Derbazî serecemê

Gelo seva ku Em Xilaz bin, Bes e Tenê Baweriya Xwe Îsa Mesîh Bînin?

Gelo seva ku Em Xilaz bin, Bes e Tenê Baweriya Xwe Îsa Mesîh Bînin?

Caba Kitêba Pîroz

Mesîhî bawer dikin, ku Îsa Mesîh seva gunê temamiya însanetê emirê xwe da (1 Petrûs 3:18). Lê seva ku em xilaz bin, bes nîne tenê baweriya xwe Îsa bînin ça Xilazkar. Mesele, cin jî bawer dikin ku Îsa “Kurê Xwedê” ye, lê ewana wê xilaz nebin (Lûqa 4:41; Cihûda 6).

 Çi lazim e bikin wekî xilaz bin?

  • Gerekê bawer kin, wekî Îsa bona gunê me emirê xwe kire qurban (Karên Şandiya 16:30, 31; 1 Yûhenna 2:2). Ev tê hesabê bawer kin, ku Îsa kesê rêalî bû û çi ku Kitêba Pîrozda derheqa wî nivîsiye, her tişt rast e.

  • Gerekê bizanibin, ku bi rastî Kitêba Pîroz çi hîn dike (2 Tîmotêyo 3:15). Kitêba Pîrozda nivîsiye, ku Pawlosê şandî û Sîlas merivekî girtîra gotin: “Baweriya xwe Xudan Îsa bîne, tê ... xilaz bî”. Paşî vê yekê, wana “xebera Yehowa”  a wîra şirovekirin (Karên Şandiya 16:31, 32, DT). Ev tê hesabê, ku ev girtî seva ku baweriya xwe Îsa bianiya, gerekê rastiyên sereke ji Xebera Xwedê fem kira û zanebûna rast bistanda (1 Tîmotêyo 2:3, 4).

  • Gerekê gunê xwe tobe kin (Karên Şandiya 3:19). Ev tê hesabê ku poşman bin bona fikir û kirên xweye xirab. Tobekirin vê yekêda eyan dibe, gava meriv kirên xweye xirab, yên ku Xwedê xweş nayên, dihêlin û destpêdikin “kirêd qenc bikin, wekî bê kifşê ew ji gunekirinê vegeriyane” (Karên Şandiya 26:20).

  • Gerekê bêne nixumandinê (Metta 28:19). Îsa got ku her kesê ku dixwaze bibe şagirtê wî gerekê bê nixumandinê. Ew girtî besa kîjanî me jorê kir, hate nixumandinê (Karên Şandiya 16:33). Usa jî paşî vê yeke gava Petrûsê şandî ber elaletê derheqa Îsa xeber da, “ewêd ku xeberêd wî qebûl kirin, pê avê hatine nixumandinê” (Karên Şandiya 2:40, 41).

  • Gerekê guhdariya temiyên Îsa bikin (Îbranî 5:9). Şagirtên Îsa gerekê her temiyên wî bînin sêrî (Metta 28:20). Ewana gerekê pê gotin û kirên xwe “xeberê biqedînin, ne ku tenê bibihên” (Aqûb 1:22).

  • Gerekê heta xilaziyê teyax kin (Marqos 13:13). Seva ku xilaz bin şagirtên Îsara “sebir lazim e” (Îbranî 10:36). Pawlosê şandî vê yekêda meseleke baş mera hîşt. Ewî gura temiyên Îsa dikir û bi temamî Xwedêra amin ma. Pawlos ji vê roja ku bû şagirtê Îsa, heta mirina xwe bi sebir xwe li vê rê digirt (1 Korintî 9:27).

 Gelo “Duayê Merivê Gunekar” dikare ew xilaz ke?

Hine rêlîgiyada duayên mexsûs hene, mesele “Duayê Merivê Gunekar” û “Duayê bona Xilazkirinê”. Van duada meriv gunê xwe didin rûyê xwe, û baweriya xwe eyan dikin, ku Îsa seva gunên wan mir. Ewana usa jî ji Îsa lava dikin ku ew bikeve dilê wan yanê jîyîna wan. Lê Kitêba Pîrozda duayên usa tune ne, û têda nayê gotinê ku bi ezberî dua bikin, yan jî timê duakî bidine xebatê.

Hine meriv bawer dikin ku “Duayê Merivê Gunekar” dikare ew xilaz ke. Lê bi rastî xwexa dua nikare meriva xilaz ke, çimkî merivê gunekar timê guna dike (1 Yûhenna 1:8). Lema jî Îsa şagirtên xwe hîn dikir ku timê bona baxşandina guna dua bikin (Lûqa 11:2, 4). Xêncî vê yekê, hine Mesîhiyên qirna yekê mecala jîyîna heta-hetayê unda kirin, çimkî pişta xwe dane Xwedê (Îbranî 6:4-6; 2 Petrûs 2:20, 21).

 “Duayê Merivê Gunekar” ça pêşda hat?

Derheqa vê yekê fikirên terîxzana ji hev cude dibin. Hinek ji wan difikirin, wekî qeydê vê duayê ji hêna Rêformasiyê pêşda hatiye. Lê yên din difikirin ku ev ji qirnên XVIII—XIX-da pêşda hat, çaxê rêlîgiya hînkirinên teze pêşda dianîn. Çi jî hebe ev qeyd ne li ser hîmê Kitêba Pîroz e, û hela hê miqabilî hînkirinên vê ye jî.

a Yehowa navê Xwedê ye, kîjan ku di Kitêba Pîrozda nivîsar e.