Here Naverokê

Rêberiya ji bo Civîna Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike

Rêberiya ji bo Civîna Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike

Naverok

1. Ev telîmat ji bo her kesî ku di Civîna Jiyan û Xizmetê de qismekî pêşkêş dike bifeyde ne. Civîna Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike gerek hem li gor Bernameya Civîna Jiyan û Xizmetê hem jî li gor rêberiya di van telîmatan de bê îdarekirin. A baş ev e ku hemû mizgînvan wezîfeyên xwendekaran pêşkêş bikin. Kesên din jî dikarin wezîfeyan bistînin – eger ew bi awayekî aktîf bi civatê ve girêdayî ne, gotinên Kitêba Pîroz qebûl dikin û wek şagirtên Îsa dijîn. Eger kesê ku dixwaze wezîfeyan bistîne hê ne mizgînvan be, gerek çavdêrê Civîna Jiyan û Xizmetê bi vî kesî re li ser şertên standina wezîfeyan sohbetê bike û paşê ji wî re bibêje ka ewê wezîfeyan bistîne yan na. Di vê sohbetê de kesê ku bi wî re kursa Kitêba Pîroz derbas dike (yan dê û bavê wî, yên ku Şahidên Yehowa ne) gerek hazir be. Şertên ji bo pêşkêşkirina wezîfeyan û şertên ji bo mizgînvanên nû yên nevaftîzbûyî wek hev in. (od-E beş 8 par.8).

 PÊŞGOTIN

2. 1 deqe. Her hefte, piştî kilama pêşîn û duayê, rêberê Civîna Jiyan û Xizmetê gerek bala guhdaran bikişîne ser bernameyê. Gerek rêber bala xwe bide nuqteyên ku ji bo civatê herî bifeyde ne.

  XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

 3Gotar: 10 deqe. Mijara gotarê û du-sê nuqteyên sereke di Bernameya Civîna Jiyan û Xizmetê de hene. Ev gotar gerek ji aliyê rîspiyekî yan alîkarekî civatê yê jêhatî ve bê pêşkêşkirin. Eger xwendina Kitêba Pîroz a wê heftiyê dest bi kitêbeke nû bike, vîdeoyeke ku vê kitêbê dide naskirin wê bê nîşandayîn. Gotarbêj dikare nîşan bide ku vîdeo û mijar çawa bi hev ve girêdayî ne. Pir muhîm e ku gotarbêj nuqteyên sereke, yên ku li bernameyê tên nîşandayîn, pêşkêş bike. Wekî din, eger wext hebe, wê baş be ku ew resmên ku li bernameyê hene bi kar bîne ku mijar rind bê fehmkirin. Ji xeynî vê, ew dikare çavkaniyên din, ên ku bi nuqteyên sereke ve girêdayî ne, bi kar bîne.

 4Cewherên Ruhî: 10 deqe. Ev qisim gerek tenê bi pirs û cewaban bê derbaskirin, yanî bê pêşgotin û bê gotinên dawîn. Ev qisim gerek ji aliyê rîspiyekî yan alîkarekî civatê yê jêhatî ve bê pêşkêşkirin. Gotarbêj gerek her du pirsan ji guhdaran bipirse. Wekî din, ew dikare xwe bi xwe qerarê bide ka lazim e ku ayetên nîşankirî bên xwendin an na. Cewabên guhdaran gerek 30 saniye yan kintir bin.

 5Xwendina Kitêba Pîroz: 4 deqe. Ev wezîfe gerek ji aliyê xwendekarekî ve bê pêşkêşkirin. Xwendekar gerek ayetan rasterast bixwîne, yanî bê pêşgotin û bê gotinên dawîn. Rêberê civînê gerek alî xwendekaran bike ku ew bi awayekî rast, fehmbar, herikî, xwezayî, bi navberên minasib û bi guhertina deng bixwînin. Ayetên ku gerek bên xwendin carinan hindik in, carinan jî pir in. Loma, gerek çavdêrê Civîna Jiyan û Xizmetê wezîfeyên xwendinê li gor hunerên xwendekaran bide wan.

 XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

6. 15 deqe. Armanca vî qismî ev e ku her kes xwe ji bo xizmetê hazir bike û hunerên belavkirin û hînkirina mizgîniyê bi pêş bixe. Eger lazim be, rîspî jî dikarin wezîfeyên xwendekaran bistînin. Her xwendekar gerek li ser dersa ku li kêleka wezîfeyê di parantezan de tê nîşandayîn, bixebite. Ders an ji broşûra Xwendin û Hînkirin an jî ji broşûra Ji Mirovan Hez Bikin tên standin. Carinan, wezîfe wek gotûbêj gerek bên derbaskirin. Qismên wisa gerek ji aliyê rîspiyekî yan alîkarekî civatê yê jêhatî ve bên îdarekirin. (Li  paragrafa 15an tê gotin ku gotûbêj gerek çawa bên derbaskirin).

 7Dest bi Sohbetê Bike: Ev wezîfe dikare ji aliyê xwendekarekê yan xwendekarekî ve bê pêşkêşkirin. Alîkar gerek ji eynî cinsiyetê be yan ferdekî malbatê be. Xwendekar û alîkar dikarin rûnin an li ser piyan bisekinin. (Ji bo melûmatên zêde yên li ser mijar û rewşa wan wezîfeyan, li  paragrafên 12 û  13an binêre.)

 8Ziyaretan Dubare Bike: Ev wezîfe dikare ji aliyê xwendekarekê yan xwendekarekî ve bê pêşkêşkirin. Alîkar gerek ji eynî cinsiyetê be (km-E 5/97 rûp. 2). Xwendekar û alîkar dikarin rûnin an li ser piyan bisekinin. Xwendekar gerek nîşan bide ku gava em ziyaretekê dubare dikin, em dikarin çi bibêjin. (Ji bo melûmatên zêde yên li ser mijar û rewşa wan wezîfeyan, li  paragrafên 12 û  13an binêre.)

 9Mirovan Bike Şagirt: Ev wezîfe dikare ji aliyê xwendekarekê yan xwendekarekî ve bê pêşkêşkirin. Alîkar gerek ji eynî cinsiyetê be (km-E 5/97 rûp. 2). Xwendekar û alîkar dikarin rûnin yan li ser piyan bisekinin. Ev wezîfe gerek qismekî Kursa Kitêba Pîroz nîşan bide, ya ku jixwe dest pê kiriye. Loma, heta ku xwendekar li ser destpêkê yan li ser dawiyê nexebite, destpêk û dawî ne lazim in. Temamiya malzemeyê dikare bi dengê bilind bê xwendin, lê ev yek ne şert e.

 10Baweriya Xwe Şîrove Bike: Gava ev wezîfe gotar e, gerek ji aliyê xwendekarekî ve bê pêşkêşkirin. Gava ev wezîfe temaşe ye, ew dikare ji aliyê xwendekarekê yan xwendekarekî ve bê pêşkêşkirin. Alîkar gerek ji eynî cinsiyetê be yan ferdekî malbatê be. Xwendekar gerek li ser pirsa mijarê cewabeke zelal û nerm ji çavkaniyê bide. Xwendekar dikare qerar bide ka ewê di wezîfeya xwe de behsa weşana ji çavkaniyê bike yan na.

 11Gotar: Ev wezîfe gerek ji aliyê xwendekarekî ve wek gotar ji civatê re bê pêşkêşkirin. Gava gotar li ser esasê Pêvek A ji broşûra Ji Mirovan Hez Bikin tê pêşkêşkirin, xwendekar gerek nîşan bide ku em çawa dikarin van ayetan di xizmetê de bi kar bînin. Mesela, ew dikare şîrove bike ku ayet kengê dikare bê xwendin, maneya ayetê çi ye û em çawa dikarin bi kesekî re li ser vê ayetê sohbetê bikin. Gava gotar li ser esasê fikreke ji dersên broşûra Ji Mirovan Hez Bikin tê pêşkêşkirin, xwendekar gerek nîşan bide ku em çawa dikarin vê fikrê di xizmetê de bînin cih. Ew dikare behsa mîsala ji fikir 1 a vê dersê bike yan behsa ayetên zêde yên vê dersê jî bike.

