Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

Lalbûnê Riya Min Negirt ku Mirovan Bielimînim

Lalbûnê Riya Min Negirt ku Mirovan Bielimînim

Di sala 1941ê de çaxa ez 12 salî bûm, ez hatim bin av kirin. Lê min di sala 1946 dest bi fehmkirina rastiya Kitêba Pîroz kir. Lê çima wisa dereng? Niha ezê ji we re bêjim.

WEKE sala 1910an de dê û bavê min ji Tibîlîsî (Gurcistan), derbasî Kanadaya Rojavayê bûn, nêzikî Pellyê (Saskatchewan). Me di fêrmê de dijît. Ez di sala 1928an de hatim dinyayê, û ji 6 zarokan ez yê biçûk bûm. Bavê min pêşiya bûyîna min mir, û çaxa ez hê zarok bûm diya min mir. Wext şûnda, xwişka mine mezin Lucy mir, ya ku 17 salî bû. Paşî vê yekê apê min Nick, ez û xwişk û birayên min xwedi kirin.

Carekê, çaxa min nû dest pê kir rê herim, malbata min dîtin çawa ez poça hespê kaş dikim. Ew tirsiyan ku hesp wê min xe û kirine qajînî ku berdim. Pişta min wan de bû û min dengê wan nedibihîst. Çawa baş e ku wê hespê ziyan neda min, lê hema vê rojê malbata min fehm kir ku ez ker û lal im.

Hevalê malbata me şîret da, ku ez tevî zarokên ker û lal bielimim. Loma jî apê min Nick ez birime mekteba ker û lalan, kîjan ku di bajarê Saskatoonê de bû, (Saskatchewan). Kîderê min dest pê kir bijîm, ji malbata min riya çend saetan dûr bû. Ez gelek tirsiyam, çimkî ez tenê 5 salî bûm. Tenê dema tatîlê û havînê de min malbata xwe didît. Di axiriyê de, ez zimanê îşaretan elimîm û ez dilşad dibûm ku min êdî dikaribû tevî zarokan bilîzim.

RASTIYÊ DIELIMIM

Di sala 1939an de, xwişkeke mine ji min mestir Marion, Bill Danylchuck stand. Wana xwişka min Frances û ez birime bal xwe û em xwedî kirin. Di malbata me de cara pêşiyê ew rastî Şahidên Yehowa hatin. Havînê, dema tatîlê, wana çiqas dikaribû çi ku ji Kitêba Pîroz elimîn, ji min re digotin. Bi rastî bêjim ji min re zor bû wana fehm kim, çimkî wana zimanê îşaretan nizanibûn. Lê wana texmîn dikir ku min bi dil rastiyê hez kir. Min fehm kir ku ew li gora Kitêba Pîroz dijîn, û loma ez tevî wan diçûme xizmetê. Zûtirekê min dixwest bêm bin av kirin, û 5 Îlonê di sala 1941ê de, Bill min di hewzekî de binav kir. Wî av ji bîrê hilda, kîjan ku gelek sar bû!

Tevî ker û lalan li civîna mezin di Clevelandê de (Ohaio, di sala 1946an de)

Di sala 1946an de havînê dema hêsabûnê çaxa ez vegeriyame malê, em çûn civîna mezine sêrojî li bajarê Clevelandê (Ohio, Dewletên Yekbûyî). Li roja pêşîn a civîna mezin, xwişka min fikirên ji bernamê, ji min re ser kaxiz dinivîsî. Lê roja diduyan, min dît ku bona mirovên ker û lal bername tê wergerandin. Bername bona min gelek fehmbar bû, û ew wisa baş bû ku min di axiriyê de zelal fehm kir rastiya Kitêba Pîroz!

