Derbazî serecemê

Yûhennayê Nixumdar Kî Bû?

Yûhennayê Nixumdar Kî Bû?

Caba Kitêba Pîroz

 Yûhennayê Nixumdar pêxemberê Xwedê bû (Lûqa 1:76). Ew hate bûyînê nêzîkî xilaziya qirna yekê B.D.M. û qirna yekêda D.M.-da dijît. Xwedê temî da wî, wekî rê hazir ke bona Mesîh. Yûhenna ev temî anî sêrî û Îbraniyara mizgîniya Xwedê gilî dikir, seva ku wana paşda vegerîne cem Xwedê (Marqos 1:1-4; Lûqa 1:13, 16, 17).

 Elametiya Yûhenna alî gelek merivên dilsax kiriye, wekî Îsayê ji Nisretê ça Mesîhê sozdayî qebûl kin (Metta 11:10). Yûhenna guhdarvanên xwe hêlan dikir, wekî gunên xwe bînin rûyê xwe û bêne nixumandinê, çi ku wê nîşan kira wekî ewana bi rastî tobe kirine (Lûqa 3:3-6). Yûhenna hate navkirinê Nixumdar, çimkî ewî gelek meriv nixumandin. Nixumandina here ferz, kîjan ku Yûhenna anî sêrî, nixumandina Îsa bû a (Marqos 1:9).

Vê gotarêda

 Yûhennayê Nixumdar ji pêxemberên din çida cude dibû?

 Derheqa şixulê wî hatibû pêxembertîkirinê: Yûhenna bi şixulê belakirina mizgîniyê, pêxembertiya derheqa qasidê Yehowa anî sêrî (Malaxî 3:1; Metta 3:1-3). Yûhenna “cimetekê bona Xudan” hazir kir. Dêmek ewî rê bona Cihûya vekir, seva ku ewana mizgîniya wekîlê Yehowayî sereke, Îsa Mesîh, qebûl kin (Lûqa 1:17).

 Şixulê Yûhenna çi axirî anî: Îsa got, wekî “tu kes ji Yûhennayê nixumdar mestir nebûye. Lê Padşatiya Ezmanada yê herî biçûk ji wî mestir e” (Metta 11:11). Yûhenna ne ku tenê pêxember bû, lê usa jî “qasidê” sozdayî, lema jî ji pêxemberên Xwedêyî pêşiya wî, tu kes nikaribû ji wî “mestir” bihata hesabê. Ji giliyê Îsa tê kifşê, wekî Yûhenna wê Padşatiya Xwedêda serwêrtiyê neke. b Ew pêxemberê amin mir pêşiya ku Îsa rê vekira bona jîyîna li ezmên (Îbranî 10:19, 20). Lê Yûhenna wê bibe bineliyê Padşatiya Xwedê, û wê mecala wî hebe ku Cinetêda ser erdê heta-hetayê bijî (Zebûr 37:29; Lûqa 23:43).

 Dê-bavê Yûhennayê Nixumdar kî bûn?

 Dê-bavê Yûhenna Zekerya û Êlîzabêt bûn. Zekerya kahînê Cihû bû. Yûhenna bi keremetî hate bûyînê, çimkî diya wî, Êlîzabêtê zar nedanîn. Xêncî wê yekê ew û Zekeriya îda emirda mezin bûn (Lûqa 1:5-7, 13).

 Çi cûreyî Yûhennayê Nixumdar mir?

 Hêrodes Antîpas Padşa emir kir, wekî serê Yûhenna jêkin. Hêrodes kete ber bayê jina xwe Hêrodiyayê, lema jî ev yek kir. Ewê Yûhenna nefret dikir, çimkî ewî digote Hêrodes, kîjan ku nîvîda Cihû bû, wekî zewaca wî tevî Hêrodiyayê ne li gora qanûna Cihûya bû (Metta 14:1-12; Marqos 6:16-19).

 Yûhennayê Nixumdar Îsara dikete lecê?

 Kitêba Pîrozda tu ciya nayê gotinê, wekî Yûhenna Îsara dikete lecê (Yûhenna 3:25-30). Lê dewsê Yûhenna eşkere digot ku nêta wî ew e, wekî rê hazir ke bona Mesîh, ne ku wîra bikeve lecê. Yûhenna derheqa Îsa usa got: “Ez hatime bi avê dinixumînim, wekî wî Îsraêlêva bidime eyankirinê”. Paşê ewî zêde kir: “Ev e Kurê Xwedê” (Yûhenna 1:26-34). Yûhenna gelek şa dibû ku xizmetkirina Îsa pêşda diçû.

a Îsa qe “gune nekir” (1 Petrûs 2:21, 22). Ew hate nixumandinê ne seva wê yekê ku gunê xwe tobe kira, lê seva ku qirara Bavê xwe bianiya sêrî. Qirara Xwedê usa jî ew bû, wekî Îsa gerekê emirê xwe bona me qurban kira (Îbranî 10:7-10).

b Binihêre gotar “Kê Diçe Ser Ezmana?