinê “Bîlaniya Sîrax”, dibêje: “Merivê ku timê sond dixwe, merivekî bêqanûn e”. Îsa wan meriva ku bona tiştên biçûk sond dixwarin, sûcdar kir. Hergê em helal in û timê rastiyê dibêjin, mera wê nelazim be sond bixwin seva giliyên me bawer kin.