Derbazî serecemê

Çi Tê Hesabê “Dijminên Xwe Hiz Bikin”?

Çi Tê Hesabê “Dijminên Xwe Hiz Bikin”?

Caba Kitêba Pîroz

 Îsa wedê xizmetiya xweye ser çiyê got: “Dijminên xwe hiz bikin” (Metta 5:44; Lûqa 6:27, 35). Giliyên wî têne hesabê ku em gerekê hindava wanda hizkirinê bidine kifşê, yên ku me nefret dikin yan jî neheqiyê me dikin.

 Îsa hizkirina xwe hindava dijminên xwe bi vê yekê da kifşê, ku dibaxşande wan, yên ku hindava wîda xirab bûn (Lûqa 23:33, 34). Hînkirinên wî derheqa hizkirina hindava dijminên xwe, li gora temiya ji Nivîsarên Îbranî ne, kîjan ku usa jî tê navkirinê Peymana Kevin (Derketin 23:4, 5; Metelok 24:17; 25:21).

 “Dijminên xwe hiz bikin û bona wan dua bikin, yên ku we dizêrînin” (Metta 5:43, 44).

Vê gotarêda

 Çira gerekê dijminên xwe hiz bikin?

  •   Vê yekêda Xwedê mera meseleke baş hîşt. Xwedê “bona bêşêkira jî, nerasta jî qenc e” (Lûqa 6:35). Ew “teva xwe derdixe ... ser xiraba” (Metta 5:45).

  •   Hizkirin dikare dijmina hêlan ke ku bêne guhastinê. Kitêba Pîroz şîretê dide, wekî hindava dijmin heyf bin, çimkî emê “bi vê yekê pirîskê êgir ser serê wî” top kin (Metelok 25:22). Ew gilî-gotin tê hesabê çaxê ji helandina zinar, mêtaleke qîmet derdixin. Anegorî vê yekê, hergê em qenc in hindava wî, yê ku me nefret dike, em usa ça bêjî hêrsa wî dihelînin û xeyset-hunurên baş bal wî pêşda tînin.

 Çi cûre em dikarin hizkirina xwe hindava dijminên xwe bidine kifşê?

  •   “Xêrnexwazên xwera qenciyê bikin” (Lûqa 6:27). Kitêba Pîroz usa jî dibêje: “Heger dijminê te birçî ye, nên bidê û heger tî ye, avê bidê” (Romayî 12:20). Dîsa mecalek ku ça tu dikarî hizkirinê hindava dijminên xwe bidî kifşê ew e, ku Qeydê Zêrîn bidî xebatê, kîjan ku dibêje: “Çawa hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanra bikin” (Lûqa 6:31).

  •   “Duayên qenc ji bo wan bikin, yên ku nifira li we dikin” (Lûqa 6:28, ÎM). Em dua li dijminên xwe dikin, gava tevî wan heyf xeber didin û hindava wanda merîfet in, wî çaxî jî çaxê ewana me bêhurmet dikin. Kitêba Pîroz dibêje: “Ji ber xirabiyêva xirabiyê nekin, yan ji ber bêhurmetkirinêva bêhurmetkirinê, lê ji ber vanva dua-dirozga li wan bikin” (1 Petrûs 3:9). Ew şîret dikare alî me bike, wekî nefretiyê ji di lê xwe derxin.

  •   “Bona yên xirabiyê we dikin, dua bikin” (Lûqa 6:28). Hergê kesek xirab ser te xeber dide, “ji ber xirabiyêva xirabiyê” wî kesî neke (Romayî 12:17). Dewsê, Xwedêra dua bike, wekî Ew bibaxşîne wî kesî (Lûqa 23:34; Karên Şandiya 7:59, 60). Dewsa ku heyfê hildî, evê problêmê bide destê Xwedê, wekî Ew li gora prînsîpên xweye heq, caba wî merivî bide (Qanûna Kahîntiyê 19:18; Romayî 12:19).