   12Mijar: Melûmatên di vê paragrafê û paragrafa din de ji bo wezîfeyên “Dest bi Sohbetê Bike” û “Ziyaretan Dubare Bike” ne. Eger telîmateke din neyê dayîn, hedefa xwendekar gerek ev be ku rastiyeke hêsan ji Kitêba Pîroz nîşanî kesê din bide. Xwendekar gerek vê rastiyê li gor hal û rewşa vî kesî hilbijêre û ji bo sohbeteke din rê veke. Mijar gerek ji jiyana rojane be û mijareke wisa be ku mirov pê re eleqedar in. Ew dikare qerar bide ka ew dixwaze ji hacetên elimandinê weşan an vîdeoyekê pêşkêş bike yan na. Li şûna ku sohbetên emsal ji xwe re ezber bikin, xwendekar gerek li ser hunerên sohbetkirinê bixebitin, wek xeberdana xwezayî û eleqedarbûna bi mirovan re.

   13Rewş: Xwendekar gerek rewşên ku di bernameyê de derbas dibin li gor herêma xwe eyar bike. Mesela:

  1.  (1) Xizmeta Mal bi Mal: Di vê rewşê de, xizmeta mal bi mal dikare bi destê telefon an nameyê jî bê nîşandayîn. Carinan jî gerek bê nîşandayîn ku xwendekar kesê ku di xizmeta mal bi mal de nas kiriye, dîsa ziyaret bike.

  2.  (2) Xizmeta Neresmî: Di vê rewşê de gerek bê nîşandayîn ku sohbeteke rojane çawa dikare ji bo mizgîndayînê bê bikaranîn. Xwendekar dikare di jiyana rojane de fikreke ji Kitêba Pîroz li cihê îş, li mektebê, bi cîranên xwe re, di rê de, yan li cihên din bi kesekî din re parve bike.

  3.  (3) Xizmeta li Cihekî Umûmî: Di vê rewşê de dikare bê nîşandayîn ku mizgînî bi destê erebeya weşanan, li cihên îş û karkirinê, li kolanan, li parkan û li parkên erebeyan, yan li cihên din, ên ku mirov li wê derê ne, çawa dikare bê belavkirin.

 14Bikaranîna Vîdeo û Weşanan: Xwendekar dikare li gor hal û rewşê qerar bide ka vîdeo yan weşanekê bi kar bîne yan na. Eger di wezîfeyê de vîdeoyek gerek bê bikaranîn an xwendekar qerar bide ku vîdeoyekê bi kar bîne, ew dikare behsa wê bike û li ser wê sohbetê bike, lê gerek ew temamiya vîdeoyê nîşan nede.

  WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

15. Piştî kilamekê, ev qismê 15 deqeyî alî guhdaran dike ku ew gotinên Peyva Xwedê bînin cih. Ev qisim ji yek yan du paran pêk tê. Eger telîmateke din neyê dayîn, ev wezîfe dikarin ji aliyê rîspî yan alîkarên civatê yên jêhatî ve bên pêşkêşkirin. Hewcedariyên civatê gerek her tim ji aliyê rîspiyekî ve bên pêşkêşkirin. Eger parek wek gotûbêj gerek bê pêşkêşkirin, birayê ku vê pêşkêş dike, dikare pirsên di bernameyê de û pirsên din jî ji guhdaran bipirse. Gerek ew pêşgotina xwe dirêj neke ku ji bo fikrên muhîm û cewabên guhdaran bi têra xwe wext hebe. Gava hevpeyvîn gerek bê derbaskirin, bila kesê din cewabên xwe ne ji kursiyê, lê li ser sehneyê bide.

