Here Naverokê

Here naverokê

Navekî ji Kitêba Pîroz li Ser Kûpekî Kevnar

Navekî ji Kitêba Pîroz li Ser Kûpekî Kevnar

Di sala 2012an de, arkeologan perçeyên kûpekî seramîk – ê ku 3.000 sal berê hatibû çêkirin – ji axê derxistin meydanê. Ev kûp çima ew qas balkêş e?

Çaxa arkeologan hemû perçe anîn ba hev, wan dît ku li ser kûp nivîseke bi tîpên Kenanî derket meydanê: “Eşbaal Ben [kurê] Beda.” Ev cara pêşîn bû ku arkeologan ev nav di nivîseke kevn de dît.

Kitêba Pîroz behsa “Eşbaal”ekî din jî dike. Ew yekî kurên Saûl Padîşah bû (1. Dîr. 8:33; 9:39). Profesor Yosef Garfinkel, yekî ji endamên kolanê, wisa got: “Balkêş e ku navê ‘Eşbaal’ tenê li dema Dawid Padîşah di Kitêba Pîroz de derbas dibe û niha jî ji aliyê arkeologan ve hatiye dîtin.” Hinek difikirin ku ev nav, bi taybetî di wê demê de dihat bi kar anîn. Dîsa, teferuateke Kitêba Pîroz ji aliyê arkeolojiyê ve hatiye teyid kirin!

Di ayeteke din de, navê “Eşbaal” wek “Îş-Boşet” derbas dibe, yanî li şûna “baal”, “boşet” hatiye nivîsîn (2. Sam. 2:10). Lê çima? Lêkolîner wisa dibêjin: “Eyan e ku nivîskarê kitêba duyemîn a Samûyêl nexwest navê ‘Eşbaal’ bi kar bîne, ji ber ku ‘Baal’, yanî navê pûtê firtonekê yê Kenaniyan, tê de heye. Dîsa jî, navê eslî . . . di kitêba Dîrokan de hatiye xwedî kirin.”