Derbazî serecemê

Çi ye “Kilîtêd Padşatiya Ezmana”?

Çi ye “Kilîtêd Padşatiya Ezmana”?

Caba Kitêba Pîroz

“Kilîtêd Padşatiya Ezmana” bi sîmbolîk têne hesabê îzina ku kesekîra hatiye dayînê, wekî merivara rê veke, seva ewana “bikevine Padşatiya Xwedê” (Metta 16:19; Karên Şandiya 14:22). a Îsa “kilîtêd Padşatiya Ezmana” da Petrûs. Dêmek Petrûsra îzin hate dayînê, ku merivara gilî ke wekî çawa merivên amin dikarin ruhê pîroz bistînin û bikevine Padşatiya Xwedê.

Ev kilît seva kê bûn?

Petrûs bi hukumetiya ji Xwedê karibû bona sê komên meriya rê veke, ku bikevine Padşatiya Xwedê:

  1. Bona Cihûya û yên ku rêlîgiya Cihûya qebûl kirin. Hine wext paşî mirina Îsa, Petrûs merivên ku xwe li rêlîgiya Cihûya digirtin hêlan kir, wekî Îsa qebûl kin, çimkî Xwedê ew bijart ku Padşatiya ezmênda serwêrtiyê bike. Petrûs wanara şirovekir, wekî çi lazim e bikin ku xilaz bin. Usa ewî wanara rê vekir, ku bikevine Padşatiya Xwedê. Bi saya vê yekê hezara meriv “xeberêd wî qebûl kirin” (Karên Şandiya 2:38-41).

  2. Bona Sameriya. Hine wede şûnda Petrûs hatibû şandinê bal Sameriya. b Ewî dîsa jî kilîteke Padşatiyê da xebatê, çaxê ew û Yûhennayê şandî “bona wan dua kirin ku Ruhê Pîroz bistînin” (Karên Şandiya 8:14-17). Usa Sameriyara mecal vebû, ku bikevine Padşatiyê.

  3. Bona Pûtparista. Sê sal nîv paşî mirina Îsa, Xwedê Petrûsra eyan kir, wekî pûtparist (Necihû) jî dikarin bikevine Padşatiya Xwedê. Hingê Petrûs dîsa kilîtek da xebatê. Dêmek ewî destpêkir wanara mizgîniyê bela ke û usa ça bêjî derî ber wan vekir, ku ruhê pîroz bistînin, bibine Mesîhî, û axiriyêda jî Padşatiya ezmanîda serwêrtiyê bikin (Karên Şandiya 10:30-35, 44, 45).

Çi tê hesabê “bikevine Padşatiya Xwedê”?

Ewên ku “bikevine Padşatiya Xwedê”, wê tevî Îsa serwêrtiyê bikin. Kitêba Pîrozda hatiye pêxembertîkirinê, ku ewana wê “ser kursiya rûnên” û “li ser dinyayê padşatiyê bikin” (Lûqa 22:29, 30; Eyantî 5:9, 10).

Nihêrandina nerast derheqa kilîtên Padşatiyê

Nihêrandina nerast: Petrûs safî dike, ku kê wê bikeve Padşatiya ezmana.

Îzbatî: Kitêba Pîroz dibêje, wekî Îsa Mesîh “wê dîwana mirî û zêndiya bike”, ne ku Petrûs (2 Tîmotêyo 4:1, 8; Yûhenna 5:22). Xêncî wê yekê Petrûs xwexa got, wekî Îsa ye “hakimê miriya û zêndiya ji Xwedêda kifşkirî” (Karên Şandiya 10:34, 42).

Nihêrandina nerast: Petrûs xwexa safî dikir, ku kilîtên Padşatiyê çiçax bide xebatê. Li ezmên jî hîviya safîkirinên wî bûn.

Îzbatî: Çaxê Îsa derheqa kilîtên Padşatiyê xeber dida, ewî gote Petrûs: “Çi ku tu li ser erdê girêdî, ezmanada jî wê girêdayî be û çi ku tu li ser erdê vekî, ezmanada jî wê vekirî be” (Metta 16:19). Hinek meriv wan giliya usa fem dikin, ku yan çi Petrûs rêberî dikir ku li ezmana çi bikin. Lê xeberên Yûnanî têksta orîjînalêda didine kifşê, wekî pêşiyê li ser ezmên tiştek safî dibû, paşê jî Petrûs ew safîkirin dianî sêrî. c

Rêzên Kitêba Pîroze din jî didine kifşê, wekî Petrûs guh dida rêberiyên ji ezmên çaxê kilîtên Padşatiyê dida xebatê. Mesele, kilîta sisiya ewî hingê da xebatê, gava rêberî ji Xwedê stand (Karên Şandiya 10:19, 20).

a Kitêba Pîrozda xebera “kilît” carna tê xebitandinê ça sîmbola hukumetiyê û cabdariyê (Îşaya 22:20-22; Eyantî 3:7, 8).

b Rêlîgiya Sameriya ji rêlîgiya Cihûya cude dibû, lê dîsa jî nava rêlîgiya wanda hine hînkirin û dewakirinên ji Qanûna Mûsa bûn.

c Binihêre elametiya lêkolînê li ser hîmê Metta 16:19 “Welgerandina Dinya Tezeda” (Ya bona Hînbûnê)