  16Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê: 30 deqe. Ev qisim gerek ji aliyê rîspiyekî jêhatî ve bê îdarekirin. (Eger rîspî hindik in, ev lêkolîn dikare ji aliyê alîkarên civatê yên jêhatî ve bê îdarekirin.) Koma rîspiyan gerek qerarê bide ku kî minasib e ku Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê îdare bike. Lazim e ku tenê birayên ku dikarin vê lêkolînê bi awayekî baş îdare bikin bên hilbijartin. Gerek îdarevan lêkolînê di wextê de xelas bike, bala guhdaran bikişîne ser ayetên sereke û alî guhdaran bike ku ew feydeyên malzemeyê fehm bikin. A baş ev e ku îdarevan bala xwe bidin rêberiya îdarekirina ji bo qismên bi pirs û cewaban (w23.04 rûp. 24, çarçove). Piştî ku malzemeya wê heftiyê rind hatiye şîrovekirin ne lazim e ku lêkolîn bê dirêjkirin. Eger mumkin be, wê baş be ku îdarevan û xwendevan her hefte cuda bin. Eger rêberê Civîna Jiyan û Xizmetê bixwaze ku lêkolîn bê kurtkirin, gerek îdarevan qerarê bide ku ew vê yekê çawa bike. Mesela, ew dikare qerarê bide ku hin paragraf neyên xwendin.

  GOTINÊN DAWÎN

17. 3 deqe. Rêberê Civîna Jiyan û Xizmetê gerek fikrên muhîm ên civînê dubare bike. Wekî din, gerek ew behsa hin mijarên bernameya heftiya din bike. Eger wext hebe, rêber dikare îlan bike ku heftiya din kîjan xwendekar wê wezîfeyan pêşkêş bikin. Eger rêberiyeke din nehatibe dayîn, gerek hemû îlan û nameyên hewce li dema gotinên dawîn ji aliyê rêber ve bên xwendin. Melûmatên wek roj û saeta civînên xizmetê û bernameya paqijkirinê nayên xwendin. Melûmatên wisa gerek li ser panoya îlanan bên daleqandin. Eger wexta ji bo gotinên dawîn kêm be ku hemû îlan û nameyên hewce bên xwendin, rêber dikare ji birayên ku qismê Wek Îsa Mesîh Bijî pêşkêş dikin, rica bike ku ew wezîfeyên xwe li gor hewcedariyê kin bikin (li  paragrafên 16 û  19an binêre). Civîn wê bi kilam û duayê xelas bibe.

  PESN Û ŞÎRET

18. Piştî wezîfeyên xwendekaran, gerek rêberê Civîna Jiyan û Xizmetê weke deqeyekê li gor dersa ku hatiye dayîn pesn û şîretan bide. Gava rêber wezîfeyên xwendekaran îlan dike, gerek ew îlan neke ku xwendekar wê li ser kîjan dersê bixebite. Piştî wezîfeyekê, rêber gerek serê pêşîn bi gotinên minasib pesnê xwendekar bide. Paşê, ew dikare behsa dersê bike û bibêje ku xwendekar ev dersa xwe çawa rind aniye cih an bi awayekî nazik bibêje ku xwendekar çawa dikare hê zêdetir li ser vê dersê bixebite. Eger ji bo xwendekar an ji bo guhdaran bifeyde be, rêber dikare wezîfeyê ji hin aliyên din ve jî şîrove bike. Piştî civînê yan li demeke din, rêber dikare li gor broşûrên Ji Mirovan Hez Bikin û Xwendin û Hînkirin’ê yan li gor kitêba Ministry School (bi zimanê Îngilîzî) li ser dersa hilbijartî yan li ser derseke din bi awayekî pozîtîf şîretan bide xwendekaran (ji bo zêdetir melûmata li ser mesûliyetên rêberê Civîna Jiyan û Xizmetê û rêberê alîkar, li  paragrafên 19,  24 û  25an binêre).

     WEXT

19Gerek hemû qisim û hemû gotinên rêberê Civîna Jiyan û Xizmetê di wextê de yan zûtir xelas bibin. Her çi qas wexta ji bo her qismî di Bernameya Civîna Jiyan û Xizmetê de tê nîşandayîn, eger malzemeya vî qismî bi têra xwe hatiye şêwirkirin ne lazim e ku ji bo temamkirina wextê melûmatên din bên zêdekirin. Eger qismên din ên civînê bi zêdeyî dirêj bin, gerek rêberê alîkar şîreta şexsî bide kesên ku ev qisim pêşkêş kirine (li  paragrafên 24 û  25an binêre). Lazim e ku temamiya civînê tevî kilam û duayan di saetek û 45 deqeyan de xelas bibe.