MIROVAN RASTIYÊ DIELIMÎNIM

Wî zemanî, Şerê Hemdinyayê Diduwan xelas bû û neteweperwerî zehf belav bû. Piştî civata mezin, ez vegeriyam mektebê û min bona xwe mexsed danî ku dilsoziya xwe ji Xwedê re îsbat kim. Min êdî rûmet nedida alê û ne jî marşa milî distra bi zimanê îşaretan. Wisa jî ez tevî cejnan nedibûm û ne jî diçûme dêrê çawa şagirtên din diçûn. Ew yek midurê mektebê xweş nehat, û wî dixwest min bitirsîne, loma tiştên derew digot da ku ez fikirên xwe biguhêzim. Der heqê vê yekê de hevalên di mektebê de elimîn û ecêbmayî man, lê wê derecê ji min re rê vekir, ku şahîdî bidim. Larry Androsoff, Norman Dittrick, û Emil Schneider yên ku tevî min di mektebê de elimîn, hatine ser riya rastiyê û heta roja îro bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikin.

Çaxa ez diçûme şeherên din min bona xwe mexsed danî, ku ji ker û lalan re şahidî bidim. Mesela, di Montrealê de ez çûm klûbeke ker û lalan. Li wê derê min şahîdî da Eddie Tager, yê ku ciwan bû. Wê çaxê ew serokê komeke ker û lalan bû, lê îro ew birayê me ye, û di Lavalê de (Quebec) di civata ker û lalan de xizmet dike. Min wisa jî şahidî da ji ciwanekî re, navê wî Juan Ardanez e. Wî mîna mirovên ji Beroyayê kûr lêkolîn dikir, ku di rastiya Kitêba Pîroz de bawer be (Kar. 17:10, 11). Ew jî hate li ser riya rastiyê û çawa kal bi dilsozî Ottawayê de (Ontario) heta mirina xwe xizmet dikir.

Li kolanê şahidiyê didim weke di sala 1950î de

Di sala 1950î de ez derbasî Vancouverê bûm. Min gelek hez dikir ji mirovên ker û lalan re mizgînê bêjim, lê ezê tu car bîr nekim vê qewimandinê ku tevî min qewimî. Min jinikeke bi navê Chris Spicer di kolanê de da sekinandinê, lê ew ne ker û lal bû. Wê qebûl kir ku her meh ji jê re kovarên me bivim, û wê xwest ku ez herim mala wan û rastî mêrê wê Gary bêm. Ez çûme mala wan, û bi nivîsandinê li ser kaxasa me dirêj xeber da. Paşî vê rojê, me êdî hev nedît. Lê ez ecêbmayî mam çaxa sal derbas bûn, min di Torontoyê de li ser civîna mezin ew dîtin. Hema wê rojê Gary gerek bihata bin av kirin. Wê qewimandinê kire bîra min, ku çiqas muhîm e timê mizgîniyê belav kin, çimkî nizanî kîderê yan kengê rastî di dilê mirovan de mezin be.

Wext şûnda, ez dîsa derbasî Saskatoonê bûm. Li wêderê ez rastî jinikekê hatim, kîjanê ji min re got ku ez tevî qîzên wêye cêwî elimandina Kitêba Pîroz derbas kim. Navê wan Jean û Joan Rothenberger bûn. Ew jî vê mekteba ker û lalan de dielimîn, kîderê berê ez elimîm. Zûtirekê ew du keçika çi ku der heqê rastiyê de elimîn, ji hevalên xwe re di mektebê de digotin. Di axiriyê de, 5 hevalên wan bûne Şahidên Yehowa. Yek ji wan Eunice Colin bû. Cara pêşiyê min Eunice dît çaxê min êdî mekteba xwe xelas dikir. Wî çaxî wê ji min re şîrinayî da û got ku ew dixwaze tevî min hevaltiyê bike. Zeman derbas bû û ew bû miroveke mine herî nêzik, ew bû jina min.

Ez tevî Eunice ê di sala 1960î de û di sala 1989an de

Çaxa diya Eunice bihîst ku ew Kitêba Pîroz dielime, wê ji midure mektebê re got ku wisa bike ku qîza wê terk bide elimandinê. Ew edebyet bi çi jî ew Kitêba Pîroz dielimî, ji wê standin. Lê Eunice bona xwe qerar kir, ku ji Yehowa re dilsoz bimîne. Çaxa wê dixwest binav be, dê û bavê wê ji jê re gotin: “Eger tu bibî Şahîdê Yehowa, emê te ji malê derxin!” Eunice di 17 saliya xwe de ji mal çû û Şahidên Yehowa ku di mihala wê de dijîtin bi dil û can lê bûne xwedî. Wê berdewam kir Kitêba Pîroz bielime û di axiriyê de hate binavkirinê. Çaxa em zewicîn di sala 1960î de dê û bavê wê nehatine dewata me. Lê sal derbas bûn, û wana hêdî-hêdî qedirê me digirtin ji bo baweriya me û wisa jî ji bo vê yekê ku me çawa zarokên xwe mezin dikir.

