Here Naverokê

Here naverokê

Xebera Xêrê li gor Lûqa

Beş

Bi Kurtasî

  • 1

    • Gotinên ji bo Têyofîlos (1-4)

    • Melek Cibrayîl di heqê bûyîna Yehyayê Vaftîzkar de ji berê ve dibêje (5-25)

    • Melek Cibrayîl di heqê bûyîna Îsa de ji berê ve dibêje (26-38)

    • Meryem Êlîzabêtê ziyaret dike (39-45)

    • Meryem pesnê Yehowa dide (46-56)

    • Bûyîn û vaftîzkirina Yehya (57-66)

    • Zekerya gotinên Xwedê dibêje (67-80)

  • 2

    • Bûyîna Îsa (1-7)

    • Melek ji şivanan re xuya dibin (8-20)

    • Sinetkirin û adeta paqijbûnê (21-24)

    • Şîmeon Mesîh dibîne (25-35)

    • Hana li ser zarok xeber dide (36-38)

    • Vegerîna bajarê Nasirayê (39, 40)

    • Îsayê 12 salî di îbadetgehê de (41-52)

  • 3

    • Destpêka xizmeta Yehya (1, 2)

    • Yehya mirovan ji bo vaftîzbûnê teşwîq dike (3-20)

    • Vaftîzbûna Îsa (21, 22)

    • Bav û kalên Îsa Mesîh (23-38)

  • 4

    • Îblîs Îsa diceribîne (1-13)

    • Îsa li Celîleyê dest bi belavkirina mizgîniyê dike (14, 15)

    • Îsa li Nasirayê tê redkirin (16-30)

    • Di sînagoga Kapernaûmê de (31-37)

    • Xesûya Şîmûn û kesên din qenc dibin (38-41)

    • Xelk Îsa li cihê tenha dibînin (42-44)

  • 5

    • Masî bi mucîzeyê tên girtin; şagirtên pêşîn (1-11)

    • Zilamek ji nexweşiya cuzamê qenc dibe (12-16)

    • Îsa zilamekî felcbûyî qenc dike (17-26)

    • Îsa gazî Lêwî dike ku ew li pey wî here (27-32)

    • Pirsa li ser rojîgirtinê (33-39)

  • 6

    • Îsa “Efendiyê roja Sebtê ye” (1-5)

    • Zilamê destseqet qenc dibe (6-11)

    • 12 şandî (12-16)

    • Îsa hîn dike û mirovan qenc dike (17-19)

    • “Çi qas dilxweş in hûn”; “Wey li we” (20-26)

    • Hezkirina ji dijminan (27-36)

    • “Kesên din hukim nekin” (37-42)

    • “Her dar bi mêweyên xwe tê naskirin” (43-45)

    • Mala ku li ser kevir hatiye avakirin; mala bê bingeh (46-49)

  • 7

    • Baweriya fermandarekî (1-10)

    • Îsa li Nayînê kurê jinebiyekê ji mirinê radike (11-17)

    • Îsa pesnê Yehyayê Vaftîzkar dide (18-30)

    • Neslekî xemsar tê tembîhkirin (31-35)

    • Jinikeke gunehkar tê efûkirin (36-50)

      • Mîsala kesên deyndar (41-43)

  • 8

    • Jinên ku bi Îsa re diçûn (1-3)

    • Mîsala cotkar (4-8)

    • Çima Îsa bi destê mîsalan xeber dide (9, 10)

    • Mîsala cotkar tê şirovekirin (11-15)

    • Qendîla vêxistî nayê xistin bin firaqekê (16-18)

    • Dê û birayên Îsa (19-21)

    • Îsa ba dide sekinandin (22-25)

    • Îsa cinan dişîne nav xenzîran (26-39)

    • Keça Yayîros; jinikek dest dide rîşiyên kincê Îsa (40-56)

  • 9

    • Diwanzdeh rêberiya ji bo xizmetê distînin (1-6)

    • Hêrodês ji ber Îsa şaş dimîne (7-9)

    • Îsa 5.000 mirovî têr dike (10-17)

    • Petrûs dibêje ku Îsa Mesîh e (18-20)

    • Îsa behsa mirina xwe dike (21, 22)

    • Şagirtên rast (23-27)

    • Xuyabûna Îsa tê guhertin (28-36)

    • Kurikekî ku bi cin ketibû, qenc dibe (37-43a)

    • Îsa dîsa behsa mirina xwe dike (43b-45)

    • Şagirt minaqeşe dikin ku kî yê herî mezin e (46-48)

    • Kî ne li dijî me ye, bi me re ye (49, 50)

    • Gundekî Sameriyan Îsa red dike (51-56)

    • Maneya çûyîna li pey Îsa (57-62)

  • 10

    • Îsa 70î şagirtan dişîne (1-12)

    • Wey li bajarên netobekar (13-16)

    • 70 şagirt vedigerin (17-20)

    • Îsa rûmetê dide Bavê xwe, çimkî ew ji kesên dilnizm razî ye (21-24)

    • Mîsala Sameriyê qenc (25-37)

    • Îsa Merta û Meryemê ziyaret dike (38-42)

  • 11

    • Duakirin (1-13)

      • Duaya emsal (2-4)

    • Cin bi tiliya Xwedê tên derxistin (14-23)

    • Cin vedigere (24-26)

    • Dilxweşiya rastîn (27, 28)

    • Nîşana Ûnis pêxember (29-32)

    • Qendîla ji bo beden (33-36)

    • Wey li alimên dînî yên durû (37-54)

  • 12

    • Hevîrtirşê Fêrisiyan (1-3)

