Here Naverokê

Siyaseta Taybetîtiyê

Siyaseta Taybetîtiyê

AGAHDARIYA GIRÎNG: GAVA HÛN MALPERA ME BI KAR TÎNIN AN DANEYÊN XWE DIDIN ME, HÛN DESTÛR DIDIN KU EM HEMÛ DANEYÊN WE YÊN ŞEXSÎ, YÊN KU HÛN JI ME RE EYAN DIKIN, LI GOR METOD Û ARMANCÊN KU LI VÊ SIYASETA TAYBETÎTIYÊ TÊN PÊNASE KIRIN Û LI GOR QANÛN Û RÊVEBERNAMEYÊN LI SER DANEYÊN ŞEXSÎ BIXEBITÎNIN.

Siyaseta Gelemperî ya Taybetîtiyê

  • Parastina Taybetîtiya We

  • Berpirsiyarê Daneyan

  • Ewlehî û Veşarîtiya Daneyan

  • Kesên Nereşîd

  • Fîrmayên Din

  • Agahdariya li Ser Guhartinên vê Siyaseta Taybetîtiyê

  • Active Scripting û JavaScript

Wekî din, li van metnan binêrin:

  • Siyaseta Cîhanî ya ji bo Bikaranîna Daneyên Şexsî

  • Siyaseta Cîhanî ya Şahidên Yehowa ya ji bo Parastina Daneyan

  • Siyaseta Cîhanî ya ji bo Bikaranîna Çerezan û Teknolojiyên Din

PARASTINA TAYBETÎTIYA WE

Em her tim dixwazin taybetîtiya we biparêzin. Ev Siyaseta Taybetîtiyê nîşan dide ku daneyên şexsî, ên ku em ji we distînin an ên ku hûn didin me, li malpera me çawa tê xebitandin. Gava hûn malpera me ziyaret dikin, em hin agahiyên bingehîn xwedî dikin. Em dizanin ku çi qas girîng e ku em agahiyên wisa biparêzin û ji we re bibêjin ku em van agahiyan çawa dixebitînin. Hûn dikarin hin agahiyan bidin me, yên ku daneyên şexsî ne. Li vê Siyaseta Taybetîtiyê, gotina “daneyên şexsî” ji bo agahiyên wek navê we, navnîşana e-peyamê, navnîşan, numreya telefonê û daneyên din, en ku dikarin we xuya bikin, tê bi kar anîn. Ji bo ku hûn li warên umûmî yên vê malperê bigerin, ne lazim e ku hûn agahiyên şexsî eyan bikin. Gotina “malper” ji bo vê malperê û ji bo malperên me yên din, mesela apps.pr418.com, tv.pr418.com, stream.pr418.com û wol.pr418.com, tê bi kar anîn.

BERPIRSIYARÊ DANEYAN

Xwediyê vê malperê Watchtower Bible and Tract Society of New York, Inc. (“Watchtower”) e. Ev komele – ya ku li New Yorkê hatiye tescîl kirin û ne ji bo kar e – piştgiriya çalakiyên Şahidên Yehowa û îşê wan ê perwerdekirina bi Kitêba Pîroz dike. Gava hûn bi daxwaza xwe hesabekê saz dikin, bexşan didin, kursa Kitêba Pîroz a bêpere dixwazin an daneyên xwe yên şexsî ji bo armanceke din eyan dikin, hûn vê Siyaseta Taybetîtiyê qebûl dikin û rizaya xwe didin ku daneyên we li pêşkêşkerên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bên qeyd kirin û ku daneyên wê yên şexsî ji bo pêkanîna daxwaza we ji aliyê Watchtower û saziyên hevkar, ên ku li cûre cûre welatan piştgiriya Şahidên Yehowa dikin, bên xebitandin. Rêxistina dînî li seranserê dinyayê bi navgîniya cûre cûre saziyên herêmî dixebite. Ji hêla parastina daneyan ve, Civatên herêmî, buro û saziyên hevkar ên Şahidên Yehowa, hin ci van saziyan in.

Li gor vê ku hûn di malperê de çi dikin, dibe ku berpirsiyarê daneyên we yên şexsî cuda be. Mesela, eger hûn li welatekî bexşan bidin saziyekê, nav û agahiyên we yên îrtibatê wê bê dayîn saziya ku di pêvajoya bexşdayînê de tê nîşan dayîn. An jî eger hûn kursa Kitêba Pîroz bixwazin, nav û agahiyên we yên îrtibatê wê bên dayîn buro û civateke herêmî ya Şahidên Yehowa ji bo ku daxwaza we bê cih.

