Derbazî serecemê

Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Zewacê?

Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Zewacê?

Caba Kitêba Pîroz

 Xwedê jin û mêrê pêşin efirand û bi zewacê ewana kirine yek. Li gora qirara Xwedê ev hevgirêdana bi zewacê ya orta mêr û jinda, gerekê bibûya hîmê malbetê, kîderê ku jin, mêr û usa jî zarên ku wanara bibûna, xwe rihet û bêxof texmîn kirana (Destpêbûn 1:27, 28; 2:18).

 Xwedê dixwaze wekî mêr û jin bextewar bin (Metelok 5:18). Lema jî ewî Kitêba Pîrozda prînsîp û qanûnên usa da, kîjan ku dikarin alî wan bikin, wekî zewaca wan bextewar be.

Vê gotarêda

 Kîjan in normên Xwedê bona zewacê?

 Serê-sêrîda qirara Xwedê ew bû, wekî mêrek û jinek tevayî bikevine zewacê (Destpêbûn 2:24). Xwedê qebûl nake pirejiniyê, homosêksûaliyê û zewaca bêqanûnî (1 Korintî 6:9; 1 Têsalonîkî 4:3). Îsa peyçûyên xwe hîn dikir, wekî xwe li normên Xwedêye derheqa zewacê bigirin, kîjan ku Xwedê serê-sêrîda kifş kir (Marqos 10:6-8).

 Xwedê dixwest wekî jin-mêr tu car hev neqetin. Çaxê jin-mêr hev distînin, soz didine hev wekî hevra amin bimînin û temamiya emirê xwe tevayî bin. Xwedê dixwaze wekî ewana vî sozê xwe bînin sêrî (Marqos 10:9).

 Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa başqejîtin û hevqetandinê?

 Cara derecên usa çêdibin, wekî jin û mêr mecbûr dibin ser hine wede başqe bijîn. Mesele, ev yek dikare lazim be, wekî bona hewcetiya malbetê xem bikin. Lê Kitêba Pîroz hêlan nake, wekî jin-mêr ji bo problêmên malbetê ji hev başqe bijîn. Dewsê Kitêba Pîroz hêlan dike, ku jin-mêr derecên usada li hev bên (1 Korintî 7:10).

Li gora Kitêba Pîroz meniya ku ji hev biqetin, tenê  bênamûsî ye (Metta 19:9). Lê hergê jin-mêr bê meniya bênamûsiyê safî dikin wekî ji hev başqe bijîn, yan jî hev biqetin, li gora Kitêba Pîroz îzina wan tune bifikirin tevî kesekî din bikevine zewacê (Metta 5:32; 1 Korintî 7:11).

 Gelo lazim e zewacê bi qanûnî destûr kin, wekî li Xwedê qebûl be?

 Xwedê ji Mesîhiya dewa dike, wekî qanûnên dewletê derheqa zewacê bînin sêrî (Tîto 3:1). Çaxê jin-mêr zewaca xwe bi qanûnî destûr dikin, bi vê yekê ewana qedir didine kifşê hindava hukumetiyêda û hindava normên Xwedêye zewacêva girêdayî, ya ku dewa dike wekî hev neqetin. a

 Li gora Kitêba Pîroz kîjan in cabdarî û rolên jin û mêr?

  •   Cabdariya herda. Jin û mêr gerekê hev hiz bikin û qedirê hev bigirin (Efesî 5:33). Ewana gerekê hewcên hevduye sêksûalî bi hizkirin û qedir razî kin. Ewana gerekê xwe ji hemû cûre nemamiyê dûr bigirin (1 Korintî 7:3; Îbranî 13:4). Hergê jin-mêrra zar dibin, ewana borcdar in ku bona wana xem bikin, şîret bikin û mezin kin (Metelok 6:20).

     Kitêba Pîrozda hûr bi hûr nayê kifşkirinê, ku malbetêda kî bixebite û kî şixulê malêva mijûl be. Jin-mêr gerekê xwexa safî kin, ku borcdariya malbetê ça parevekin, seva ku malbeta wan karê bistîne.

  •   Cabdariya malxê malê. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “mêr serê jinê ye” (Efesî 5:23). Ew serê malbetê ye bi wê nêtê, ku bona halxweşiya neferên xwe cabdar e û gerekê rêberiyê malbetê bike. Dêmek safîkirinên usa bike, wekî bona jin-zarên wî kêrhatî be.

     Mêr gerekê xem bike, wekî neferên wî sihet-qewat bin, şa û bextewar bin û heleqetiya wan tevî Xwedê nêzîk be (1 Tîmotêyo 5:8). Mêr bi wê yekê dide kifşê, wekî xeyset-hunur û feresetên jina xwe qîmet dike, çaxê tevî wê kar dike û wedê safîkirina, fikir û hestên wê hildide hesab (Metelok 31:11, 28). Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî mêr gerekê borcdariyên xwe bi hizkirin bîne sêrî (Kolosî 3:19).

  •   Rola jinê. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “jin jî qedirê mêrê xwe bigire” (Efesî 5:33, DT). Xwedê xweş tê çaxê jin qedirê vê rolê digire, kîjan ku ewî daye mêrê wê.

     Rola jinê ew e, wekî piştgiriya serîtiya mêrê xwe bike û alîkariyê bide wî, wekî safîkirinên rast bike (Destpêbûn 2:18). Kitêba Pîroz pesina dide wê jinê, ya ku malbetêda rola xweye ferz tîne sêrî (Metelok 31:10).

 Gelo rojên meda Xwedê ji jin û mêra dewa dike, wekî zarên wan hebin?

 Na. Wedê berê Xwedê temî da hine xizmetkarên xwe, ku hev zêde bin (Destpêbûn 1:28; 9:1). Lê ev dewakirin ser Mesîhiya îro hukum nabe. Îsa tu car nedigot, wekî şagirtên wî borcdar in zara bînin. Peyçûyên Îsayî qirna yekê jî ev yek dewa nedikirin. Jin-mêr xwexa safî dikin, zara bînin yan na.

 Kitêba Pîroz ça dikare alî malbeta min bike?

 Kitêba Pîrozda hene prînsîp, kîjan ku dikarin alî yên teze zewicî bikin, wekî hîmê malbeta bextewar daynin. Prînsîpên Kitêba Pîroz usa jî alî jin-mêra dikin, wekî ber çetinayên zewacêda teyax kin.

 Prînsîpên Kitêba Pîroz alî cotên zewacê dikin, wekî . . .

a Seva ku hê zêde pêbihesî derheqa nihêrandina Kitêba Pîroz ser zewaca ku bi edetê miletê xwe destûr dikin, binihêre “Birca Qerewiliyê”, ya 15 Cotmehê, sala 2006, rûpêla 21, abzasa 12.