Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

We Zanibû?

We Zanibû?

Xêncî Kitêba Pîroz, dîsa çi îzbatkirin heye, ku Îsraêlî Misirêda xulam bûn?

Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî çaxê Midyana Ûsiv birine Misirê, paşê Aqûb malbeta xweva ji Kenanê derbazî Misirê bû. Ewana Misirêda erdê Goşenêda, Nîla Dêltada cîwar bûn (Destp. 47:1, 6). Îsraêlî “bêhesab li hev zêde bûn, gelekî qewat girtin”, lema jî Misirî ji Îsraêliya tirsiyan û zorê wan kirin, wekî wanra xulamtiyê bikin (Derk. 1:7-14).

Hine krîtîkên îroyîn ser vê yekê qerfê xwe Kitêba Pîroz dikin, çimkî dibêjin, wekî ew çîrok e. Lê yeke hene îzbatkirin, wekî Misira berêda Semîtî * xulam bûn.

Mesele, Misira bakûrda arxêoloja gund-bajarên bermayî dîtine. Zandarekî Kitêba Pîroz Con Bîmson, dibêje wekî Misira bakûrda 20 cî zêdetir hatine dîtinê, kîderê Semîtiya jîtine. Xêncî vê yekê, lêkolînkarê Misirê, Cêyms Hofmêyêr, dibêje: “Nêzîkî salên 1800-1540 B.D.M., Misir bona bineliyên Asyaya roavayê, yên ku ser zimanê Semîtî xeber didan, seva jîyînê cîkî gelek xweş bû”. Paşê ew dibêje: “Ew wede hema dikeve wedê hêna baveşîra, û hin jî hev digire tevî terîxiya ku kitêba Destpêbûnda hatiye gilîkirinê”.

Xêncî vê yekê, hine îzbatkirin Misira başûrda jî hatine dîtinê. Ser papîrûsa ya hêna berê (nêzîkaya sala 2000–1600 B.D.M.), navên xulama nivîsar in, yên ku malên Misira başûrda xulamtî dikirin. Ji wan nava, 40 zêdetir navên Semîtî ne. Ew xulam, yan jî berdestî, dixebitîn ça aspêj, terzî û pale. Hofmêyêr dibêje: “Hergê Têbaydêda [Misira başûrê] tenê malekêda 40 xulamên Semîtî zêdetir hebûne, em dikarin bawer bin, wekî temamiya Misirêda, îlahî Nîla Dêltada, wê hê zêde hebûna”.

Arxêoloj Dêvîd Rol dinivîse, wekî hine navên mîna ya wan xulama, Kitêba Pîrozda nivîsar in. Mesele, ser wê papîrûsê hene navên usa, ku mîna wan nava ne: Îsaxar, Aşêr, û Şîprah (Derk. 1:3, 4, 15). Dêvîd Rol dibêje: “Ew yek eşkere îzbat dike, wekî Îsraêlî bi rastî Misirêda xulam bûne”.

Bîmson jî dibêje: “Çi ku Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê derheqa xulamtiya Îsraêliya di Misirêda û azabûna wan ji Misirê, xwexa terîxî jî zelal îzbat dike”.

^ abz. 4 Xebera “Semît” ji navê Sem pêşda hatiye, yê ku kurê Nuh bû. Dibêjin ku nava rikiniyata Semda Elamî, Aşûrî, Kildaniyên berê, Îbranî, Sûrî û cûre-cûre berekên Erebî bûn.