Eger li welatê ku hûn lê rûdinin ji bo parastina daneyan qanûn hebin, hûn dikarin agahiyên îrtibatê ji bo vî welatî li rûpela Temsîlkarên Parastina Daneyan bibînin.

EWLEHÎ Û VEŞARÎTIYA DANEYAN

Ewlehî û veşarîtiya daneyên we yên şexsî ji bo me pir girîng e. Ji bo ku em agahiyên we yên şexsî ji xwendin, bikaranîn, guherandin, tunekirin û parvekirina bêdestûr an windakirina bêhemdî biparêzin, em ji bo ewlehiyê û ji bo depokirinê teknolojî û sîstemên modern bi kar tînin. Hemû kesên ku daneyên şexsî dixebitînin û hemû kesên din, ên ku em ji bo xebitandina daneyên we yên şexsî wezîfedar dikin, mesûl in ku veşarîtiya agahiyên we biparêzin. Em daneyên we yên şexsî tenê ji bo dema ku ew ji bo armancên ku ew hatibûn top kirin an ji bo pêkanîna qanûnên li ragihandinê an li ser xwedîkirina belgeyan bi rastî lazim in, xwedî dikin.

Gava daneyên we yên şexsî tên transfer kirin, em wan bi alîkariya protokolên şîfrekirinê (mesela TLS) diparêzin. Ji bo parastina ewlehî û veşarîtiya agahiyên ku ji me re tên şandin, em kompîturên bi îznên bisînor, sîstemên hundirîn û metodên ewlehiyê yên fîzîkî, elektronîk ve pêvajoyî bi kar tînin. Ji bo ku kes nikare bê destûr bigihîje daneyên şexsî, em standardên ewlehiyê yên bilind bi kar tînin.

KESÊN NEREŞÎD

Eger hûn li welatê ku hûn malpera me ziyaret dikin, nereşîd in, hûn tenê dikarin bi destûr û alîkariya dê, bav an weliyê xwe daneyên şexsî li vê malperê eyan bikin. Eger hûn dê, bav an welî ne û destûrê didin ku kesekî nereşîd daneyên xwe yên şexsî li vê malperê eyan bike, hûn vê Siyaseta Taybetîtiyê li şûna kesê nereşîd qebûl dikin.

FÎRMAYÊN DIN

Li vê malperê carinan lînkên fîrmayên din hene, yên ku me wezîfedar kiriye da ku hin xizmetan ji bo me bi cih bînin (mesela tijekirina formên înternetê). Hûnê zanibin ku hûn ketine malpera fîrmayeke din ji ber ku ev malper cuda xuya dike û navnîşana malperê, ya ku di geroka we de tê nîşan dayîn, diguhere. Gava em fîrmayên din hildibijêrin û piştî vê jî em car caran siyasetên wan ên taybetîtî û parastina daneyan lêkolîn dikin ku em rind zanibin ku standardên wan, bi standardên me ve hevgirtî ne an na. Eger der heqê siyasetên fîrmayên din de pirsên we hebin, ji kerema xwe re li siyasetên ku di malperên wan de hatine weşandin, binêrin.

AGAHDARIYA LI SER GUHARTINÊN VÊ SIYASETA TAYBETÎTIYÊ

Em fonksiyonên vê malperê û xizmetên xwe her ku diçe zêde dikin û bi pêş dixin. Seba van guhartinan, guhartinên qanûnan û pêşveçûna teknolojiyê, metodên ku em ji bo xebitandina daneyan bi kar tînin wê car caran biguherin. Eger lazim be ku em vê Siyaseta Taybetîtiyê biguherînin, emê wan guhartinan li vê rûpelê biweşînin. Bi vî awayî, hûnê her tim zanibin ku em kîjan agahiyan top dikin û wan çawa dixebitînin.

ACTIVE SCRIPTING Û JAVASCRIPT

Bi saya scriptingê, malpera me hê rindtir dixebite. Bi alîkariya teknolojiya scriptingê, agahî zûtir dikare bê şandin ba we. Li vê malperê, scripting ji bo sazkirina bernameyan li kompîtura we an ji bo topkirina agahiyên we ya bêdestûr nayê bi kar anîn.

Ji bo ku hin parên malperê rast bixebitin, divê Active Scripting an JavaScript li geroka înternetê bê vekirin. Li piraniyan gerokan, ev fonksiyon dikare ji bo hin malperên hilbijartî bê vekirin an girtin. Eger hûn nizanin ku hûn çawa dikarin scriptingê ji bo hin malperên hilbijartî vekin, li alîkariya gerokê binêrin.