Derbazî serecemê

Kitêba Pîroz Derheqa Hêrsê Çi Dibêje?

Kitêba Pîroz Derheqa Hêrsê Çi Dibêje?

Caba Kitêba Pîroz

Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî hêrsa bê kontrol dikare ziyanê bide ça kesê hêrs, usa jî merivên der-dora wî (Metelok 29:22). Rast e, carna menî hene ku em hêrs dikevin, lê dîsa jî Kitêba Pîrozda tê gotine, ewên ku berdewam dikin hêrs dikevin, wê xilaz nebin (Galatî 5:19-21). Prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî meriva bikin hêrsa xwe kontrol kin.

 Gelo timê hêrsketin nerast e?

Na. Hine derecada hêrsketin tiştekî normal e. Mesele, Nehemiya xizmetkarê Xwedê, “zehf hêrs” ket, çaxê pêhesiya, wekî cimeta wî diçerçirînin (Nehemiya 5:6).

Carna Xwedê jî hêrs dikeve. Çaxê cimeta wî Îsraêl peymana tevî wî teriband û destpêkirin xudanên qelpra qulix kin, ew gelek ser wan hêrs ket (Hakimtî 2:13, 14). Lê hêrs hunurê Yehowaye sereke nîne. Hêrsa Yehowa timê ciyê xweda ne û bin kontrola wîda ne (Derketin 34:6; Îşaya 48:9).

 Kîjan hêrs nerast e?

Hêrsa bê kontrol û bê menî nerast e. Merivên gunekar gelek car xût vî cûre hêrsê didine kifşê. Mesele:

  • Qayîn “gelekî hêrs ket” çaxê Xwedê qurbana wî qebûl nekir. Qayîn îzin da hêrsê, ku fikir û dilê wî zeft ke. Rûyê hêrsêda ewî birê xwe kuşt (Destpêbûn 4:3-8).

  • Ûnis pêxember “hêrs ket” çaxê Xwedê gunê xwe cimeta Nînewayê anî. Xwedê gotê: “Gelo heq e, ku tu bona vê yekê bîna xwe haqasî teng dikî”? Ûnis gerekê hindava wan dilrem bûya, çimkî wana kirên xweye xirab tobe kirin (Ûnis 3:10–4:1, 4, 11). a

Ew mesele didine kifşê, wekî em gunekar in û “hêrsa mêriv rastiya Xwedê nayne sêrî” (Aqûb 1:20).

 Ça hêrsa xwe kontrol kin?

  • Bîr nekin, wekî hêrsa bê kontrol, nîşana sistbûnê ye. Hinek difikirin, ku çaxê meriv îzinê dide xwe hêrs keve, dêmek ew yekî qewî ye. Lê bi rastî merivên usa sist in. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî kesê ku nikare hêrsa xwe zeft ke “mîna bajarê bê birc, yê xera bûyî ye” (Metelok 25:28; 29:11). Lê ewên ku hêrsa xwe kontrol dikin, qewî û serwaxt in (Metelok 14:29). Kitêba Metelokda tê gotinê: “Merivê xweyîsebir ji mêrxas çêtir e” (Metelok 16:32).

  • Hêrsa xwe zeft ke, ku paşê rûyê kirên nerastda poşman nebî. Zebûr 37:8-da tê gotinê “Hêrs nekeve, neqilqile”, û paşê usa tê gotinê “bînteng nebe ku xirabîyê bikî”. Ev yek tê hesabê, ku em xwexa dikarin safî kin çi bikin. Çaxê em hêrsketî ne jî, em dikarin xwe kontrol kin, wekî xirabiyê nekin. Efesî 4:26-da tê gotinê: “Heger hûn hêrs kevin, guna nekin”.

  • Hergê derece diqilqile, hê baş e tu bihêlî herî. Metelokda tê gotinê: “Destpêbûna şêr mîna avberdanê ye, hê şer ku giran nebûye jê dûr keve” (Metelok 17:14). Rast e, baş e zû problêmê safî kin, lê dibeke dereca weda wê diha baş be, ku hêrsa we dayne, û paşê hûnê bikaribin rihet her tiştî safî kin.

  •   Pêşiyê her tiştîda îzbat bin. Kitêba Metelokda usa nivîsar e: “Femê qenc mêriv ji hêrsê paşda dêxe” (Metelok 19:11). Pêşiya ku tiştekî hildî hesab, diha baş e îzbat bî ku ev yek rast e yan na. Hergê em rind guh bidine her kesa, kê ku vê derecêva girêdayî ne, emê fem bikin ku çira her tişt usa qewimî, û emê badîhewa hêrs nekevin (Aqûb 1:19).

  •   Dua bikin, ku dilê weda edilayî be. Bi saya dua hûnê “edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e” bistînin (Fîlîpî 4:7). Seva ku ruhê pîroz bistînin, lazim e dua bikin, ev alî me dike sebir kin û xwegirtî bin, usa jî edilayê dike dilê me (Lûqa 11:13; Galatî 5:22, 23).

  • Hevalên baş bijbêre. Em dibine mîna wan meriva, tevî kê hevaltiyê dikin (Metelok 13:20; 1 Korintî 15:33). Lema jî Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Tevî merivê hêrs hevaltîyê neke, û tevî merivê zû quloz dibe rê neçe”. Gelo çira? Kitêba Pîroz dibêje: “Nebe ku tu rê-dirbêd wî hîn bî û nefsa te bikeve telê” (Metelok 22:24, 25).

a Ji wê yekê ku Xwedê temî da Ûnis, wekî kitêbekê ya ku bû para Nivîsarên Pîroz binivîse, û bi navê wî hate navkirinê, tê kifşê, wekî Ûnis şîret qebûl kir û hêrsa xwe daxist.