Derbazî serecemê

Gune Çi ye?

Gune Çi ye?

Caba Kitêba Pîroz

 Gune tê hesabê hemû hest, fikir yan kirên, ku pêşberî prînsîpên Yehowa dertên. Gune usa jî ew e, gava qanûnên Yehowa diteribînin û tiştên usa dikin, yên ku ber çevê Xwedê nerast in (1 Yûhenna 3:4; 5:​17). Ji Kitêba Pîroz usa jî tê kifşê, ku çaxê meriv dikare tiştên rast bike lê nake, ew yek tê hesabê gune (Aqûb 4:17).

 Zimanê orîjînalêda ya Kitêba Pîroz, xebera gune tê hesabê negihîjin nêta xwe yan jî şaş bin. Mesele, wedê Îsraêla berê, esker usa bi hostetî kevir davîtin, ku tu kes ji wana “şaş nedibû” û raste-rast wî ciyî dixistin, kîderê lazim bû. Ew xeber usa jî dikare bê hesabê “gune nedikir” (Hakimtî 20:16). Lema jî, gunekirin tê hesabê şaş bin, dêmek negihîjin vê nêtê, ku pê prînsîpên Yehowa bijîn.

 Xwedê Efirandar e û tenê ew dikare prînsîp û qanûna bide meriva (Eyantî 4:​11). Lema jî em bona kirên xwe ber Xwedê cabdar in (Romayî 14:12).

Gelo em dikarin bi temamî xwe ji gunekirinê dûr bigirin?

 Na. Çimkî Kitêba Pîroz dibêje, wekî “hemûya gune kir û negihîştine rûmeta Xwedê” (Romayî 3:​23; 1 Padşatî 8:46; Waîz 7:​20; 1 Yûhenna 1:8). Gelo çima?

 Merivên pêşin, Adem û Hêwa serê-sêrîda bêgune bûn. Çimkî ewana dilqê Xwedêda hatibûn efirandinê û bêqisûr bûn (Destpêbûn 1:​27). Lê axiriyê wana gura Yehowa nekir û bêqisûrtiya xwe unda kir (Destpêbûn 3:​5, 6, 17-​19). Çaxê zar wanra hatin bûyînê, gune û qisûrtiya wan derbazî ser zarên wan bû jî (Romayî 5:​12). Lema jî Dawid Padşa got, wekî ez jî “neheqîyêva dinê ketime” (Zebûr 51:5).

Gelo hemû gune mîna hev giran in?

 Na. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî merivên ji Sodomê “gelekî xirab û gunekar bûn” û gunên wan “gelekî giran” bûn (Destpêbûn 13:13; 18:20). Werên em sê dereca şêwir kin û binihêrin hela çi cûre gune hene.

  1.   Gunên giran. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî em gerekê xwe dûr bigirin ji gunên usa giran ça bênamûsî, pûtparistî, dizî, serxweşî, qaçaxtî, kuştin û sêrbazî (1 Korintî 6:​9-​11; Eyantî 21:8). Mesele, Kitêba Pîroz cudebûn dike orta gunên giran û wê yekê çaxê tu bêhemdê xwe bi xeber yan kirên xwe dilê kesekî dêşînî (Metelok 12:18; Efesî 4:​31, 32). Lê dîsa jî Kitêba Pîroz hêlan dike ku gunên ne giran jî pişt guhê xweva nevêjin, çimkî gunên biçûk dibine berbi gunên mezin (Metta 5:​27, 28).

  2.   Nêt. Meriv carna guna ji bo vê yekê dikin, çimkî derheqa prînsîpên Xwedê nizanin (Karên Şandiya 17:30; 1 Tîmotêyo 1:​13). Rast e gunên biçûk ji gunên giran cude dibin, lê dîsa jî Kitêba Pîroz tu gune qebûl nake. Lê gunên ku meriv hemdê xwe dikin, ji dilên xirab tên (Yêremya 16:12).

  3.   Gunên ku gelek car têne kirinê. Kitêba Pîroz usa jî cude dike, gunê ku carekî hatibû kirinê û gunê ku gelek car têne kirinê (1 Yûhenna 3:​4-8). Merivê ku zane ber çevê Xwedê çi rast e, lê dîsa jî “bi hemdê xwe nava gunada” dimîne, Xwedê wê wî merivî sûcdar ke (Îbranî 10:26, 27).

 Merivên ku gunên giran kirine, dikarin rihetiya dil unda kin. Mesele, Dawid Padşa giliyên usa nivîsî: “Çimkî neheqîyên min ji serê min bilindtir bûne, mîna barê giran ew li ser min giran bûne” (Zebûr 38:4). Kitêba Pîroz hêviyê dide me: “Bila kesê xerab dev ji riya xwe, bila kesê neheq dev ji fikrên xwe berde. Bila ew li Xudan vegerin ku ew li wan bê rehmê. Bila ew li Xwedayê me vegerin, çimkî wê bi zêdebarî bibexişîne” (Îşaya 55:7, ÎM).