Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Gelo Îsraîliyan li çolê tenê sûsik û manna dixwarin?

Di dema koçkirina Îsraîliyan a 40 salî de, xwarina wan a sereke manna bû (2. Mûsa 16:35). Yehowa du caran sûsik jî da wan (2. Mûsa 16:12, 13; 4. Mûsa 11:31). Lê belê, Îsraîliyan carinan hin xwarinên din jî dixwarin.

Mesela, Yehowa carinan xizmetkarên xwe dibirin “cihê rawestinê” ku li wê derê ji bo xwarinê tiştên xwezayî hebûn (4. Mûsa 10:33). Yek ji wan cihan waheya Elîm bû. “Li wir donzdeh çavkaniyên avê û heftê darên xurmê hebûn” (2. Mûsa 15:27). Kitêba Plants of the Bible dibêje ku darên xurmeyan “li wê cografyayê pir bûn, … ew nebata sereke ya çolê bû û ji milyonan re dibû xwarin, zeyt û stargeh”.

Dibe ku Îsraîlî li waheya Feiranê jî sekinî bûn. Ew cihê binav û deng û mezin parçeyekî Wadi Feiranê ye. Kitêba Discovering the World of the Bible dibêje ku ev wadî yan newala çem “130 km dirêj e û li Sînayê yek ji newalên herî dirêj, xweş û navdar e”. Ew wisa dewam dike: “Di vê newalê de, Waheya Feiranê nêzîkî 45 km dûrî devê behrê ye, nêzîkî 5 km dirêj e, pir xweşik e, bi darên xurmeyan ve tije ye û 610 m ji asta behrê bilindtir e. Ew wek baxçeyê Adenê ceneta Sînayê ye. Ji demên berê ve, mirov ji bo dîtina hezaran darên xurmeyan dihatin wê derê.”

Darên xurmeyan li waheya Feiranê

Gava Îsraîlî ji Misirê derketin, wan hevîr, teşt û belkî genim û zeyt jî bi xwe re birin. Helbet, van tiştan tenê têra demeke kin dikir. Wekî din, “bi wan re gelek pez û dewar jî hebûn” (2. Mûsa 12:34-39, Mizgînî). Ji ber şert û mercên zor ên li çolê, bi îhtimaleke mezin gelek heywan mirin. Dibe ku Îsraîliyan hin heywan jî dixwarin. Hin heywanên din jî wek qurban – heta ji bo îlahên sexte jî – dihatin pêşkêşkirin a (Karên Şandiyan 7:39-43). Ji ber bêbaweriya Îsraîliyan, Yehowa ji wan re wisa got: “Dê zarokên we çel sal li çolê bibin şivan” (4. Mûsa 14:33). Ji van gotinan tê fehmkirin ku Îsraîliyan hin heywan xwedî dikirin. Mumkin e ku pezên wan şîr dida û carinan jî goştên wan dihatin xwarin, lê vê yekê ji bo 40 salî têra miletekî nêzîkî sê milyonî nedikir. b

Li ku derê heywanan av vedixwar û dihatin çêrandin? c Wê demê, li çolê belkî bêtir baran dibariya û bêtir nebat hebûn. Kitêba Insight on the Scriptures, Cîld 1, dibêje ku 3.500 sal berê, “li Erebistanê ji îro bêtir av hebû. Hebûna gelek newalên kûr û ziwa, ên ku berê çem tê re derbas dibûn, nîşan didin ku di hin demên borî de bi têra xwe baran dibariya û wisa av diherikî”. Lê dîsa jî, çol cihekî ziwa û bixeter bû (5. Mûsa 8:14-16). Bêyî ava ku Yehowa bi mucîzeyekê da wan, bê guman hem Îsraîlî hem jî heywanên wan wê bimirana (2. Mûsa 15:22-25; 17:1-6; 4. Mûsa 20:2, 11).

Mûsa pêxember ji Îsraîliyan re got ku Yehowa manna da wan, da ku ew bizanibin ku “mirov tenê bi nên najî, lê bi her peyva ji devê Xudan derdikeve dijî” (5. Mûsa 8:3, Mizgînî).

a Kitêba Pîroz dibêje ku li çolê heywan du caran ji bo Yehowa hatin qurbankirin. Cara pêşîn di dema avakirina kahîntiyê de bû. Cara diduyan di dema Cejna Derbasbûnê de bû. Her du bûyer berî mîladê di sala 1512an de, yanî di sala diduyan a derketina ji Misirê de, çêbûn (3. Mûsa 8:14–9:24; 4. Mûsa 9:1-5).

b Nêzîkî dawiya 40 saliya li çolê, Îsraîliyan di şer de bi sedhezaran heywan talan kirin (4. Mûsa 31:32-34). Lê dîsa jî, heta ku ew ketin Welatê Sozdayî, wan manna dixwar (Yêşû 5:10-12).

c Tu nîşan tune ye ku heywanan manna dixwar, çimkî Xwedê emir dabû ku gerek her kes tenê li gor para xwe mannayê hilde (2. Mûsa 16:15, 16).