 ZIYARETA ÇAVDÊRÊ HERÊMÊ

20. Gava çavdêrê herêmê tê civatê, gerek civîn li gor Bernameya Civîna Jiyan û Xizmetê derbas bibe. Lê belê, li şûna Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê, çavdêrê herêmê wê gotareke 30 deqeyî pêşkêş bike. Berî vê gotara xizmetê, gerek rêberê Civîna Jiyan û Xizmetê bernameya wê heftiyê dubare bike, bernameya heftiya din pêşkêş bike, îlan û nameyên hewce bixwîne û paşê çavdêrê herêmê gazî sehneyê bike. Piştî gotara xizmetê, çavdêrê herêmê wê civînê bi kilameke ku wî hilbijartiye xelas bike. Çavdêrê herêmê dikare gazî birayekî din bike ku duaya dawîn bike. Li dema ziyareta çavdêrê herêmê, gerek wezîfeyên bi zimanê civatê li salonên din neyên pêşkêşkirin. Lê belê eger komek hebe, ev kom dîsa jî dikare civîna xwe li saloneke din bike, lê gava çavdêrê herêmê gotara xizmetê pêşkêş dike, gerek ew bên salona sereke.

 HEFTIYA KOMCIVÎNÊ

21. Li heftiya komcivînekê, civînên civatê tune ne. Wê baş be ku her kes bernameya civînê, ya ku ji bo wê heftiyê hatiye hazirkirin xwe bi xwe yan tevî malbata xwe lêkolîn bike.

 HEFTIYA BÎRANÎNÊ

22. Eger Bîranîna Mirina Îsa Mesîh bikeve ser hundirê heftiyê, Civîna Jiyan û Xizmetê wê tune be.

 ÇAVDÊRÊ CIVÎNA JIYAN Û XIZMETÊ

23. Koma rîspiyan gerek yek ji rîspiyan wek çavdêrê Civîna Jiyan û Xizmetê hilbijêre. Mesûliyeta vî çavdêrî ev e ku civîn bi nîzam û li gor vê rêberiyê derbas bibe. Gerek ew bi rêberê alîkar baş hevkariyê bike. Gava Bernameya Civîna Jiyan û Xizmetê ya nû derdikeve, gerek çavdêrê Civîna Jiyan û Xizmetê hemû wezîfeyên ji bo van du mehan tayîn bike. Yanî, ew wezîfeyên xwendekaran, hemû wezîfeyên din û rêberên civînê, yên ku ji aliyê koma rîspiyan ve hatine hilbijartin, tayîn dike (li  paragrafên 3 heta 16an û  24an binêre). Gava ew wezîfeyên xwendekaran tayîn dike, gerek ew emrê xwendekaran û tecrûbeya wan hesab bike. Wekî din, gerek ew xwendekarên wisa tayîn bike, yên ku dikarin li ser vê mijarê bi wijdanekî rihet xeber bidin. Eynî prensîp ji bo tayînkirina qismên din jî muhîm e. Gerek hemû wezîfe herî kêm sê hefte ji berê de ji xwişk û birayan re bên dayîn. Ji bo vê, gerek çavdêr kaxiza Wezîfeya li Civîna Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike (S-89) bi kar bîne. Çavdêrê Civîna Jiyan û Xizmetê mesûl e ku bernameya temamiya civînê, ya ku nîşan dide ku kî wê kîjan wezîfeyê pêşkêş bike, li ser panoya îlanan bê daleqandin. Koma rîspiyan dikare rîspiyekî din an alîkarekî civatê tayîn bike ku alî Çavdêrê Civîna Jiyan û Xizmetê bike. Eger alîkarekî civatê alîkarî dike, ew tenê dikare wezîfeyên xwendekaran tayîn bike, lê wezîfeyên din gerek ji aliyê rîspiyekî ve bên tayînkirin.

