Here Naverokê

Jiyana bi Nexweşiyeke Kronîk – Gelo Kitêba Pîroz Dikare Alî Me Bike?

Jiyana bi Nexweşiyeke Kronîk – Gelo Kitêba Pîroz Dikare Alî Me Bike?

Cewaba Kitêba Pîroz

 Belê. Xwedê xema xizmetkarên xwe yên nexweş dixwe. Kitêba Pîroz di heqê xizmetkarekî Xwedê yê nexweş de wisa dibêje: “Di dema bêtaqetiyê de, Xudan ji bo wî dibe destek” (Zebûr 41:3). Eger nexweşiyeke te ya kronîk heye, ev sê gav dikarin sebra te zêde bikin:

  1.   Dua bike ku Xwedê qewetê bide te. “Aştiya Xwedê ya ku di ser her têgihîştinê re ye” dikare diltengiya te siviktir bike û piştgiriya te bike (Filîpî 4:6, 7).

  2.   Nêrîneke pozîtîf xwedî bike. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Dilekî şa dermanekî çak e; lê canekî xemxwar hestiyan ziwa dike” (Methelokên Silêman 17:22, Methelokên Hezretê Silêman). Kêfxweşiya xwe winda neke, çimkî nêrîneke pozîtîf ji bo siheta te baş e.

  3.   Baweriya xwe bi sozên Xwedê bîne. Hêviyeke xweş dikare sebra te zêde bike (Romayî 12:12). Kitêba Pîroz dibêje ku di demeke nêzik de, êdî tu kes wê “nebêje: Ez nexweş im” (Îşaya 33:24). Xwedê wê hemû nexweşiyên bêçare ji holê rake. Bi ser de, Kitêba Pîroz dibêje ku kesên kal û pîr wê dîsa ciwan bibin (Eyûb 33:25).

 Not: Şahidên Yehowa her çi qas baweriya xwe bi Xwedê tînin jî, ew helbet ji bo tedawîkirina nexweşiyên kronîk diçin ba doktor jî (Marqos 2:17). Lê belê, gerek her kes xwe bi xwe qerarê bide ku çi cure tedawiyê bistîne.