Derbazî serecemê

ALÎKARÎ BONA MALBETÊ | ZEWAC

Gelo Lazim e Pêşiya Zewacê Tevayî Bijîn?

Gelo Lazim e Pêşiya Zewacê Tevayî Bijîn?

 Gelek kes hê pêşiya zewacê tevî hev dijîn. Hinek usa dikin seva ku binihêrin hela ewana li hev tên yan na û difikirin ku bi vê yekê axiriyêda wê bikaribin zewaca bextewar saz kin. Gelo bi rastî fikireke baş e, wekî hê pêşiya ku bizewicin, tevayî bijîn?

Vê gotarêda

 Kitêba Pîroz çi dibêje?

  •   Kitêba Pîroz sûcdar dike heleqetiya sêksûaliye pêşiya zewacê. Mesele, têda nivîsar e: “Ji qaviyê dûr bin” (1 Têsalonîkî 4:3; 1 Korintî 6:18). Ev qedexekirin bona wana ye jî yên ku tevayî dijîn seva ku paşê bizewicin a. Prînsîpên Kitêba Pîroz diparêzin ji vê yekê, ku hemle derneyên û ji axiriya dine xirab xwe dûr bigirin, kîjan ku pêşda tên çaxê hê pêşiya zewacê tevayî dijîn.

  •   Xwedê zewac saz kiriye. Çaxê ewî zewac saz kir, giliyên usa got: “Lema mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire û bibine bedenek” (Destpêbûn 2:24). Çaxê mêr û jin safî dikin ku hindava hevda amin bimînin, ev yek hîmeke lape baş e bona zewaca qewî, ku hezkirin nav wêda hebe.

 Gelo jîyîna tevî hev dikare we bona zewacê hazir ke?

 Hinek dibêjin, belê. Wana tirê ku hergê tevayî şixulê malê bikin, û dîna xwe bidine xeysetên hev, wê bikaribin bona zewacê xwe hazir kin. Lê bi rastî hîmê ferz bona zewaca bextewar aminî ye.

 Çawa keçik û xort dikarin hîn bin, ku şîn û şayada tevî hev bin? Jîyîna tevî hev pêşiya zewacê, wedê kîjanî ku her kes ji wan dikare pişta xwe bide hev û here, mêtodeke baş nîne, ku zewaca qewî saz kin. Lê dewsê heleqetî orta keç û xort diha qewî dibin, çaxê ewana safî dikin hevdura amin bimînin, û her tiştî dikin ku problêmên orta hev safî kin.

 Fikira sereke: Keç û xort, yên ku safî dikin pêşiya zewacê tevî hev bijîn, bi rastî xwe bona vê yekê hazir dikin, wekî paşê ji hev biqetin, ne ku bikevine zewacê.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Meriv çi diçîne, wê jî diçine” (Galatî 6:7).

 Gelo jîyîna tevî hev dikare aliyê matêriyalîda karê wera bîne?

 Hinek dibêjin, belê. Li gora hesaba Pew Research Center, Dewletên Yekbûyîda weke ji dehe meriva çar, destpêdikin tevayî bijîn ji bo meniyên matêriyalî, seva ku bikaribin perên xwe hevekî xwey kin. Lê dîsa jî gelek ji wan meriva dibêjin, ku hazir nînin bizewicin, çimkî pera têra wan nakin.

 Jîyîna tevî hev pêşiya zewacê axiriya din jî tîne, îlahî bona kulfeta. Mesele, gava keç û xort ji hev diqetin, gelek cara usa dibe ku jin tenê dimîne û tenê zara mezin dike.

 Fikira sereke: Axiriya xirab ji jîyîna tevî hev pêşiya zewacê, hê zêde ye, ne ku kara wê.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Ez Yehowa, Xwedayê te me, kîjan ku tiştên qenc te hîn dike” (Îşaya 48:17, DT).

 Gelo jîyîna tevî hev dikare alî we bike têderxin, hûn hev tên yan na?

 Hinek dibêjin, belê. Kitêbekêda bi navê Fighting for Your Marriage tê gotinê, wekî “merivên ku pêşiya zewacê tevayî dijîn, fem nakin wekî wanra hê çetin dibe ji hev biqetin”. Çira? Hinek ji wan yên ku tevayî dijîn, têderdixin ku ewana hev nayên. Lê çimkî ji bo hine cabdariya ku cem wana hene, mesele, heywanê wane malê, perê kirê yan hemlebûna ku hîviyê nîbûn, ewana mecbûr dibin tevî hev bimînin b. Vê kitêbêda Fighting for Your Marriage dîsa usa tê gotinê: “Hine meriv yên ku bixwestana hê pêşiya zewacê ji hev biqetiyana, yeke dikevine zewacê, çimkî usa wanara diha hêsa ye”.

 Fikira sereke: Jîyîna tevî hev pêşiya zewacê dikare ne ku alî te bike safîkirina baş bikî, lê bi rastî diha çetin bike ku terka heleqetiya xirab bidî.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike, lê yê dilsax pêşda diçin û zirarê dibîne” (Metelok 22:3).

 Gelo mecaleke diha baş heye?

 Tu dikarî xwe dûr bigirî ji vê xofiyê, kîjan ku pêşda tê ji jîyîna tevî hev pêşiya zewacê û bi vê yekê zewaceke bextewar saz kî. Çi cûreyî? Hergê tu xwe li normên Kitêba Pîroze zewacêva girêdayî bigirî. Pêşiya ku bikevine zewacê û destpêkin ça jin-mêr bijîn, êpêce wede veqetînin, seva ku hevdu rind nas kin. Gava hevalzewac xwera dijbêrî, wê baş be ser hîmê wê yekê bijbêrî, wekî qîmet û baweriya we mîna hev bin, ne ku ser hîmê bedewbûna wî yan wê.

 Kitêba Pîrozda hene şîretên ku dikarin alî te bikin, wekî hîmê zewaca bextewar û qewî daynî c. Mesele, Kitêba Pîrozda hene prînsîpên ku dikarin alî we bikin, wekî . . .

 Seva ku hê zêde derheqa wan têma pêbihesin, bikevine jw.org û binihêrin “Zewac û Malbet”.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye û kêrhatî ye bona hînkirinê” (2 Tîmotêyo 3:16).

b Ji gotara “Sliding Versus Deciding: Inertia and the Premarital Cohabitation Effect”, yê Skot Stênlî, Galêna Klîn Rodês, û Howard Markman, ya ku li jûrnala Family Relations hatibû neşirkirinê.

c Hine kûltûrada qeyde ye ku dê-bav seva kur yan qîza xwe hevalzewac bijbêrin. Derecên usada Kitêba Pîroz dikare alî dê-bava bike bizanibin, ku wedê bijartina hevalzewacê, dîna xwe bidine kîjan xeyset-hunura.