Here Naverokê

Gelo Şahidên Yehowa Bawer Dikin ku Tenê Ewê Xelas Bibin?

Gelo Şahidên Yehowa Bawer Dikin ku Tenê Ewê Xelas Bibin?

 Na. Bi milyonan kesên ku li sedsalên berê dijiyan û ne Şahidên Yehowa bûn wê bikaribin xelas bibin. Kitêba Pîroz dibêje ku li dinyaya nû, hem kesên rast hem jî kesên nerast wê ji mirinê bên rakirin (Karên Şandiyan 24:15). Wekî din, gelek kesên ku niha dijîn dikarin teslîmî Xwedê bibin û xelas bibin. Ji xeynî vê, qerara ku kî wê xelas bibe û kî wê xelas nebe ne aîdî me ye. Ev mesûliyet tenê aîdî Îsa Mesîh e (Yûhenna 5:22, 27).