Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

Ne Leşkerekî vê Dinyayê, Lê Leşkerekî Mesîh

Ne Leşkerekî vê Dinyayê, Lê Leşkerekî Mesîh

Gava min dezmala xwe ji erdê hilda, dor berê min bû teqe-teqa gulla. Leşkeran bi qarînî gazî min kirin ku ez derkevim ji ciyê ku min xwe veşartibû. Ez tirse-tirs nêzikî wan bûm, û min nizanibû ezê sax bimînim an na. Çima ez ketibûme wî halî?

EZ DI sala 1926an de hatim dinyayê. Ji 8 zarokan ez yê 7an bûm. Me di gundekî biçûk, di Yewnanistanê de dijît navê kîjanî Karítsa ye. Dê-bavê min mirovne xebathez bûn.

Di sala 1925an de, dêmek salek pêşiya bûyîna min, dê-bavê min rastî John Papparizos hatin. Ew Lêkolînkarê Kitêba Pîroz bû, wî zemanî Şahidên Yehowa wisa nav dikirin. Ew yekî xîret û xeberxweş bû. Dê-bavê min ecêbmayî man, çaxa John bi aqilayî û serwaxtî Kitêba Pîroz ji wan re şirovedikir. Wê yekê wana hêlan kir bêne ser civîna Lêkolînkarên Kitêba Pîroz, kîjan ku di gundê me de derbas dibû. Diya min qayîm Yehowa Xwedê bawer dikir. Rast e ew nexwendî bû, lê çiqas dikaribû ji mirova re der heqê Xwedê de bêje. Lê sed heyf, bavê min ji bo şaşiyên hineke mayîn ruhanî de ket û êdî nedihate ser civatê.

Min û xwişk-birên min, me Kitêba Pîroz qîmet dikir, lê hiş-aqilê me tenê ser wedederbaskirinê bû. Lê di sala 1939an de, çaxa di Ewropayê de dest pê Şerê Hemdinyayê ya diduwan dibû, di gundê me de tiştekî wisa qewimî, ji bo çi jî em li ser hişê xwe de hatin. Nicolas Psarras kurap-pismamê me, yê ku hin jî cînarê me bû, gazî kirine here leşkeriya Yewnanistanê. Ew 20 salî bû û nû hate bin avkirinê. Nicolas bi mêrxasî gote hikumdarên leşkeriyê: “Ez nikarim şer bikim, çimkî ez leşkerê Mesîh me”. Paşî wê yekê, wî birine ber dîwana leşkeriyê û ser 10 salan kirine kelê. Wê qewimandinê em gelek ecêbmayî kirin.

Lê di sala 1941ê de, çaxa ordiya ku piştgiriya Yewnanistanê dikir, kete nav Yewnanistanê, Nicolas ji kelê hate azakirinê. Ew dîsa vegeriya Karítsayê. Gava ew hat, birê minî mezin Ilias der heqê Kitêba Pîroz da pirs ser pirsan dida wî. Min jî guhê xwe dida wan. Paşî vê yekê, Ilias û ez tevî xwişka xweye biçûk Efmorfia, me dest pê elimandina Kitêba Pîroz kir, û em timê dihatine civatê. Paşî salekê, me hersêka jî xwe teslîmî Yehowa kir û hatine bin avkirinê. Paşî vê yekê, çar xwişk-birên min jî hatine bin avkirinê.

Di sala 1942an de, di civata Karítsayê de neh xwişk-birên ciwan hebûn, yên ku weke 15-25 salî bûn. Me gişka zanibû ku emê rastî çetinayên giran bên. Loma da ku baweriya xwe qewî kin, em tevayî cîkî top dibûn û me Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, kilamên bona Xwedê distira û dua dikir. Wê yekê baweriya me gelek qewî kir.

Demetrius û hevalên wî li Karítsayê

ŞER Di WELATÊ DE

Gava Şerê Hemdinyayê ya diduwan xelas bû, komûnîstên Yewnanî miqabilî dewletê rabûn, û bona vê yekê di welatê de dest pê şerekî giran bû. Partîzanên komûnîst cî-ciya digeriyan, û destê zorê gundî dibirin da ku tevî miqabilîbûna wan bibine yek. Çaxa ew gihîştine gundê me, sê Şahidên Yehowa girt in û birin. Yek ji wan ez bûm, yê diduwan birê min Ilias bû û Antonio Tsoukaris bû. Me ji wan re digot ku em şagirtên Îsa ne û naçine şer, lê yeke wana destê zorê em birin çiyayê Olympusê, ku ji gundê me weke 12 siheta dûr bû.

