Here Naverokê

Cinawirê Sor ê Beşa 17an a Kitêba Peyxamê Çi Temsîl Dike?

Cinawirê Sor ê Beşa 17an a Kitêba Peyxamê Çi Temsîl Dike?

Cewaba Kitêba Pîroz

 Cinawirê sor, ê ku Kitêba Pîroz di beşa 17an a kitêba Peyxamê de behsa wî dike, teşkîlatekê temsîl dike. Armanca vê teşkîlatê ev e ku miletên dinyayê bike yek û wan temsîl bike. Ev teşkîlat berê wek Komeleya Neteweyan hatibû avakirin û niha wek Rêxistina Neteweyên Yekbûyî heye.

Xisûsiyetên cinawirê sor

  1.   Hêzeke siyasî: ‘Heft serên’ cinawirê sor ‘heft çiyayan’ û ‘heft padîşahan’ yan hukimdariyan temsîl dikin (Peyxam 17:9, 10). Di Kitêba Pîroz de, çiya û heywan carinan wek sembolên hukûmetan tên bikaranîn (Yêremya 51:24, 25; Danîêl 2:44, 45; 7:17, 23).

  2.   Sûretê sîstema siyasî ya cîhanî: Cinawirê sor dişibe cinawirê bi heft seran ê beşa 13an a kitêba Peyxamê, ê ku sîstema siyasî ya cîhanî temsîl dike. Di her du cinawiran de heft ser, deh stro û navên kufrê hene (Peyxam 13:1; 17:3). Sebebê ku ev du cinawir ew qas dişibin hev ev e ku cinawirê sor sûretekî sîstema siyasî ya cîhanî ye (Peyxam 13:15).

  3.   Qudreta xwe ji hukimdariyên din distîne: Cinawirê sor ji aliyê hukimdariyên din ve hatiye çêkirin (Peyxam 17:11, 17).

  4.   Nêzîkî dînên dinyayê ye: Ev yek ku Babîla mezin, yanî temamiya dînên sexte, li ser cinawirê sor siwarbûyî ye nîşan dide ku dînên dinyayê li ser cinawir tesîr dikin (Peyxam 17:3-5).

  5.   Qedrê Xwedê nagire: Cinawir bi navên kufrê ve tije ye (Peyxam 17:3).

  6.   Ji bo demekê bêfealiyet ma: Ji berê ve hatibû gotin ku cinawirê sor wê ji bo wextekê di “kortala bêbinî” a de bimîne, yanî ku ewê bêfealiyet bimîne, lê ku ewê paşê dîsa rabe ser piyan (Peyxam 17:8).

Gotinên Kitêba Pîroz hatine cih

 Ka bala xwe bidê ku gotinên Kitêba Pîroz ên li ser cinawirê sor çawa pêşî li ser Komeleya Neteweyan û paşê li ser Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hatine cih:

  1.   Hêzeke siyasî: Rêxistina Neteweyên Yekbûyî piştgiriya “serwerî û wekheviya hemû endamên xwe” dike. Bi vî awayî, ew destekê dide sîstema siyasî.” b

  2.   Sûretê sîstema siyasî ya cîhanî: Di sala 2011an de, welatê 193yan bû endamê Neteweyên Yekbûyî. Loma, ev rêxistin dibêje ku ew piraniya milet û xelkên dinyayê temsîl dike.

  3.   Qudreta xwe ji hukimdariyên din distîne: Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji aliyê miletên ku endamên wê ne hatiye çêkirin. Loma, qudreta vê rêxistinê bi qasî qudreta endamên wê ye.

  4.   Nêzîkî dînên dinyayê ye: Dînên dinyayê berê piştgiriya Komeleya Neteweyan dikir û niha jî piştgiriya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dikin. c

  5.   Qedrê Xwedê nagire: Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hatiye çêkirin ku “aştî û emniyeta navneteweyî biparêze”. d Ev yek her çi qas wek hedefeke baş xuya bike jî, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bi eslê xwe qedrê Xwedê nagire, çimkî Xwedê gotiye ku tenê Hukimdariya wî dikare bigihîje vê hedefê (Zebûr 46:9; Danîêl 2:44).

  6.   Ji bo demekê bêfealiyet ma. Komeleya Neteweyan, a ku demeke kin piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hatibû çêkirin ku aştiyê biparêze, nikaribû dijminahiya di nav miletan de xelas bikira. Di sala 1939an de, gava Şerê Cîhanê yê Duyem dest pê kir, Komeleya Neteweyan fonkisyona xwe winda kir. Di sala 1945an de, piştî xelasbûna Şerê Cîhanê yê Duyem, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hat çêkirin. Armanc, metod û organîzasyona vê rêxistinê pir dişibin yên Komeleya Neteweyan.

a Di Kitêba Pîroz de, peyva ku wek “kortala bêbinî” hatiye tercûmekirin tê maneya cih yan rewşeke girtîbûn û bêfealiyetmanê.

b Li Madeya 2yan a Peymana Rêxistina Neteweyên Yekbûyî binêre.

c Mesela, di sala 1918an de, encûmeneke ku bi dehan dêrên Protestan ên Amerîkayê temsîl dikir gotibû ku Komeleya Neteweyan wê bibe “îfadeya siyasî ya hukimdariya Xwedê ya li rûyê erdê”. Di sala 1965an de, temsîlkarên Budîzm, dêra Katolîk, dêra Ortodoks, Hîndûîzm, Îslamiyet, Cihûtî û dêrên Protestan li San Franciscoyê li hev top bûn ku ji bo Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dua bikin. Wekî din, di sala 1979an de, Papa Yûhena Pawlos II hêviya xwe anî zimên ku Rêxistina Neteweyên Yekbûyî “her û her wek forûma herî bilind a aştî û edaletê bimîne”.

d Li Madeya 1ê ya Peymana Rêxistina Neteweyên Yekbûyî binêre.