Here Naverokê

Here naverokê

Li bajarê Nînewayê avahiyên mezin hebûn

Te Zanibû?

Te Zanibû?

Piştî dema Ûnis pêxember, çi hat serê bajarê Nînewayê?

LI SEDSALA 7an a B.M., Asûr împaratoriya herî mezin a dinyayê bû. Li gor bloga British Museumê, Asûrê ji Qibrisê heta Îranê li ser gelek welatan hikum dajot. Heta demekê, Misir jî aîdî vê împaratoriya biqudret bû. Serbajarê Asûrê Nînewa bajarê herî mezin ê dinyayê bû. Tê de heykelên mezin, baxçe û qesrên bedew û kitêbxaneyên zengîn hebûn. Nivîsên li ser dîwarên bajarê Nînewayê nîşan didin ku wek padîşahên din ên Asûrê, Aşûrbanîpal Padîşah jî xwe wek “padîşahê dinyayê” bi nav dikir. Li wê demê, wisa xuya bû qey tu kes nikare Asûr û Nînewayê bin dest bike.

Li wê demê, împaratoriya Asûrê împaratoriya herî mezin bû

Lê belê, gava Asûr bû împaratoriya herî mezin, Tsêfanya pêxember got ku Yehowa wê Asûrê wêran bike û mîna çolê ziwa bike. Wekî din, Nahûm pêxember wisa got: “Zîvê talan bikin, zêr talan bikin! ... Vala yî, tena yî, wêrane yî! ... Hemûyên ku li te dinihêrin, dê ji te birevin û dê bibêjin: Neynowa wêran bû!” (Tsêfanya 2:13; Nahûm 2:9, 10; 3:7). Dibe ku kesên ku ev gotin dibihîstin meraq dikir: “Gelo ev yek wê mumkin be? Gelo Asûr wê çawa bê bindestkirin?” Li wê demê, vê yekê wek tiştekî nemumkin xuya dikir.

Nînewa wêran ma

Lê belê, li dawiya sedsala 7an a B.M., Asûr ji aliyê Babîlî û Medan ve hat bindestkirin. Bi zeman re, bajarê Nînewa wêran ma û hat jibîrkirin. Weşaneke muzeyeke li New Yorkê wisa dibêje: “Li Serdema Navîn, Nînewa êdî hatibû terkkirin û di bin axê de mabû, û mirovan navê vî bajarî tenê ji Kitêba Pîroz dizanibû.” Li gor Arşîva Înternetê ya Komeleya Arkeolojiya Kitêba Pîroz, li destpêka salên 1800an, “kesî êdî nizanibû ka serbajarê Asûrê bi rastî hebû yan na.” Lê belê, di sala 1845an de, arkeologekî bi navê Austen Henry Layard wêraneyên bajarê Nînewayê derxistin meydanê. Van wêraneyan eşkere dikir ku li demên berê, Nînewa bajarekî çi qas mezin û bedew bû.

Pêkhatina pêxemberiyên di heqê Nînewayê de baweriya me zêde dike ku gotinên Kitêba Pîroz ên li ser dawiya sîstema siyasî ya îro jî wê bên cih (Danîêl 2:44; Peyxam 19:15, 19-21).