Derbazî serecemê

Gelo Heywan Diçin Ser Ezmana?

Gelo Heywan Diçin Ser Ezmana?

Caba Kitêba Pîroz

Kitêba Pîroz hîn dike, wekî ji hemû efrînên ser erdê, tenê komeke meriva wê here ser ezmana (Eyantî 14:1, 3). Ewana wê ça padşa û kahîn tevî Îsa ser ezmên serwêrtiyê bikin (Lûqa 22:28-30; Eyantî 5:9, 10). Lê nîvê zef ji meriva wê bêne saxkirinê, seva ku ser erdê cinetê bijîn (Zebûr 37:11, 29).

Kitêba Pîrozda tu ciya nayê gotinê, wekî paşî mirinê heywanên malê, besa xeberê kûçik diçin ser ezmana. Ew yek ecêbmayî nîne, çimkî heywan nikarin bibin “heval-parêd wê gaziya ezmên” (Îbranî 3:1). Seva ku herin ser ezmana gerekê zanebûnê bistînin, baweriyê eyan kin û qirara Xwedê bînin sêrî (Metta 19:17; Yûhenna 3:16; 17:3). Tenê meriv usa hatine efirandinê, wekî heta-hetayê bijîn (Destpêbûn 2:16, 17; 3:22, 23).

Seva ku efrînên ser erdê bikaribin herin ser ezmana ewana gerekê bêne sax kirinê (1 Korintî 15:42). Kitêba Pîrozda derece hene kîderêda derheqa saxkirinê tê gotinê (1 Padşatî 17:17-24; 2 Padşatî 4:32-37; 13:20, 21; Lûqa 7:11-15; 8:41, 42, 49-56; Yûhenna 11:38-44; Karên Şandiya 9:36-42; 20:7-12). Wan hemû derecada meriv hatibûn saxkirinê, ne ku heywan.

 Gelo nefsa heywana heye?

Na. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî herdu jî ça heywan usa jî meriv têne hesabê nefs (Jimar 31:28). Çaxê merivê pêşin Adem hate efirandinê, wîra nefs ne hate dayînê, lê ew “bû bînberekî sax” (Destpêbûn 2:7). Nefs ji du elementa hatiye çêkirinê: “ji axa erdê” û “bîna jîyînê”.

 Gelo nefs dikare bimire?

Erê. Kitêba Pîroz hîn dike, wekî nefs dikare bimire. (Qanûna Kahîntiyê 21:11; Hezeqêl 18:20). Çaxê heywan û meriv dimirin ewana herdu jî dîsa dibine axa erdê (Waîz 3:19, 20). Bi giliyên mayîn bêjin ewana jîyîna xwe unda dikin. a

 Gelo heywan guna dikin?

Na. Gunekirin, tê hesabê fikir, hest yan kirên usa çi ku miqabilî normên Xwedê ne. Em zanin wekî cem heywana feresetên usa tunene, ku pirsên nav-namûsiyêva girêdayî fem bikin û safî kin, lema jî ewana guna nakin. Heywan bi înstînktê dijîn (2 Petrûs 2:12). Rast e, heywan guna nakin, lê dîsa jî ewana dimirin.

 Gelo îzin e, wekî heywana bizêrînin?

Na. Rast e, Xwedê îzin da meriva ku hukumî ser heywana bikin, lê ewî îzin neda wan, heywana bizêrînin (Destpêbûn 1:28; Zebûr 8:6-8). Xwedê bona hemû heywana xem dike, hela hê bona çivîkên biçûk jî (Ûnis 4:11; Metta 10:29). Ewî xizmetkarên xwera temî da, wekî miqatî heywana bin (Derketin 23:12; Qanûna Ducarî 25:4; Metelok 12:10).

a Bona hê zêde înformasiya binihêrin serê 6 ji kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”