Derbazî serecemê

Gelo Gunekî Mezin e, ku Cixarê Bikişînin?

Gelo Gunekî Mezin e, ku Cixarê Bikişînin?

Caba Kitêba Pîroz

Kitêba Pîrozda nayê gotinê derheqa kişandina cixarê a, û tiştên din ku xebitandina titûnêva girêdayî ne. Lê vê kitêbêda hene prînsîpên usa, ku didine kifşê wekî Xwedê xeysetên xirab û netemiz, kîjan ku dikarin ziyanê bidine sihet-qewata me, qebûl nake. Lema jî cixarekişandin ber çevê Xwedê gunekî mezin e.

  • Qedir hindava jîyînê. “[Xwedê] emir, bînê û her tiştî dide hemûya” (Karên Şandiya 17:24, 25). Em zanin wekî jîyîn pêşkêşa ji Xwedê ye, lema jî em gerekê tiştên usa nekin, çi ku dikare jîyîna me bike bin qeziyê. Yek ji wan tişta ev heye kişandina cixarê. Kişandina cixarê yek ji meniyên belabûyî ye, ji bo çi jî temamiya dinyayêda gelek meriv emirê xwe unda dikin.

  • Hizkirin hindava meriya. “Hevalê xwe weke xwe hiz bike” (Metta 22:39). Çaxê bende ber merivên din cixarê dikişîne, ew hizkirina xwe hindava wanda nade kifşê. Bi rastî ziyan digihîje sihet-qewata wan meriya, yên ku her car bîna dûyê titûnê hildidin. Mesele, gelek nexweşiyên usa cem wana pêşda tên, kîjan ku hene cem wan meriya, yên ku cixarê dikişînin.

  • Pîroz bin. “Qalibê xwe diyarî Xwedê kin, çawa qurbaneke saxe durufkirî, li wî qebûl” (Romayî 12:1). “Hemû kirêtiya qalib û ruhê xwe paqij kin û bi xofa Xwedê lap buhurtî-jibare bin” (2 Korintî 7:1). Kişandina cixarê mirdarî ye. Û qelibê merivên usa nikare pîroz û paqij bê hesabê. Bi rastî ewên ku cixarê dikişînin sihet-qewata xwe dikine bin qeziyê û temamiya bedena xwe qirêj dikin.

Gelo Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa xebitandina marîxûanayê yan narkotîkên dine, bona kêfstandinê?

Kitêba Pîrozda nayê gotinê derheqa marîxûanayê û narkotîkên din. Lê vê kitêbêda gelek prînsîpên usa hene, kîjan ku didine kifşê, wekî xebitandina tiştên usa bona kêf standinê, nerast e. Xêncî wan prînsîpa ku me şêwir kir, lazim e dîna xwe bidine van tişta jî:

  • Gerekê hişê xwe kontrol bikin. “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike ... bi temamiya hişê xwe” (Metta 22:37, 38). “Fikirêd xweda piştgirêdayî û hişyar bin” (1 Petrûs 1:13). Rûyê xebitandina narkotîka meriv nikare bi temamî hişê xwe kontrol bike. Gelek jî hînî vê yekê dibin û fikirên wan tenê derheqa narkotîka ne, ji çi jî ewana îda nikarin derheqa tiştên kêrhatî bifikirin (Fîlîpî 4:8).

  • Gerekê qanûnên dewletê neteribînin. “Gura serwêr û hukumeta bikin” (Tîto 3:1). Gelek welatada xebitandina narkotîka qedexekirî ye. Hergê em dixwazin qebûlkirina Xwedê bistînin, em gerekê gura serwêr û hukumeta bikin (Romayî 13:1).

a Li vir xeberdan diçe derheqa kişandina dûyê titûnê bi hemdê xwe. Dikeve nava vê yekê xebitandina cixarê, miştikê, miştikên avê. Ev prînsîpên ku vê têmayêda bêne şirovekirinê, bona van yeka ne jî, mesele cûtin û bînkişandina titûnê, xebitandina cixarên elektronîk kîjan ku bi nîkotînê tije ne, û tiştên wî cûreyî.