    RÊBERÊ CIVÎNA JIYAN Û XIZMETÊ

24. Her hefte, rîspiyek wê Civîna Jiyan û Xizmetê îdare bike. (Eger rîspî hindik in, alîkarên civatê yên jêhatî jî dikarin civînê îdare bikin.) Rêber gerek pêşgotin û gotinên dawîn hazir bike. Wekî din, gerek ew hemû wezîfeyan pêşkêş bike. Eger rîspî hindik in, ew dikare hin qismên din ên civînê jî pêşkêş bike, bi xisûsî qismên ku di wan de tenê vîdeoyên nayên şîrovekirin hene. Gerek xeberdana di nav wezîfeyan de pir kin be. Koma rîspiyan gerek qerarê bide ku kî dikarin wek rêber bên tayînkirin. Rîspiyên hilbijartî gerek civînê rêz bi rêz îdare bikin. Eger lazim be, çavdêrê Civîna Jiyan û Xizmetê dikare ji rîspiyên din zêdetir caran civînê îdare bike. Eger hunera rîspiyekî têra îdarekirina Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê dike, bi îhtimaleke mezin ew dikare civînê jî îdare bike. Lê belê, ji bîr nekin ku gerek rêber karibe bi zarşîrînî pesn û şîretan bide xwendekaran. Wekî din, rêber mesûl e ku civîn di wextê de xelas bibe (li  paragrafên 17 û  19an binêre). Eger li ser sehneyê cih hebe, rêber dikare mîkrofoneke din bi kar bîne ku qismê din pêşkêş bike. Gava ku rêber dipeyive, birayê ku wê qismê din pêşkêş bike dikare were ser sehneyê û cihê xwe bigire. Wekî din, li dema xwendina Kitêba Pîroz û qismê Xwe ji bo Xizmetê Hazir Bike, rêber dikare li ser sehneyê li ber maseyekê rûne. Bi van metodan, ew dikare wextê qezenc bike.

   RÊBERÊ ALÎKAR

25. Eger mumkin be, wê baş be ku rîspiyekî ku gotarbêjekî bitecrûbe ye, vî îşî bike. Gava hewce dibe, mesûliyeta rêberê alîkar ev e ku li ser qismên ku rîspî û alîkarên civatê pêşkêş dikin (mesela qismên Civîna Jiyan û Xizmetê, gotarên umûmî yan îdarekirin û xwendina Lêkolîna Birca Çavdêriyê û Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê) şîreta xisûsî bide wan (li  paragrafa 19an binêre). Eger di civatê de gelek gotarbêj û mamosteyên jêhatî hebin, her sal rîspiyekî din dikare bibe rêberê alîkar. Ne hewce ye ku rêberê alîkar piştî her wezîfeyê şîretan bide.

 ODEYÊN DIN

26. Eger xwendekar zêde bin, wezîfeyên xwendekaran dikarin li yek yan zêdetir odeyên din jî bên pêşkêşkirin. Lazim e ku ji bo wezîfeyên di odeya din de rêberekî jêhatî hebe. Eger mumkin be, wê baş be ku rîspiyek vî îşî bike. Eger hewce be, alîkarekî civatê yê jêhatî jî dikare vî îşî bike. Gerek koma rîspiyan qerarê bide ku kî dikare vî îşî bike. Wekî din, gerek ew qerarê bidin ka lazim e ku tayîna rêberê wezîfeyên di odeya din de rêz bi rêz bê dayîn yan na. Rêberê wezîfeyên di odeya din de gerek li gor  paragrafa 18an şîretan bide. Eger di odeyeke din de wezîfe tên derbaskirin, piştî para Cewherên Ruhî ya qismê Xezîneyên Kitêba Pîroz gerek ji xwendekaran re bê gotin ku bila ew herin odeya din. Piştî wezîfeya xwendekaran ya dawîn, gerek ew vegerin salona sereke.

 VÎDEO

27. Li Civîna Jiyan û Xizmetê, vîdeoyên hilbijartî tên bikaranîn. Vîdeoyên vê civînê bi navgîniya programa JW Library tên hazirkirin, a ku li ser cure cure cîhazan dixebite.

© 2023 Watch Tower Bible and Tract Society of PA

© Wachtturm Bibel- und Traktat-Gesellschaft der Zeugen Jehovas, e.V., Selters/Ts.

S-38-RD 11/23