    • Ne ji mirovan, lê ji Xwedê bitirsin (4-7)

    • Yên ku bi Mesîh re ne (8-12)

    • Mîsala zilamê dewlemend ê bêaqil (13-21)

    • “Xeman nexwin” (22-34)

      • Keriyê biçûk (32)

    • Hişyarbûn (35-40)

    • Çavdêrê dilsoz û çavdêrê nedilsoz (41-48)

    • Ne aştî, lê hevveqetandin (49-53)

    • “Çima hûn fehm nakin ku niha çi diqewime?” (54-56)

    • Bi kesê ku te sûcdar dike re li hev were (57-59)

  • 13

    • Tobe bike yan helak bibe (1-5)

    • Mîsala dara hêjîrê ya bêber (6-9)

    • Jinikeke qop di roja Sebtê de qenc dibe (10-17)

    • Mîsalên toximê xerdelê û hevîrtirş (18-21)

    • Xîret lazim e ku di deriyê teng re derbas bibin (22-30)

    • Hêrodês, “ew rovî” (31-33)

    • Îsa li ser Orşelîmê xemgîn dibe (34, 35)

  • 14

    • Zilamekî ku bedena wî diwerimî di roja Sebtê de qenc dibe (1-6)

    • Mêvanekî dilnizm be (7-11)

    • Gazî kesên ku nikarin qenciya te li te vegerînin, bike (12-14)

    • Mîsala mêvanên ku li maneyan digerin ku neyên (15-24)

    • Şagirt gerek hazir be çi bike (25-33)

    • “Eger xwê tehma xwe winda bike” (34, 35)

  • 15

    • Mîsala miya windabûyî (1-7)

    • Mîsala draxmaya windabûyî (8-10)

    • Mîsala kurê windabûyî (11-32)

  • 16

    • Mîsala çavdêrê neheq (1-13)

      • “Yê ku di tiştên biçûk de dilsoz e, di tiştên mezin de jî dilsoz e” (10)

    • Qanûn û Hukimdariya Xwedê (14-18)

    • Mîsala zilamê dewlemend û Lazar (19-31)

  • 17

    • Sebebên ku dixin guneh, efûkirin, û bawerî (1-6)

    • Xulamên bêkêr (7-10)

    • Deh kesên bicuzam qenc dibin (11-19)

    • Hatina Hukimdariya Xwedê (20-37)

      • “Hukimdariya Xwedê di nav we de ye” (21)

      • “Jina Lût bînin bîra xwe” (32)

  • 18

    • Mîsala jinebî û hakim (1-8)

    • Fêrisî û bacgir (9-14)

    • Îsa û zarok (15-17)

    • Pirsa serokekî dewlemend (18-30)

    • Îsa dîsa behsa mirina xwe dike (31-34)

    • Zilamekî kor ku pars dike, qenc dibe (35-43)

  • 19

    • Îsa Zaxayos ziyaret dike (1-10)

    • Mîsala 10 minan (11-27)

    • Îsa li ser dehşikê dikeve Orşelîmê (28-40)

    • Îsa li ser Orşelîmê digirî (41-44)

    • Îsa îbadetgehê paqij dike (45-48)

  • 20

    • “Tu van tiştan bi çi heqî dikî?” (1-8)

    • Mîsala rezvanên mêrkuj (9-19)

    • Xwedê û Qeyser (20-26)

    • Pirsa li ser rabûna miriyan (27-40)

    • Gelo Mesîh kurê Dawid e? (41-44)

    • “Xwe ji qanûnzanan dûr bigirin” (45-47)

  • 21

    • 2 qurişên jinebiya belengaz (1-4)

    • NÎŞANA TIŞTÊN KU WÊ BIQEWIMIN (5-36)

      • Şer, erdhejên mezin, nexweşiyên giran, xela (10, 11)

      • Orşelîm bi eskeran tê girtin (20)

      • Wexta miletan (24)

      • Hatina Kurê Mirov (27)

      • Mîsala dara hêjîrê (29-33)

      • “Hişyar bimînin” (34-36)

    • Îsa di îbadetgehê de hîn dike (37, 38)

  • 22

    • Kahîn dixwazin Îsa bidin kuştin (1-6)

    • Hazirbûna ji bo Cejna Derbasbûna dawîn (7-13)

    • Şîva Xudan a pêşîn (14-20)

    • “Yê ku min dide dest bi min re li ser sifrê ye” (21-23)

    • Minaqeşeyeke mezin ka kî yê herî mezin e (24-27)

    • Peymana Îsa ji bo hukimdariyê (28-30)

    • Îsa dibêje ku Petrûs wê wî înkar bike (31-34)

    • Hazirbûn lazim e; 2 şûr (35-38)

    • Îsa li ser Çiyayê Zeytûnê dua dike (39-46)

    • Îsa tê girtin (47-53)

    • Petrûs Îsa înkar dike (54-62)

    • Henekên xwe bi Îsa dikin (63-65)

    • Îsa li ber Mehkemeya Bilind a Cihûyan disekine (66-71)

  • 23

    • Îsa li ber Pîlatos û Hêrodês disekine (1-25)

    • Îsa û du zilamên sûcdar li ser darê îşkenceyê tên xistin (26-43)

      • “Tuyê bi min re di cenetê de bî” (43)

    • Mirina Îsa (44-49)

    • Defnkirina Îsa (50-56)

  • 24

    • Îsa ji mirinê tê rakirin (1-12)

    • Li ser rêya Emaus (13-35)

    • Îsa ji şagirtan re xuya dibe (36-49)

    • Îsa tê hilkişandin nav ezmên (50-53)