Derbazî serecemê

Çi ye Qeydê Zêrîn?

Çi ye Qeydê Zêrîn?

Caba Kitêba Pîroz

 Gilî-gotina “Qeydê Zêrîn” Kitêba Pîrozda tune, lê gelek meriv ev gilî-gotin didine xebatê seva ku bidine kifşê vê prînsîpa rabûn-rûniştinê, kîjan ku Îsa Mesîh daye. Wedê Xizmetkirina ser Çiyê Îsa got: “Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanara bikin” (Metta 7:12; Lûqa 6:31).

 Nêta Qeydê Zêrîn çi ye?

 Qeydê Zêrîn me hêlan dike hindava merivada usa bin, çawa ku em dixwazin wekî hindava meda bin. Mesele gelek meriv dixwazin, wekî hindava wanda bi qedir bin, qenc bin û hizkirinê bidine kifşê. Lema jî femdarî ye, wekî em jî gerekê hindava merivada usa bin (Lûqa 6:31).

 Çida Qeydê Zêrîn kêrhatî ye?

 Qeydê Zêrîn usa baş e ku em dikarin hemû derecada bidine xebatê. Mesele, ev alî dike wekî . . .

  •   Zewaca xwe qewî kin (Efesî 5:28, 33).

  •   Dê-bav zarên xwe şîret kin (Efesî 6:4).

  •   Heleqetiya baş tevî hevala, cînara û hevalxebatçiya xwey kin (Metelok 3:27, 28; Kolosî 3:13).

 Qeydê Zêrîn ev hema ev prînsîp e, kîjan ku em heçî zef Peymana Kevinda dixûnin. Çawa Îsa got, ev tê hesabê “hînkirina Qanûnê [pênc kitêbên pêşin ji Kitêba Pîroz] û pêxembera [kitêbên pêxembertiyê]” (Metta 7:12). Bi giliyê mayîn bêjin, Qeydê Zêrîn ev heye rastiya sereke ji Peymana Kevin: hevalê xwe weke xwe hiz bikin (Romayî 13:8-10).

 Gelo nêta Qeydê Zêrîn ew e ku karê ji yên din bistînin?

 Na. Nêta Qeydê Zêrîn derheqa dayînê ye. Îsa çi çax ev qanûn dabû? Îsa pêşiya ku ev gilî bigota, şirovekir wekî em gerekê ne ku tenê hine merivara qenciyê bikin, lê hela hê dijminên xwera jî (Lûqa 6:27-31, 35). Dêmek Qeydê Zêrîn me hêlan dike, wekî her kesîra qenciyê bikin.

 Tu ça dikarî Qeydê Zêrîn bidî xebatê?

  1.  1. Dîna xwe bide meriva, dêmek têderxe hela kî hewcê alîkariyê ye. Mesele, çaxê hûn divînin wekî kesek ji dikanê tê û çentên wî giran in, hûn dikarin alî wî bikin, yan jî dibeke we bihîst wekî cînarekî we ketiye nexweşxanê, yan jî we dîna xwe dayê wekî hevalxebatçîkî we medekirî ye. Kitêba Pîroz me hêlan dike: “Bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere” (Fîlîpî 2:4). Dêmek hergê em evê prînsîpê bidine xebatê, emê gelek mecala bivînin, seva ku tiştekî qenc bêjin yan bikin.

  2.  2. Serwaxt be. Xwe dewsa meriva dayne û bifikire ku hergê tu halê wanda bûyayî, teyê çi bikira? (Romayî 12:15) Çaxê em hestên meriva fem dikin, em hêlan dibin alî wan bikin.

  3.  3. Meriva fem bikin. Bîr neke wekî meriv ji hev cude dibin. Ev yek çi ku tu seva xwe dixwazî, dikare cude be ji xwestina merivên din. Lema jî pêşiya ku tiştekî safî kî, wê baş be bisekinî û bifikirî, hela ev yek bi rastî wî merivîra lazim e yan na (1 Korintî 10:24).