Derbazî serecemê

Gelo Xwedê Hemû Dera ye?

Gelo Xwedê Hemû Dera ye?

Caba Kitêba Pîroz

Xwedê her tiştî divîne û dikare her dera wê yekê bike, çi ku dixwaze (Metelok 15:3; Îbranî 4:13). Kitêba Pîroz hîn nake, ku Xwedê hemû dera ye û her tiştîda ne. Lê ew dibêje, wekî Xwedê kes e û ciyê wî jî heye, kîderê ku ew dijî.

  • Xwedê çi cûreyî ye: Xwedê kesê ruhanî ye (Yûhenna 4:24). Ew nayê dîtinê (Yûhenna 1:18). Ji xeyalên ku Xwedê Kitêba Pîrozda daye nivîsarê tê kifşê, wekî ew cîkî konkrêtda ne. Lê tu ciyada nayê gotinê, ku ew hemû dera ye (Îşaya 6:1, 2; Eyantî 4:2, 3, 8).

  • Xwedê kîderê ye: Xwedê ciyê ruhanîda dijî, ne ku kîderê efrînên fîzîkî hene. Li wir ser “ezman”, ciyekî Xwedê heye (1 Padşatî 8:30). Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî carekê efrînên ruhanî “hatin ... li ber XUDAN [Yehowa, a DTʹ]”. Ji vê yekê em divînin, wekî Xwedê cîkî konkrêt dimîne (Îbo 1:6).

Hergê Xwedê hemû dera nîne, lê ew dikare bona min xem bike?

Belê. Xwedê bona meriya xem dike. Rast e Xwedê li ciyê ruhanî dijî, lê yeke ew dîna xwe dide merivên ser erdê û tê hewara wan, yên ku bi dil û can dixwazin dilê wî şa kin (1 Padşatî 8:39; 2 Dîrok 16:9). Werên em şêwir kin, ku Yehowa çi çax û çi cûreyî xem dike bona xizmetkarên xweyî amin:

  • Gava em dua dikin: Yehowa duayên me dibihê hema wê demê, çaxê em dua dikin (2 Dîrok 18:31).

  • Gava em dilteng dibin: “Xudan nêzîkî dilşkestîya ye û merim-belengaza didebirîne” (Zebûr 34:18).

  • Çaxê mera rêberî lazim e: Yehowa “aqil” û serwaxtiyê dide me û rêberiyê me dike bi saya Xebera xwe, dêmek Kitêba Pîroz (Zebûr 32:8).

Nihêrandina nerast derheqa Xwedayê ku hemû dera ye

Nihêrandina nerast: Xwedê wan her tiştada ne, çi ku efirandiye.

Rastî: Xwedê najî ne li ser erdê, ne jî gerdûna matêrîalîda (1 Padşatî 8:27). Hemikî ev rast e ku steyrk û efrînên din “karê destê” Xwedê eyan dikin (Zebûr 19:1). Lê dîsa jî Xwedê efrînên xweda najî, anegorî vê yekê ça nexşkar nexşên xweda najî. Mesele, gava em li şikil dinihêrin, em dikarin tiştekî derheqa avtorê vî şikilî pêbihesin. Anegorî vê yekê, dinya der-dorê me “hunurêd wiye nexuya” eyan dikin, mesele qudret, serwaxtî û hizkirin (Romayî 1:20).

Nihêrandina nerast: Tenê Xwedayê ku hemû dera ye, dikare her tiştî bizanibe û himzor be.

Rastî: Ruhê Xwedêyî pîroz heye, yanê qewata ku ew dide xebatê. Bi saya ruhê pîroz, Xwedê dikare her tiştî, çi ku dixwaze û kîderê dixwaze, bike. Bona vê yekê eseyî nîne ku ew jî wêderê be. Ber çevê wî her tişt eyan e (Zebûr 139:7).

Nihêrandina nerast: Zebûr 139:8-da tê gotinê, wekî Xwedê hemû dera ye. Wêderê nivîsar e: “Heger rabime ezmên, Tu li wir î, berjêr herime dîyarê mirîya, dîsa wir î”.

Rastî: Vê rêzêda nayê gotinê derheqa wê yekê, ku Xwedê kîderê ye. Zebûrda bi poêtîk tê şirovekirinê, wekî ciyên usa tune ku ji Xwedê veşartî be û firqî tune em kîderê bin jî, ew dikare alî me bike.

a Li gora Kitêba Pîroz, Yehowa navê Xwedê ye.