Here Naverokê

Here naverokê

Te Zanibû?

Te Zanibû?

Li demên berê, meh û sal çawa dihatin hesabkirin?

JI BO Îbraniyên ku li Welatê Sozdayî dijîn, sala dinyewî bi îşê ajotina zeviyan û çandinê, yanî li mehên Îlon û Cotmehê dest pê dikir.

Ji ber ku her yek ji 12 mehên sala heyvê tenê ji 29 yan 30 rojan pêk tê, sal heyvê ji sala tavê kintir e. Ji bo ku sala heyvê û sala tavê wek hev bin, metodên cur bi cur dihatin bikaranîn. Mesela, çend roj dikarin bên zêdekirin, yan jî mehek dikare berî destpêka sala din bê zêdekirin. Bi alîkariya sîstemeke wisa, salname li gor demsalên çandin yan berhevkirinê dihat eyarkirin.

Lê belê, li rojên Mûsa pêxember, Xwedê ji xizmetkarên xwe re gotibû ku sala dînî gerek li meha Abîb (wek Nîsan jî tê binavkirin), yanî li biharê dest pê bike (2. Mûsa 12:2; 13:4). Cejna ku vê mehê dihat pîrozkirin bi berhevkirina ceh ve girêdayî bû (2. Mûsa 23:15, 16).

Zanyar Emil Schürer di kitêba xwe de wisa dibêje: “Qaîdeya ji bo zêdekirina mehan pir hêsan bû. Cejna Derbaskirinê, ya ku gerek li dema heyva çardeh şevî ya meha Nîsanê (14ê Nîsanê) bihata pîrozkirin, her tim gerek biketa piştî roja biharê ku dirêjahiya şev û rojê wek hev e …. Loma, gava mirovan li dawiya salê didît ku Cejna Derbasbûnê wê biketa tarîxeke berî wê rojê, ferman dihat dayîn ku berî meha Nîsanê, mehek [yanî meha 13an] bê zêdekirin (Geschichte des jüdischen Volkes im Zeitalter Jesu Christi).

Şahidên Yehowa tarîxa Şîva Xudan li gor vê metodê hesab dikin. Li gor salnameya Îbranî, Şîva Xudan li 14ê Nîsanê tê pîrozkirin. Ji berê ve ji civatên li seranserê dinyayê re tê îlankirin ku ev roj dikeve kîjan tarîxa li gor salnameya modern.

Lê belê, Îbraniyan ji ku dizanibû ku mehek kengê xelas dibû û meha din kengê dest pê dikir? Îro, salnameyên çapkirî û elektronîk hene, loma hesabkirina vê yekê hêsan e. Lê belê, li demên berê ne wisa bû.

Li dema Tofanê, dirêjahiya mehekê 30 roj bû (1. Mûsa 7:11, 24; 8:3, 4). Paşê, li ba Îbraniyan, dirêjahiya mehekê yan 29 roj yan jî 30 roj bû, çimkî mehan li dema xuyabûna heyva nû dest pê dikir.

Carekê, hem Dawid hem Yonatan wisa gotibû: “Sibê serê mehê ye” (1. Samûyêl 20:5, 18). Ji van gotinan tê fehm kirin ku li sedsala 11an a B.M., meh ji berê ve dihatin hesabkirin. Gelo xelk ji ku dizanibû ku meha nû wê kengê dest pê bike? Li gor Mîşnayê, * li demên piştî ku Cihû ji sirgûna Babîlê vegeriyan welatê xwe, Sanhedrîn, yanî mehkemeya bilind a Cihûyan, li heft mehên ku tê de cejn dihatin pîrozkirin li roja 30yî ya mehê li hev top dibû. Wê rojê, wan qerar dida ku meha din wê kengê dest pê bike. Gelo çawa?

Zilamên ku şevê li cihên bilind ên li derdora bajarê Orşelîmê nobe digirt li ezmanan dinêrî. Gava wan heyva nû didît, wan zû xeber dişand Sanhedrînê. Eger Sanhedrîn bawer bû ku têra xwe îsbat hene ku heyva nû hatiye dîtin, wan destpêka meheke nû îlan dikir. Lê eger heyva nû seba mij û ewran xuya nedikir, Sanhedrînê îlan dikir ku ev meh 30 roj e. Paşê, meha nû dest pê dikir.

Li gor Mîşnayê, qerara Sanhedrînê bi destê agirekî ku li derveyî bajarê Orşelîmê li ser Çiyayê Zeytûnê dihat vêxistin, dihat îlankirin. Li bajarên din jî, ev xeber bi destê agirên ku li ser cihên bilind dihatin vêxistin, dihat belavkirin. Li sedsalên paşê, xebera meha nû bi destê xebervanan dihat belavkirin. Bi vî şeklî, Cihûyên li Orşelîmê, li welatê Îsraêlê û li cihên dûr dizanibû ku meheke nû kengê dest pê dikir, û her kesî dikaribû cejnan di eynî demê de pîroz bikira.

Ji bo zêdetir melûmata li ser vê yekê ku meh, cejn û demsalên Îbranî çawa bi hev ve girêdayî bûn, li tabloyê binêre.

^ Mîşna koleksiyoneke adet û qanûnên devkî yên Cihûyan e.