Here Naverokê

Padîşahiya Xwedê wê Çi Bike?

Padîşahiya Xwedê wê Çi Bike?

Cewaba Kitêba Pîroz

 Padîşahiya Xwedê wê cihê hemû hikumdariyên însanan bigire û wê li ser dinyayê hikum bajo (Danîêl 2:44; Peyxam 16:14). Hingê Padîşahiya Xwedê ...

  •   Hemû kesên xerab ku zerarê didin mirovan wê helak bike. “Lê belê dê yên xerab ji welêt bên ajotin” (Methelokên Silêman 2:22).

  •   Şeran wê tune bike. “[Xwedê] li seranserê dinyayê şeran bisekinîne” (Zebûr 46:9, NWT).

  •   Halxweşî û selametiyê wê bîne ser erdê. “Lê belê dê her kes di bin mêwa xwe de û di bin darê xwe yî hêjîrê de rûnin û yê ku wan bitirsîne tune be” (Mîka 4:4).

  •   Erdê wê bike cenet. “Dê çol û cîhê şorex kêfxweş bibin û beyar kêfxweş bibe û mîna nêrgizê dê bi çîçeg bibe” (Îşaya 35:1).

  •   Îşekî kêfdar wê bide hemûyan. “Hilbijartiyên min [Xwedê] wê bi têra xwe ji keda destê xwe kêfê bistînin. Ewê badîhewa nexebitin” (Îşaya 65:21-23, NWT).

  •   Nexweşiyê wê tune bike. “Tu kesê ku li wê derê rûdine wê nebêje ‘Ez nexweş im’” (Îşaya 33:24, NWT).

  •   Mirovan ji kal û pîrbûnê wê azad bike. “Goştê wî ji zarok ve tezetir dibe; vedigere rojên xwe yî ciwaniyê” (Eyûb 33:25).

  •   Miriyan wê rake. “Hemû kesên di goran de wê dengê wî [Îsa Mesîh] bibihîzin û derkevin” (Yûhenna 5:28, 29).