Paşê hin wext derbas bû, fermandarê komûnîst emir da, ku em tevî miqabilîbûna partîzanan bibin yek. Çaxa me ji wan re şirovekir ku şagirên Îsa yên rast çek hilnadine destên xwe ku mirova bikujin, ew fermandar hêrs ket û em kaşî cem general kirin. Çaxa me ji jê re wekiland ku em şagirtên Îsa ne, wî gênêralî emir da: “De ku wisa ne, qantirekî hildin û ji şer leşkerên birîndar bidine ser û bivine nexweşxanê”.

Me ji wî pirsî: “Lê eger leşkerên dewletê me bigirin, gelo wê nefikirin ku em jî leşker in?” Wî got: “De ji eşkeran re nan bibin”. Em fikirîn û me got: “Lê eger ofîsêr bibîne ku qantirê me heye û ji me re bêje ku pê qantir çek bivin ciyê şer?” Gênêral kûr fikirî û axiriyê got: “Ku wisa ne hûn dikarin ber pêz bin! Ser çiyê bimînin û miqatî keriyê pêz bin”.

Dor berê me şerekî giran bû, lê îsafa me hersêka paqij bû, çimkî me piştgiriya şer nedikir, lê tenê miqatî keriyê pêz bûn. Salek derbas bû, û ji Ilias re çawa ji kurê mezin re, îzin dan ku vegere mal, ku miqatî diya meye jinebî be. Antonio jî aza kirin çimkî ew nexweş ket. Lê ez dîsa jî di dîltiyê de mam.

Wî demî, ordiya Yewnanî pey komûnîstan diket. Koma komûnîstan ku min biribûn dîltiyê, min hildan û em ji çiya re revîn berbi Albanyayê. Nêzikî sînorê Albanyayê, ji nişka ve leşkerên Yewnanî dora me girtin. Ew komûnîst tirsiyan û revîn. Min xwe ber baxê ketî veşart, û çi ku min di destpêkê de got ew hema ew derece bû.

Çaxa min ji leşkerê Yewnanî re got ku komûnîstan ez dîltî girtim û birim, wî min bire ber dîwana di zoma leşkeriyê de ku nêzikî Véroiayê bû. Ew şeherê berê bû, ku di Kitêba Pîroz de tê navkirinê Beroea. Li wêderê gotine min ku çela bikulim da ku dema şer, leşker xwe tê de veşêrin. Çaxa min got ku ez nikarim vê yekê bikim, ew ofîsêrê mezin temî da ku min aksor kin girava bi navê Makrónisos, kîderê ku cezayê giran bû.

GIRAVA ZÊRANDINÊ

Ew girav mîna zinar e, kîjan ku vekirî û bê av bû, û qije-qija germê bû. Ew girav ber devê behrê ye, navê wî cîyî Attîka ye, ew weke 50 km dûrî Atînayê ye. Dirêjaya vê giravê 13 km, lê beraya wê ciyê lape zehf 500 metre ye. Rast e girav gelek biçûk e, lê di sala 1947-1958an de, li wêderê 100.000 zêdetir girtî hebûn. Di nava wan girtiyan de komûnîst hebûn û yên ku nekomûnîst bûn, lê leşkeran difikirî ew komûnîst in, wisa jî yên ku berê raber bûn. Ji xeynî wan li wê derê gelek Şahidên Yehowayî dilsoz jî hebûn.

Çaxa di destpêka sala 1949an de ez hatime wêderê, girtî ser zoma paravebûn. Min di cîkî wisa de cîwar kirin, kîderê ku qe xwedîkirî nîbû û bi sedan girtî hebûn. Ji me weke 40 mirov di çadirê brêzênt de radizan ku bona 10 mirovan bû. Me ava qirêj vedixwar û xwarina me heçî zehf nîsk û badrîcan bû. Li wêderê timê toz û ba bû, û wê yekê jiyan lap zor dikir. Lê baş bû ku me kevirên giran nedibir-nedianî çawa girtiyên din dikirin, çimkî ew gelek zor bû û xirab bandor bû ser sihet-qeweta wan hin di fîzîkî de hin jî êmosiyalî de.

Tevî girtiyên din ku Şahidên Yehowa ne, ser girava Makrónisosê

Carekê çaxa ez ber devê behrê digeriyam, ez rastî çend Şahidên Yehowa hatim, yên ku ji zomeke din bûn. Ew yek bona me şabûneke gelek mezin bû! Em gelek fesal rastî hev dihatin da ku nekevine çava. Hin jî me fesal der heqê mizgînî de digot ji girtiyan re, yên ku di axiriyê de bûne Şahidên Yehowa. Ew yek û dua gelek alî me kirin ku di ruhanî de qewî bimînin.