 “Dijminên xwe hiz bikin, xêrnexwazên xwera qenciyê bikin”  (Lûqa 6:27).

“Duayên qenc ji bo wan bikin, yên ku nifira li we dikin; bona wan yên ku xirabiyê we dikin, dua bikin”  (Lûqa 6:28, ÎM).

  •   Bi sebir û qenc be (1 Korintî 13:4). Pawlosê şandî çaxê derheqa hizkirinê şirovedikir, xebereke Yûnanî (agapê) da xebatê, ku usa jî heye Metta 5:44 û Lûqa 6:27, 35-da. Em hizkirina Mesîhtîye vî cûreyî, nîşan dikin hela hê hindava dijminên xwe jî, bi vê yekê ku hindava wanda bi sebir û heyf in, ne ku hevsûd, babax yan jî sert in.

 “Hizkirin dûmikdirêj û şîrin e, hizkirin hevsûdiyê nake, hizkirin kubar nabe, pişika xweda nawerime, bêpergal nîne, ya xwe nagere, zû hêrs nakeve, kînê najo, dilê xwe li neheqiyê şa nake, lê rastiyêra şa dibe. Hizkirin her gav dadixe, her gav bawer dike, her gav xweyîguman e, her gav sebir dike. Hizkirin tu car kuta nabe” (1 Korintî 13:4-8).

 Gelo tu gerekê miqabilî dijmina herî şer?

 Na, Îsa şagirtên xwe hîn dikir, wekî miqabilî dijminên xwe şer nekin. Mesele, gava ewî pêşda wanra derheqa wêrankirina Orşelîmê got, ewî negot ku wêderê bimînin û şer bikin, dewsê ewî got wekî birevin (Lûqa 21:20, 21). Îsa usa jî gote Petrûsê şandî: “Şûrê xwe bike cî. Kî ku şûr hiltîne, ewê bi şûr here” (Metta 26:52). Kitêba Pîroz û terîxiya îroyîn dibêjin, wekî şagirtên Îsa qirna yekêda, miqabilî dijminên xwe nediçûne şer a (2 Tîmotêyo 2:24).

 Nihêrandina nerast derheqa hizkirina hindava dijmina

 Nihêrandina nerast: Qanûna Xwedê ji Îsraêliya dewa dikir, wekî dijminên xwe nefret kin.

 Îzbatî: Temîke usa Qanûnêda tune bû, lê dihate gotinê, wekî hevalên xwe weke xwe hiz bikin (Qanûna Kahîntiyê 19:18). Bi rastî xebera “heval” dihate hesabê merivên din, lê hine Cihû ev xeber tenê hindava Cihûyada didane xebatê, û wana bawer dikir, ku yê necihû dijminên wan in, û gerekê wana nefret kin (Metta 5:43, 44). Lê Îsa ev nihêrandina wane nerast, rast kir, gava meteloka derheqa Sameriyê qenc gilî kir (Lûqa 10:29-37).

 Nihêrandina nerast: Dijminên xwe hiz bikî, tê hesabê kirên wanî xirab qebûl kî.

 Îzbatî: Kitêba Pîroz nîşan dike, wekî tu dikarî kesekî hiz bikî, lê kirên wîyî nerast qebûl nekî. Mesele, Îsa zorbetî sûcdar dikir, lê dua kir bona wan, yên ku wî dardakiribûn (Lûqa 23:34). Usa jî ewî bêqanûnî, dêmek gune nefret dikir, lê emirê xwe bona gunekara da (Yûhenna 3:16; Romayî 6:23).

a Kitêbekêda Ê. W. Barnês got: “Hemû înformasiya ku îro cem me heye, eşkere nîşan dike, wekî hêna Markûs Aûrêlîusda [împêratorê Romê ji sala 161 heta 180 D.M.], tu Mesîhî nebibû esker, û tu eskerekî Mesîhî tune bû, û tu kesê ku dibû Mesîhî eskeriyêda nedima” (The Rise of Christianity).