Here Naverokê

Here naverokê

“Vekirina” Tomareke Kevnar

“Vekirina” Tomareke Kevnar

Arkeologan li sala 1970yî li Ein Gediyê tomareke şewitî keşf kiribû, lê nikaribû ev tomar bixwenda. Bi saya teknolojiya sehkirina 3D, em niha dizanin ku di tomarê de hin ayetên kitêba 3. Mûsa hene, ku tê de navê Xwedê jî derbas dibe.

LI SALA 1970yî, arkeologan li Ein Gediyê (Îsraêl), nêzikî kêleka rojava ya Behra Mirî, tomareke şewitî keşf kir. Wan ev tomar dît gava wan kenîşteyek vekolîn dikir, a ku bi îhtimaleke mezin li sedsala 6emîn hatibû şewitandin gava gund hat xera kirin. Tomar pir şewitî bû, û eger tomar bihata vekirin, wêyê zerar bidîta. Lê belê, bi saya teknolojiya sehkirina 3D, tomar hat “vekirin”. Bi alîkariya nivîsbariyeke nû ya ji bo xuyanîkirina dîjîtal, nivîsa li tomarê niha dikare bê xwendin.

Sehkirina tomarê çi eyan kiriye? Ev tomar, qismekî Kitêba Pîroz e. Li bermayiyên tomarê hin ayetên ji destpêka kitêba 3. Mûsa hene. Di van ayetan de, çar herfên navê Xwedê nivîsî ne. Ev tomar bi îhtimaleke mezin li navbera dawiya sedsala 1ê û sedsala 4an a P.M. hatibû nivîsandin. Yanî, ev tomara Kitêba Pîroz a bi zimanê Îbranî ya herî kevin e, ya ku piştî keşfkirina metnên Qumranê hatiye keşf kirin. Li gor rojnameya The Jerusalem Post, Gil Zohar wisa nivîsî: “Heta vekirina [vê tomarê], di nav Tomarên Behra Mirî û Kodeksa Helebê, ya ku li sedsala 10an a P.M. hat nivîsandin, navbereke 1.000 salî hebû.” Li gor zanyaran, ev tomar îsbat dike ku metna Masoretîk a Tewratê “bi hezaran salan hatiye parastin, û tê de şaşiyên kopîkirinê tune.”