KETIME AGIR

Paşî dehe mehan, leşkerên ku ez girtibûm, qerar kirin ku êdî wext e ez kincê leşkeriyê xwe kim. Lê çaxa min got ku ezê xwe nekim, wana ez kaşî bal serokê zomê kirim. Min nivîsarek da wî, di kîderê de nivîsî bû: “Ez dixwazim tenê leşkerê Mesîh bim”. Çaxa wana ez dame tirsandinê, wî serokê ez birim cem keşîşê mezin yê dêra Yûnaniya, yê ku kincê keşîşaye mexsûs xwe kiribû. Gava ku min ser pirsên wî ji Kitêba Pîroz cewaba xwe dida, wî ji hêrsê kire qarînî: “Wî bibin, ew fanatîk e!”

Şebeqa din, leşkeran dîsa ji min re gotin ku kincê leşkeriyê xwe kim. Çaxa min got ku ezê xwe nekim, wana bi kulma û bi dar ez kutam. Paşê wana ez birim nexweşxana zomê, ku binêrin hestiyên min şkestine an na, û paşê dîsa ez birim çadira min. Wana du mehan wisa serê min dikir.

Ez ser ya xwe sekinîbûm, loma gelek hêrsa leşkeran rabû, wana dixwest bi cûrekî din min bidine tirsandinê. Wana destên min dane pişt min û girêdan, û bêremtî pê qamçiya binê nigên min dixistin. Bin êşa giran de min gotinên Îsa kire bîra xwe: “Xwezî bi we, gava ku ew . . . we nizim bikin, tengahiyê bidin we . . . Şa bibin û dilgeş bin! Çimkî xelata we li ezmanan mezin e. Ji ber ku wan bi vî awayî tengahî da wan pêxemberên beriya we jî” (Met. 5:11, 12). Min difikirî ew yek wê xelas nebe û ez xeriqîm.

Ez li ser hişê xwe de hatim di otaxa kelêye sar de, tî-birçî û bê leyîf. Lê hela hê wî halî de jî ez rihet bûm û xwegirtî bûm. Çawa Kitêba Pîroz soz dide “aştiya Xwedê” dil û fikrên min xwedî dikir (Flp. 4:7). Roja din leşkerekî heyf nan, av û pot da min. Paşê leşkerekî din nîvê xwarina xwe da min. Di wê derecê de û dîsa derecên din de min destê Yehowa ser xwe texmîn dikir.

Seroka çawa raber ez hesab dikirim û ez birim Athensê de ber dîwana leşkeriyê. Li wêderê ez şandime kela girava Yíarosê ser sê sala, kîjan ku 50 km., dûrî rohlata Makrónisos e.

“EM DIKARIN ÎTBARIYA XWE WE BÎNIN”

Kela Yíarosê avayîkî mezin bi agûrên sor bû, kîderê ku 5.000 girtî hebûn, yên ku miqabilî hikumdariyê derketibûn. Wisa jî 7 Şahidên Yehowa jî hebûn, û gişk jî ji bo tevnebûyînê ketibûne kelê. Em dizîka ve tevayî top dibûn ku Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, lê ew yek qedexekirî bû. Me hela hê dizîka ve “Birca Çavdêriyê” distand, kîjan ku paşê me pê desta kopî dikir bona elimandinê.

Carekê çaxa em dizîka ve top bûn, nobedarekî em dîtin, kîjan ku ji me edebyet standibû. Wî em birin cem berdestiyê hikumdarê kelê, û me difikirî ku êdî em ji kelê xelas nabin. Lê wî ji me re got: “Em zanin hûn kê ne, û em qedirê baweriya we digirin. Em zanin ku em dikarin îtbariya xwe we bînin. Herin ser şixulê xwe.” Wî şixulekî wisa hêsa ji me hineka re da, ku em gelek razî bûn û dilşad bûn. Em kêfxweş dibûn ku hela hê di kelê de jî dilsoziya me hurmet dida Yehowa.

Dilsozî û cesareta me berê din jî anî. Girtîkî yê ku berê profêsorê matêmatîkayê bû, bala xwe dida rabûn-rûniştina me û pirs dida me. Û paşê çaxa di sala 1951ê de em Şahidên Yehowa azad bûn, ew jî azad bû. Paşê ew çawa Şedê Yehowa hate bin av kirin û bû xizmetkarê hertim.

HÊ LEŞKER IM

Tevî pîreka xwe Janette

Çaxa ez derketim ji kelê, ez vegeriyame Karítsayê cem malbata xwe. Paşê ez tevî gelek bineliyên welat derbasî Melbourneê bûm, (Awistralya). Li wêderê ez rastî xwişkeke gelek baş hatim navê wê Janette e, û me hev stand. Ji me re kurek û sê qîz bûn, ew jî niha ser riya Xwedê ne.

Îro, ez êdî 90 salî zêdetir im, û çawa kal xizmet dikim. Ji bo birînên berê carinan bedena min û nigên min dêşin, bi taybetî çaxa ez diçim xizmetiyê. Lê yeke çawa berê wisa jî îro, ez dîsa “leşkerekî . . . Mesîh” me (2. Tîm. 2:3).