YEHOWA TIMÊ ALÎ MIN DIKE

Kurê min Nicholas û jina wî Deborah, di Beytela Londonê de xizmet dikin

Heft kurên me hene, lê ew ker û lal nînin. Bona min û jina min, nehêsa bû zarokên xwe mezin kin, lê me zimanê îşaretan wana dielimand, da ku tevî wan xeber din û rastiyê bikin dilê wan. Xwişk û birayên di civatê de zehf alî me kirin. Mesela, carekê bira nêzîkî me bû û got ku kurekî me di Salona Îbadetê de peyvên necayîz dibêje. Bi destê vê yekê me derbêra kurê xwe şîret kir. Çar kurên min James, Jerry, Nicholas, û Steven tevî jin û malbata xwe bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikin. Ew her çar jî kal in. Hin jî Nicholas tevî jina xwe Deborah, di bûroya Brîtanyayê de alîkariyê didin wergerandina zimanê îşaretan. Lê Steven û jina wî Shannan di bûroya Dewletên Yekbûyî de di koma wergerandinê de nin, ya zimanê îşaretan.

Kurê min James, Jerry, û Steven jinên xwe ve bi cure cure alîkarî didin belavkirina mizgînê bi zimanê îşaretan

Mehek mabû ku 40 salê zewaca me temam bûya, Eunice mir, çimkî şêrpence wê hebû. Di nava tengasiya xwe de ew qewî ma û ew qayîm bawer bû ku mirî wê rabin. Ez gelek hîviya vê rojê me çaxa dîsa wê bibînim.

Faye û James, Jerry û Evelyn, Shannan û Steven

Meha Sibatê di sala 2012an de, ez erdê ketim û qorika min şikest. Min fehm kir ku ji min re alîkarî lazim e. Û loma ez çûme bal kurekî xwe. Niha em di bajarê Calgaryê de di civata ker û lalan de ne, û li wêderê jî ez çawa kal xizmet dikim. Dikarim bêjim ku ew cara pêşiyê ye ku ez di civata ker û lalan de me. Bidin hesabê xwe ku ez ji destpêka sala 1946an de di civata înglîzî de bûm. Gelo çawa ez di ruhanî de qewî mam? Yehowa sozê xwe anî cih ku alîkarê sêwiyan ye (Zeb. 10:14). Ez gelek ji wan xwişk û birayan razî me, yên ku alî min kirine di ruhanî de nekevim. Mesela, wana ser kaxizan fikirên ji civatê bona min dinivîsîn, zimanê îşaretan dielimîn û çiqas dikaribûn ji min re werdigerandin.

Ez di 79 saliya xwe de mekteba bona pêşengan li ser zimanê îşaretan ê Amerîkî (ASL) derbas bûm

Bi rastî bêjim, cara ez berxwe diketim, çimkî nikaribûm fehm kira çi ku dihate gotinê, yan jî jio bo ku min yên din fehm nedikirin. Lê wî demî de, ez li ser gotinên Petrûs difikirîm, ku wî ji Îsa re got: “Ya Xudan, emê herin ba kê? Gotinên jiyîna herheyî bi te re ne” (Yûh. 6:66-68). Çawa xwişk û birayên din ên ker û lal saliyên min de, ez jî elimîm bi sebir bim. Ez elimîm îtbariya xwe Yehowa û teşkîlata wî bînim, û wê yekê ji min re gelek kerem anîn! Niha ser zimanê min xwarina ruhanî tije heye, û ez lezetê distînim ku diçime ser civata û civatên mezin ser zimanê îşaretan ê Amerîkî. Bi rastî jîyanê min bextewar û bi kerema tije bû, çimkî min ji Yehowa re, Xwedayê meyî Zor re xizmet dikir.